• Home
  • DAXUYANÎ
  • 5. Salvegera Damezrandina YPS/YPS-JIN’ê Pîroz Be!

5. Salvegera Damezrandina YPS/YPS-JIN’ê Pîroz Be!

By on 19 January 2021 0 995 Views

Piştî şerê cihanê yê yekemîn di nexşeya Rojhilata Navîn ya ku ji aliyê sîstema navnetewî ve hatiyî avakirin de Kurd û Kurdistan wek neyî hatiye dîtin, hatiye înkar kirin û erdnîgatiya Kurdistanê ji aliyê dewletên li herêmê ve hatiye 4 parçe kirin. Ev tevgera me ya Azadiyê ku hember metîngerkirinê, înkar û qirkirinê ye weke raperînek derket û bi pêşengtiya Rêber APO çandek ya berxwedanê ya bi destan ava kirin.

Hêzên navnetewî û faşîzma dewleta Tirk ji bo ku tevgera me ya azadiyê tasfîye bikin li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hovitiya DAÎŞ’ê li me daye êrîşkirin. Li Şengal û Kobaniyê di encama ked û berxwedana hezaran şehîdan de hovitiya DAÎŞ’ê hatiye sekinandin û gelê me ji qirkirinê rizgar bûne. Li Bakûrê Kurdistanê jî projeya ku dewleta Tirk navê ‘Projeya Bin Xistinê’  dabûyê di sala 2015’an de kir meriyetêde. Bi vê palanê despêkê xwestin Tevgere me ya Azadiyê tasfiye bikin û li bajar û navçeyên ku bingehê Tevgera me ya Azadiyê bi hêze xwestin gelê me daynin ser çoka. Li hemberî vê plana bin xistinê gelê Egîd yê Kurdistanê bi şîara “Gelê Azad yê rêxistinkirî, gelê rêxistinkirî gelê xwe diparêzeye” bûn yek dest û li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê li hemberî dewleta faşîst ya Tirk xendek kulan û derbazî berxwedanê bûn. Hemû ciwanên Bajaran, jinên wan û gelê wan ji bo xweparstinê li pişt xendekan derbazî berxwedanê bûn.

Li bajarên Gimgim, Farqîn, Sûr, Rêzan, Bismîl, Dêrik, Kerboran, Nisêbîn, Cizîr, Slopya, Hezex, Gever, Wan û Şirnexê di salên 2015-2016’an de berxwedanek mezin ya dîrokî hat jiyan kirin. Di nava vê pêvajoyêde YPS/YPS-JIN’a ku bi tevlîbuna zarokên gelê me hat damezrandin di vê pêvajoya ku dîrokî ya berxwedanê de pêşengtî kir û demek kurt de çandek ya berxwedanê derxist holê. Di dîroka gelekêde belkî jî berxwedana bajaran û destana qehremaniyê ku sed salan de jiyan bike, gelê me di çend salan de jiyan kir.

Gelê Cizîrê bi droşmeya “Emê xwe jî Bajarê xwe jî xwe bi xwe rêvebibin” ya Mehmed Tûnçan û Asya Yukselan ku baweriya xwe mezin kirin berxwedan birin lûtkeya herî jor. Ji dîrokê heya niha li kolanên Cizîrê ku yek ji navenda berdxwedanê ye zarokên qehreman yê Cizirê ala berxwedanê ya ku wan girtibûn rakirin herî jor. Li hemberî tankên faşîzma dewleta Tirk, top û hezran leşkerên wan berxwedêran jî bi çekên ferdî û baweriya berxwedanê serî ne tewandin, çok ne danîn û ‘Plana Binxistinê’ ya deshilata AKP-MHP’ê vale derxistin.

Tevgera YPS/YPS-JIN ku weke nebe nabeyî ya gelê azad û rêxistinkiri derketî dinava şerê germ de derket û mezinbû, ji roja despêkê ve di heman demê de weke tevgera tolhildanê xwe da ispat kirin. Tola Haci Lokman Bîrlîk ê ku li Şirnexê Şehîd bibû li Slopyayê pêşengên berxwedana jinê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uysal bi mezinkirina berxwedana gel rakirin. Ala ku Sêvê yan dewrî Senar, Soro û Canfedayan kirî li Farqînê soza sonda tolhildana xwe girtin û gihan şehdetê. Li Sûrê di berxwedana herî dirêj ya bajaran ya di dîrokêde bi pêşengtiya fermandarên efsanewî Şehîd Çiyager û Şehîd Nûcan ku di cihanêde berxwedanek bê hempa û wek wê neyî ava kirin û tola jêrzemînên Cizîrê rakirin. Tola Rêheval Berfîn ku di despêka berxwedanê de li Rêzanê bi aweyek fedaî berxwedabû û Şehîd ketibû Şehîd Mûnzûr, Mordem û Şervanan ku wisa kirin êdî polîs û leşkerên Tirk ne wêrin ji qerekola derkevin û newêrin ji wesayîtên zirxê peya bibin rakir.

Rêxistiniya xweparstinê ji dayikbûna xwe heta niha ku tola xwe bi xwe radike û erka tolhildanê daye me. Em 5. Salvegara Damezrandina YPS/YPS-JIN’ê bi baweriyek mezin ya tolhildanê pîroz dikin. Sala 6. ya Têkoşînê erka bi ruhê Berxwedana Rêveberiya Xweser ,berxwedan û xweparastinê belavî hemû cihan bikin û her dem erka tol rakirinê dide Şervan û Milîsên YPS/YPS-JIN’ê. Em hemû rêhevalên xwe yên ku di pêvajoya rêveberiya xweser de şehîd ketibûn bi bîr tînin û soza ala ku wan dewrî me kîrî yek kêliyê jî em na berdin didin û soza rakirina tola wan carek din jî nû dikin.

ŞEHÎDÊN RÊVEBERIYA XWESER BÊ MIRININ!

BIJÎ BERXWEDNA RÊVEBERIYA XWESER YA GELÊ KURDISTANÊ!

BIJÎ YPS/YPS-JIN!

BIJÎ SEROK APO!

19.01.2021

KORDÎNASYONA YPS/YPS-JIN

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *