• Home
  • DAXUYANÎ
  • Temsila Jina Azad ya Destanîbuyî Seve, Fatma, Pakîze Rêhevalên me Em bi Bîr Tînin

Temsila Jina Azad ya Destanîbuyî Seve, Fatma, Pakîze Rêhevalên me Em bi Bîr Tînin

By on 5 January 2020 0 795 Views

Di dîroka 24 Tirmeha 2015 ande li dijî gelê Kurd û hemu hêzên azadîyê êrîşên topyekun hat despêkirin li dijî vê gelê me berxwedana xweparastinê da despêkirin, dijî teslîmîyetê û îxanetê israra bûyîna mirov û civak de weke refleksekê bi xweparastinê bersiv hatîye dayîn. Li dijî hebuna  gelê Kurd û nirxên azadîyê êrîşên ku berfireh hatîn kirin di bajarande li ser gel bombe hatin barandin û nîyeta xwe ya rast dan nîşanî herkesê. Zîhnîyeta sontxwarê dijminê Kurd li ser gelê Kurd her curê metîngerîyê kirîye.

Li dijî sîyaseta îmha kirinê hezaran salaye gel bi giştî berxwedanê dikin, berxwedanek bi heybet li bajarên Bakurê Kurdistanê çêbu. Îradeya ku bixwe xwe rêvebibe heyî hemû Kurdistanîyên, bi xwe parastin û jîyan pejirandîn ji bo jîyana xwedî li jîyana azad derkevin ketine tevgerê. Dewleta TC ya hebuna xwe bi înkar û tinekirina Kurdan dibîne, li dijî biryara xwe prastinê bi hemû teknîka xweya pêşletî artêş û leşkerê xweve êrîş kir. Li Cizîr, Silopya, Nisêbîn, Hezex û Surê cihên sivîl lê dimînin bombe kirin, mirovên me di jêrzemînan de bi sax şewitandin. Lê mîrasa berxwedanê yaku ji dîrokê heta roja meya îro hatî dide dîyar kirin ku mal jî xira bibin kolan jî xira bibin cihê berxwedan lê heyî yê winda bikin wê dakirkerbin.

Bi berxwedana bi heybet cihek din yêku dijmin lê winda kirîbu jî navçeya Şirnexê Silopya bu. Ji heftê heta heftîyê gel ketin kolanan û xwedî li derketina îredeya xwerêvebirinê şerek dîrokî derket holê. Di berxwedana gel de yaku rojan ji kalanan ne derketin jî jinan di mevzîya despêkêde cihê xwe girtin.

Jinên dîyasetmedar yê ku buyîn sembola vê berxwedanê heval Seve Demir, Pakîze Nayir Fatma Uyar bun serkêşê dîrokî yê jinê yê di roja mede, bun rêveberê xeta Sarayê. Her 3 rêhevalên me yên jin heta dawî ji bo mezinkirin û rêvebirina berxwedanê rolên mezin leystin. Ji ber vêye ku her 3 rêhevalên me hatin armanç girtin û di dîroka 5 Çileya 2016 ande di kolana berxwedanê de hatin qetil kirin.

Zîhnîyeta ku li parîsê 3 rêhevalên jin qetil kirî li Silopya jî 3 rêhevalên me yên jin qetil kir û mejîyê zelamê dewleta egeman carak dinjî avêt holê. Gotina egemenan ya ‘’despêkê jinê bikujin’’ rastîyek dîrokî ya armanckirina kolekira mirovane. Zîhnîyeta zelam ya 5 hezar sale di roja medejî liser jinên  Kurd yên berdewamîya mîrasa berxwedanê hîn didome. Ji bo jîyanek Azad, demokratîk û wekhev, xwerêxistin kirin, ev êrîşên li dijî jina zana, komkujîyeke ku ji bo hemu mirovatîyê hatîye mecbur hêliştin û libe çavê herkesê berdewam dike. Tekoşîna bê hempa ya jina Kurd û sekna îradî ne tenê jibo gelê Kurd ji bo hemu mirovahîyê hêvî daye. Gelên ku dibin hêzên egemen de diperçiqin morala herî mezin di berxwedanên xweparatinêde jinên Kurd yên şer dikin daye. Tekoşîna yekane ya Sarayan, Seveyan, Fîdanan, Rukenan, Zeryanan bu pêşeng ji bo jinan.

Di berxwedanên xwerêvebirinêde bi sekna xwe bawerîya xwe bi tekoşîna ku dayînre qehreman buyîn, destanî buyîn temsîla jina azad Seve Demir, Pakiza Nayir û Fatma Uyar rêhevalên me di salvegera 4. ya şehadeta wande weke Kordînasyona YPS-JIN  em wan bi rêzdarî bi bîrtînin. Di rêya ku şehîdên me yên mezin vekirîn bi bîryar meşîn tola we rakin berdêlê wê çi bibe bila bibe soza tekoşînê bigihînin serkeftinê carek dinjî nû dikin.

Kordînasyona YPS-JIN

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *