• Home
  • Çalakî
  • Yekîneyên me ên tolhildanê ya Şehîd Arjîn Pêşeng ya YPS-JIN li sê bajaran çalakîyên bi bandor dar xistin

Yekîneyên me ên tolhildanê ya Şehîd Arjîn Pêşeng ya YPS-JIN li sê bajaran çalakîyên bi bandor dar xistin

By on 4 June 2020 0 594 Views

Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjen Pêşeng a YPS-JIN’ê li ser bîranîna heval Arjîn Pêşeng a ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de hêza pêşeng a jinê derxistibû holê û piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûbû, di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger, sîxur û nokeran’ li Semsûr, Çorûm û Kocaeliyê çalakiyên xurt li dar xist.

Endamên yekîneya me di 30’ê Gulanê de li ser Rêya Kevn a Samsatê ya li Taxa Îmamaga ya Semsûrê li dijî Eywana Sporê ya Cûmhûriyetê ya ku çeteyên DAÎŞ’ê lê ne, çalakiyeke sabotajê li dar xist. Yekîneyên me ev demek e çeteyên DAÎŞ’ê dişopand û tespît kiribû ku ev çete bi destê AKP’ê li eywana sporê hatine bicihkirin. Yekîneya me li dijî vê derê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de hejmara çeteyên DAÎŞ’ê yên mirî û birîndar nehate tespîtkirin û beşeke mezin a eywana sporê jî hate îmhakirin.

Di 30’ê Gulanê de bi şev li sîteya Sanayiya Biçûk a Çorûmê li dijî bloka ku karxaneyê alîgirên AKPê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 5 karxaneyên alîgirên AKP’ê hate îmhakirin.

Endamên yekîneya me di 27’ê Gulanê de li dijî mala endamekî Ocaxên Osmaniyan ê li navçeya Îzmîta Kocaeliyê çalakiyek li dar xist. Malbata vî kesî alîkariyê dide rejîma faşîst a AKP û MHP’ê û ew bi xwe jî endamê Ocaxên Osmaniyan e. Dema ku ev kes li malê bû endamên me çalakiyeke xurt a sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de nehate diyarkirin ev kesê faşîst mir an jî birîndar bû, mala wî jî hate rûxandin.

Êrîşên faşîst ên li dijî çand, ziman û nasnameya Kurdan zêde dibe. Bariş Çakan ê ku ji ber li muzîka Kurdî guhdarî kiribû hatibû qetilkirin. Ev jî diyar dike ku li dijî gelê me feraseteke xurt a qirkirinê heye. Em jinên ku afirînerên civak û jiyanê ne, li dijî feraseta faşîst em ê li her derê li ber xwe bidin û em ê tola Bariş Çakan bistînin.

Yekîneyên Tolhildanê Yên Şehîd Arjîn Pêşeng

4’ê Hezîrana 2020

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *