• Home
  • NIVÎS
  • Ji Rêwiyê Riya Kesk Gihayî Şînahîyê

Ji Rêwiyê Riya Kesk Gihayî Şînahîyê

By on 21 July 2020 0 643 Views

Sal salan dema liser hev peydiket, ji bo rêhevalan nivîsîn hêja tişta herî zehmet bû. Di kuçeyên Amedê de zarokên ku di destê wande nanê salçekirî dibezîyan berxwedanî û qermahîya çîroka wan nivîsandin jî tişta herî zehmete. Şehîd Mazlûm, Egîd rêhevaltî hezkirin ji hezkirin nîşanî mekiriye, di demê nêzîk de tevlî karwanên şehîda bûye 4 sal derbaz bûye lê hêja weke roja yekeme çûyîna wî serê minde. 27.11.2015 ji bo me rojekî pîroze 27’ê mijdarê salvegera  PKK’ê. Fidana çeqelok ya ku digotin şîn nabe û bûyî daristan rojên despêkêne. Her dixwest di rojekê wisa bi watede here, ji bo wate bide jîyana xwe ya bi wate dagirtî. Bi qehremanî û fedayî çûyî  çalakiya xwe 2 polîsên dijmin kuşt û me ew vexêrê bê dawîyê kir.

Pejirandina çûyîna wan zehmet dibe, mejîyê me yê zarok yê wate ne dida çûyîna te pejirandin ji bo me hemuyan zehmet bû. Bitû şêweyî mejî yê min ne radikir di wan deman de beriya 3-4 rojan hevalê gel min, rê hevalê ez şeva 26’ê pêre diaxivîm çawa çêdibû ezê carekê din nebinim.

Wê rojê di minde bê rehetiyek, min di xewna xwede dîtibû Şahîn û kolanên Surê, di destê we çek hûn dikeniyan,  wêne yên hewe dida nîşa min dijmin ez lêdinêrim lê dema ez lêdinêrim wey ez têde jîyan dikim dengê kenê hewe tê min, rûyê weyê westayî lê ne seskinî ber çavê mine. Çiqas xewnek xweş û bi pirsgirêke. Nêzikî siharê dinava xwuhdanê de ji xew rabum û min nakarî ez dîsa birazim. Meger tujî  diwan kêliyande de tevlî karwanê şehîdan buyî.

Jora ku min tû dîtîve tû bi biryar û radîkal bû. Tê bîra te di dema rojîya birçîbûnê bû hîn em amedeyîbûn çêkirina çalekîya te min nasnedikir kombikî 5 kes nebûn di baxçeyê amedeyîde rûniştibun we çalekî dikir wê demê min famkir ku tûyê dersekî mezin bidî me.

Ji xwe piştî wê çîrokeke şoreşê ku bibe mijara romana. Min ewqas ji şoreşê bawer dikir di beramberîte ketina bê hêvîyê bê îmkan bu. Di temenê xweyê biçûkde te êrîşên dijmin didît, îşkenceyên ku te dîtî dile teyê ku ji şoreşê bawer dikir ne cemidandibû hîn zêdetir mezin kirîbû agirê şoreşê yê di dilê tede. 

Min digot te ez dest nivîsandinê bikim ne dil radike nejî mejî tehamul dike. Çuyîna te dikare min bêje, tirsandinên min. Çuyîna tejî wekî sekna te bi Egîdî çêbibu. Dê rêheval dê parçeya Egîd ma çûyîn wê evqas zu çêbiba. Hîn te cilên pîroz xwe nekirbun ji hêvîyê têr nebuyî…

Min ji nişkave girt xebera te di dilê minde pirsgirêkek, min dizanî lê min tûcarî jê hez nedikir ew cemidiya mirinê. Telefonek, du telefon dengên xirab tên. Piştre jî hevoka teya dawî û nihêrîna dawî, dest girtina meya dawî. Ji nişkave hemu diber çavê minde çûn… piştî wê pêşîya morgek tarî û sar, mirovên digirîn, jibo di yê hindir de girî dikin ji bo te lê min bawer nekir tuyî, dema min tu liser kevirê cemidî dîtî û piştî wê min bawer nekir min îcar bawer nekir. Jiber ku tu ji çiqas tiştan xilas bibû. Sankî te dizanî tê biçûya di hevdîtina meya dawî de te destê min wisa girtiba. Jibo ez tarîtiya kerî hindirê min de bavêjim wekî te gotî  ez guhê xwe didim stranên şoreşê. Min ji hêvîya te bawer dikir şer hembêz dikir.

 Wa şevek wisa, rojek wisa pîrozde weke têkoşîna xwe tevlî karwanên nemira buyî. Tenê ji paşî deng dihat ‘ dibin bila wî nebin!’ tu rastîjî çuyî ez difikirîm. Ma şehîd diçun? Piştre min ferqkir ku tu hembêzî çeka şahîdan dibî heta qêra tolhildanê ne avêje diçuyan. Piştî te kê hatin, ka tu bizanî… Çi çêbûn ti bizanî … Em niha çeka te hembêz dikin, em te di şerê xwede didin jîyan kirin rêheval. Her gulaya tê avêtin, liser navê te dibe qêrîna me ya tolhildanê. Di mejîyê medeye kenê teyê henakwar, ew nihêrîna te ya ji dilde û xwezayîbuna te. Demek tu hêdî ne ligel meyî bê wateye hêdî tu di şerê dehezaran, sedhezaran de jiyan dikî.  Te hêviya xwe emanetê mekir û bê dawiyêde, hêviya yekam ya Kurdan avabuyî, azadî, ew roja pîroz ya ku me gav avêtî şoreşê di 27’ê mijdarê de te heskirina xwe li çiyayan xist yê ti hesret mayî, çîyayên ku bi hesret te temaşa dikir.

Rêhevaltiyek bê dawî, kenê bi hêvî, lênêrîna teya bi keyfxweş û bi hemû xweşikîyên te di luleya qlêşamin de jiyan bike.

Ji bo şehîdê Surê Mazlum Egîd…

Axîn Mahîr Dîjle

  NIVÎS
Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *