• Home
  • NIVÎS
  • Sur Bûn Şahîdê We, Amed Guhda Dengê We û Baweriya We Ya Berxwedanê

Sur Bûn Şahîdê We, Amed Guhda Dengê We û Baweriya We Ya Berxwedanê

By on 21 July 2020 0 751 Views

Ji Sînanre nivîsandin;

Ji bo em behsa te bikin di be em ji kenê te despê bikin rêheval. Kenê te yê ne çirmisî, kenê teyê bi hêvî. Ji bo em behsa te bikin dibe em mezintîya berxwedanê fêm bikin. Nizanim artêşa çendemîn ya Nato yê ya mezin li dijî wê bi qlêşa xwe berxwedana te dibe em behs bikin. Heskirina te û hêviya te. Heskirina teya ji şerê tere bawerîya te mezintiya te dibe em behs bikin. Baweriya te heval bawariya te ya xilas nabe. Nezanan li we xist ne dizanîn wê tola we were rakirin ketin xefikên we.

Hevdîtina dawî

Dema min tû cara dawî dîtî çavênte ket dilê minde, her ew çavên ku min dixwest. Ez demak dirêj hizirîm ku dixwazin çi dibêjin heta roja 103’ê. Piştre min telefonek girt, gotin were Surê. Ez çûm. Li ber Dîcle û Firatê min dengê dayika te sehkir, wê demê min fam kir ku çavê te çi dixwaze bêje. Digotin berxwebide, tekişînê bike, digot îcar me ber ne, tekoşîna me jibîr neke. Min ji bir nekir, ne berxwedana hewe ya heta dawî nejî heskirina mezin bawerîya we. Min got eger herskirin hebe dibe wey heskirina we be. Dibe mirov evîndarbe ji berxwedanê re. Dibe xewnên xwe dirêjke ser hêvîya.

Tiştên ku dinava mede tenê kolan bûn

Ev qas nêzîk bûn lê dîsa ev qas dûr bûyîn. Min dengê berxwedana we seh dikir lê min nedikarî di mevzîyên we de cih bigrim. Mil bi mil bi were şerkirin. Min rojan nelet li dijmin kir rêheval, heroj min nelet dikir ji ber ew barîkatên ku danîbûn dinava mede. Min nefret dikir ez nêzikî weme lê jiwe dûrim. Li dijî dagirkerîya dewleta degirker ya Tirkîyê, berxwedana dîrokî ya Surê de cihê xwe girt Felat Amed ( Sînan Duman). Berxweda heta roja dawî li dijî tankan topan berneda. Dema digot ‘ Ey keça raperîn ya Agiriyê’ raperîn kir bi hemû rihê xwe. Disa ji dayik bû, ji bo bide jiyan kirin jîyana xwe danî holê ji bo gelê xwe, ji bo Rêbertiya xwe û şerê xwe tevlî karwanên stêrkan bû. Rêheval Ferat ji jiyanê hezkir hem jî weke peyrewê bûyîn ewqas jê heskirin û di berdêlê wêde da, canê xwe. Eger were jiyan kirin dibe wekî te were jiyan kirin, eger can were dayîn dibe wekî te be. Çuyîna te bi şahînî bu, bi Mazlumî te ji gelê xwe hezkir, weke Evrîm te ji şerê xwe bawer kir. Dizanim Rêheval, te herdem xwest bidî jiyan kirin, ji bo gelê te jiyan bike, te bedenê kir mertal li dijî tankên dijmin. Me bawer kir wekî te wekî te meji gelê xwe hezkir. Sur bûn şahîdê te, Amed guhda dengê we û bawerîya we hebe wan ciwanan jibîr nekir, yek carê jî ne berdan vê berxwedanê li pey xwe bi vê baweriyê meşiyan di rêya wede. Kî mirovê bi bawer dikare vê berçav negre? Ala ku ji we hatî dewr girtin, wekî fermandar Çîyager gotî wê bi heybet bê rakirina dawî.

Me lite gera

Me li te garîya lê ne di kuçeyande di morgan de. Wate ya vê çîye tu dizanî? giranîya  jîyan kirinra carekê din ligel te na runim suhbetê nakim. Xwestin me teslîm bigrin ji bedenê teyê bê can jî di tîrsîyan, dizanîn berxwedana ku bedenê te çêbike. Dema te nefes distan diştên te dikir ne kêm bu ji bo wan dema kuştinê digotin qey hunê xilas bibin lê şaş derketin. Dijmin ditirsîya, tişta jê ditisan çibu? We diveşartin, veşartin ne xwestin bidin. Ji ber ki dixwestin bîranînên me hemu jê bibin, weke berê çêbuyî lê tiştekê jibîr kiribun di vê berxwedana gel de, şehîd jî jibîr nekirin.  Ew gorên ku berî ya çend salan amede kiribun me parçeyên xwe dîtin me dizanî ya girîng ne girêdana xwunê ye her kesê diçu yê mebu, yê vî gelî bu. Ji vê bawerîyê ditirsîyan ku we veşartin.

Xatir xwestin

Yenîkoy jibo min wate yek nu qezenç kiribu, hun hebun êdî liwir. Dema ez  di derî de ketim hindir de min dizanî ez hatime gel we. Posterê te zeliqandin bun te dîtiba tu çiqas xweşik derketibu. Em li ber derî ne benda tene, erebeyek nêzîk dibe tu têdebu û şîno sankî tu yê ji erebeyê peya buyî di despêkê dayik ji erebeyê peya bun û piştre di hembêza wande wêne yên te wêne yê te yê bi kesk, sor û zer hatî pêçan. Te birin hindir de yek yek ketin hindir de ez ne ketim hindirde, min xwest ez te di destê tede bi qlêşê nas bikim. Dayika derket li me mêze kir wêneyê te danîbu der hembêza xwe ‘ hun çima digirîn? Kurê min şehîd ket’. We got. Piştî vê hevokê bêdengî dima mirov tenê bêdeng dima. Dayika te hine anîbu dibêjin ‘ şoreşger bi mirinêre nişan dibin.’ Min wê rojê soz da xwe eger ez vê hineyê bişewitînim, dema ez ji bo berxwedana bum deng ezê bişewitînim, min wisa jî kir.  Ji bo we bum  deng, hine şewitand di destê xwede, û min soz da ezê disa hêvîyên were bibim deng, wê şîn biba dara me min soz dabu we, şerê min, ji bo gelê min tola we rakim soza min biba soz. Ji dîrokê heta niha tolhildanên me hebun, kijan dewlet ketibu pêşaya we hata ew bi kevin pêşîya we, kê bawerîya we şkandibu heta ew bişkînin. Kê xwe dikarî we bike bawerîya we hebe me soz da em kolanên vî bajarî jiwanre bêxin dojeh. Amed bu, Cizîr bu, Nisêbîn bu… kîkan dîrokêde nivîsandibu, li pêşîya celladê derê xwe tawandî? Ew rêya ku hun ji bo bidin jîyan kirin ketinê ev ciwanên he wê bîranînên we bidin jîyan kirin. Ya di nîvê de mayî wê were temam kirin. Serkeftin ne di sibe de di îro deye rêheval. Serkeftin ya meye !

Sînan Duman (Felat Amed) di sala 1995 ande li Lîce yê ji dayik buye. Di sala 2014 ande tevlîbun çêkir. Sînanê ku di xwecihan de mabu, di 12’ê Sibatê de di berxwedana Surê de tevlî karwanên nemiran bu. Heta nefesa xwe ya dawî di nava berxwedanê de ma.

.

Axîn Mahîr Dîcle

  NIVÎS
Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *