• Home
  • NIVÎS
  • ‘Merwanek Çû Hezaran Merwanên Min Hene’

‘Merwanek Çû Hezaran Merwanên Min Hene’

By on 28 August 2020 0 650 Views

‘Merwanek çû hezaran Merwanên min hene’

Merwan Kaya (Hayri Durmuş) ku di Berxwedana Sûrê de şehîd ketibû ji aliyê malbata xweve piştî 6 mehan nû hat definkirin. Gulistan Kayaya ku rexmê hemû êşan jî bi kurê xwe serbilind bû û got “ Merwanek çû be jî di oxira vê de hezaran Merwanên berxwedidin hene”.

Merwan Kaya (Hayri Durmuş) ku di dorpêça ser navçeya Amed Sûrê 103’ê rojan berxweda bû cenazeyê wî piştî 6 mehan li Çinarê ji aliyê sedan kesan ve hat oxirkirin. Cenazeyê Merwan Kayayê ku di 31’ê Adarê li Sûrê Şehîd ketibû piştre rêkirin Meletiyê. Rexmê dayina mînaka xwînê jî bi awayek dizî li goristana bê kesan hat veşartin. Piştî 6 meh derbaz bû û encama testa DNA’yê derket malbatê nû karî cenaze bîne Amedê.

‘Heskirina wî ya ji Têkoşînêre mezin bû’

Merwan di sala 1996’ande li gundê Parnog yê Çinarê dayik bibû. Merwanê ku heskirina xweya têkoşînê di nava xwede jiyan dikir û ji tûkesêre diyar ne dikir ji bo kar diçe Îzmîrê û li wir demekê dimîne. Gulistan Kaya diyar dike piştre kurê wî tevlî HPG’ê dibe û dibêje “ Kurê min dema 18 saliya xwe dagirt çû. Merwan dema biçûk gelek jîr û zîrek bû. Ji tiştekê ne ditirsa. Ji ber ku ji vê dozê hez dikir ji bo oxira wê de têkoşîn bike çû. Vê heskirina xwe heta gel me bû nîşanî me neda. Piştre rojekê çû û êdî me jê agahî negirt.

‘Hezaran kesên têkoşîna Merwan mezin bike hene’

Gulistan Kaya diyar ku Merwan serbilindiya wê ya despêkiye û dibêje “ Ew serbilindî û şehîdê despêkê yê malbatiye. Agahiya me ne bû ku çûye Sûrê heta ku encamên xwînê hatîn dayin. Ew axa avêtin kurê min xwezî avêtiban min. Ew dema piştî me xwîn girtî xudê neyne serê tûkesê. Kurê min dixwest bi navek mezin bimre ji ber ku ji doza xwe hez dikir, ji ber girêdana bi berxwedanêre çû çiya. Ji vê jî tûcarî pûşman ne bûye. Kurê min merwan çû lê şûna wî hezaran Merwan dayik bûn. Hezaran Merwanên ku têkoşîna wî bidin berdewam kirin û mezin bikin.

‘Tiştên dewletê birayê min kirîn ez ji bîr nakim’

Xwuşka wî Songul Kaya jî diyar kir heta nefesa xweya dawî ez tiştên dewletê birayê min û gelê Kurd kirine ji bîr nakim. Songulê diyar kir Merwan herdem dikeniya û got: “Samîmiyeta min û wî ya ji herkesê zêdetirbû. Ez her bi wîre diaxivîm lê carekê jî gel min behsa vê dozê ne dikir. Gelek dikeniya bi herkesê hertiştî dikeniya. Ez çûm Meletiyê min ne karî gel dayika xwe bigrîm. Dewleta Tirk, birayê minê di deriyan re derbaz ne dibû di bin rojê de sipartin cihek 2 gav de. Ez heta dawî, heta mirinê jî tiştin dewleta Tirk serê birayê min anîne ji bîr nakim. Ew êşa di wê kêliyêde min jiyan kirî nikarim binim ser ziman. Em êdî dibêjin ji bo dayikan bila aşitî were kirin”.

  NIVÎS
Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *