• Home
  • NIVÎS
  • Zîlan Dijî Teslîmiyetê Bû Sembola Azadiyê

Zîlan Dijî Teslîmiyetê Bû Sembola Azadiyê

By on 17 September 2020 0 780 Views

Ez rêhevala Arîn Mîrxan, Sema, Bêrîtan û Zîlanim

Dalîla Kurt dibêje: “Li Wanê di encama girtin û dorpêça bi dehan erebeyên zirxî ser mala Zîlan Kurta YPS’yî û bersiv ji banga ‘teslîm bibe’re  ‘Ez rêhevala Arîn Mîrxan, Zîlan, Sema û Bêrîtanim tûcarî teslîm nabim’, tilîlî avêt û dawî li jiyana xwe anî. Tişta min teselî dike ewe ku keça min di encama têkoşîna bi rûmet de teslîmî dijmin nebû û bi fedayî giha şehadetê”.

Ew jinên ku hemberî metîngerî û teslîmiyetê berxwedanê didin meşandinin. Ji Berîtanan berbi Zîlanan, ji Semayan ber bi Arînan hemû jinên ku ser xeta berxwedanê cih digrin, ji yên paş wanre wirin dibin ronahî.  Yek ji kesê ku nav û xeta berxwedanê yên pêşiya xwe avakirî jî Zîlana Kurta ku di 10’ê Tirmehê li wanê dijî îxanet û teslîmiyetê guleya dawî ji xwere rakirbû.

Li navenda Wanê meheleya Hacibekîr kolana Surmelî a navçeya Îpekyoluyê roja 10’ê Tirmehê di encama îhbarê de di mala lê dima bi dehan wesayîtên zirxî yên hêzên dewletê kirin dorpêçêde û banga “teslîm bibe” kirin, weke bersîv jî Zîlan Kurta (Sarîna Ronahî) YPS’yî got: “Ez rêhevalê Arîn Mîrxan, Zîlan, Sema û Bêrîtanim ez tûcarî teslîmê we nabim” û bi guleya dawî ya ji xwere rakirî tevlî karwanên şehîda bû.

Delîla Kurt diyar dike ku ji dayikbûnê heta niha bi sekna xwe di malbatê de cihê wê cuda ye û bi bîrtîne ku ji malbata wan 2 kesên din jî ji aliyê dewletêve hatiye qetil kirin. Delîla dibêje: “Di sala 2000’ande li Colemêrg Marînosê bavê wê û di sala 2013’ande li Colemêrg Çelê yê jî biraya Zîlan gêrîlayê HPG’ê Mehdî di encama sergirtinekê ku gelek leşker hatibû kuştin de şehîd ketibû”.

‘Zîlan bi çalakiya xwe bû sembol’

Delîla dibêje: “Kesayetek zindî û keyfxweş yê Zîlanê hebû. Zîlan tenê dû sala çû dibistanê. Piştre xwe bi xwe pêşxist û heta demjimêrên dereng demê xwe bi pirtûk xwendinê derbaz dikir. Pir bi tevger û keyfxweş bû. Cihê wê cuda bû. Ewqasa Asî ewqas bi rehm jî bû ne dixwest tûkesê bişkîne. Her ji divê jin xwe pêş bixin bawer dikir û xuşk û birayên xwe perwerde dikir”.

‘Ezê bibim şopdarê têkoşîna Zîlan’

Delîla dibêje: “Zîlan beriya 3 salan tevlî HPG’ê bûye û piştî îlankirina rêveberiya xweser derbazî refên YPS’ê bûye. Tişta min teselî dike ewe ku keça min di encama têkoşîna bi rûmet teslîmî dijmin ne bûye bi fedayî gihaye şehadetê. Ji ber vê ez serbilindim ez jî wê bibim şopdarê têkoşîna keça xwe. Ezê xwedî têkoşîna wê derkevim”.

‘Xeyalê wê ya herî mezin bibe gerîla bû’

Xwuşka Zîlan Kurt Felek Kurt jî dibêje: “Ji xuşk zêde em bi Zîlanre heval bûn. Di nav mede herî zêde ew dixwest azad bibe. Weke jinên klasîk tarzê ji mêr re serê xwe ne di tewand. Heta di meheleyêde her li hevalên xweyên kur dida. Ji ber wê herkes ji wê hinek di tirsa. Zîlanê di malde her temaşeyî qenalên Kurdî dikir. Temaşeyî qlîbên gerîla û flîmên wan dikir. Heyrantiyek ji gerîlayên jin yê dinava tevgera azadiyê de hebû. Jiyana klasîk her ne dixwest. Gorî wê divê jinê ji derveyî mala xwe ji bo azadiyê têkoşîn kiriba. Piştî tevlî PKK’ê bûyî temaşekirina jiyanê wisa temam kir. Xweyalê wê yê herî mezin bûyîna gerîla bû.

‘Zîlan wê weke qehremanekê were bîranîn’

Felek dibêje: “Roja bûyerê ew tenê dijî dehan wesayîtên zirxî şer kirye. Piştî şerê bi saetan ji kesên buyer dîtîn me sehkir ku despêkê ji xwere guleyek rakiriye û şer kirye piştre jî dama guleyên wê xilas dibe tilîlî di avêje û dibêje: ‘Ez rêhevala Arîn Mîrxan, Sema, Berîtan û Zîlanim ez teslîmî we nabim’ û guleya dawî li serê xwe dide û digihêje şehadetê”.

Felek herî dawî dibêje: “Çalakiya wê kirî di meheleyêde gelek bandorî çêkir. Ne xwuşka wê weka jinekê şehadeta wê di meheleyêde gelek bandorî çêkir. Ez jî wê vê sekna wê her jixwe bigrim”.

  NIVÎS
Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *