• Home
  • Giştî
  • Divê Li Kurdistanê Her Mal Bibe Senger Û Her Tax Bibe Kelhe

Divê Li Kurdistanê Her Mal Bibe Senger Û Her Tax Bibe Kelhe

By on 18 June 2021 0 791 Views

       Rejîma faşîst ya AKP-MHP ku bi taybet van 7 salên dawî dijî hebûn, têkoşîn û hemû nirxên gelê Kurd êrîşan dike û dixwaze “çok dane” û dîbîne nikare, raste rast dijî gelê Kurd qetlîaman pêktîne. Ev rejîma çeta bi hemû îmkanên xwe dixwaze vê armanca xwe pêkbîne dema sernakeve weke dehbeyên har û dînbûyî êrîşî gelê Kurd yê tûcarî serînetewandî dike. Her dema êrîş dike winda dike û dema winda dike hov dibe.

        Dewleta Tirk ya faşîst, hov û dagirker dema ne karî bi tecrîta hatî giran kirin Rêbertîya me bin bixe, bi pêkanînên şerê taybet ne karî bifetisîne, bi polîtîqayên tecawizê ne karî îradeya wan bişkîne û bi girtinan ne karî gelê Kurd di zindanande tejî bike, niha jî bi çete û faşîstên peretî dixwazin gelê Kurd bi qirkirinanre derbaz bike. Ev qatîlên ku li Herêmên Parastian Medyayê dijî gerîlayên gelê Kurd tarû mal bûyîn, li Rojava ji bo qirkirin û qetilkirina gelê Kurd yê sîvîl hatîn rêkirin û bi “Sendroman” zivîrin niha jî fermana “Kurdê sivîl qetil bike” girtine.

    Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û harbûyî ku komkujîyan armanç dikre, Denîz Poyaraza jina welat parêz qetil kirîye. Ev êrîşa hatî kirin ne tenê dijî Denîzê, di keseyata Denîzêde êrîşî hemû jinên Kurd û nirxên exlaqî û polîtîk ku derdora jinê hatîye pêçan hatîye kirin. Yanî êrîşî hebûna gelê Kurd û nirxên hebûnê hatîye kirin. Bi vê êrîşa ku dijî Denîz hatî kirin jina Kurd serî natewîne, wê hezaran Denîz berxwebidin û tola Denîzê rakin.

      Bi vê qetlîama hatî kirin dîsa carekdin dîyarbû ku parastina cewherî pêwîstîyek “nebe nabeye” û pêwîstîya jiyanêye. Îro pêkanîna parastina cewherî weke maf û erkekê di despêkêde ji bo ciwanên Kurd ji bo hemû gelê Kurd neçarîye. Li ser vê bingehê divê gelê Kurd bi hişmendiya parastina cewherî xwe rêxistin bike, di malên xwede,taxên xwede û bajarên xwede parastina xweya cewherî pêk bîne û divê konsepta îmhakirina Dewleta Tirk perçe parçe bike. Divê li Kurdistanê her mal bibe
senger, her tax bibe kelhe û ciwanên Kurd Kurdistanê ji qatîlên Kurdanre bike goristan.

       Em weke hêza parastina gelê meyê ku dibe armanca van hemû êrîş û komkujîyan emê li hemû taxên Kurdistanê û hemû bajarên Tirkîyê erkên xwe pêk bînin. Li ser vê bingehê em bang li hemû yekîneyên xwe dikin ku yekser derbazî çalakvantîya aktîf bibin û li herderî derbazî çalakîyan bibin.

Hemû yekîneyên me yên YPS/YPS-JIN li her qadê bi taktîk û rêbazên avaker wê bê navber çalakiyên tolhildanê bikin û wê ji rejîma çete ya AKP-MHP tola xwe rake.

Kordînasyona YPS/YPS-JIN

18’ê Hezîrana 2021

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *