Li 6 taxên Farqînê 27ê Mijdarê hat pîroz kirin
Şeva 27ê Mijdarê li taxên Tekel, Mescît, Bağlar, Ferîdûn, Yenîşehîr û Bahçelîevlerê ji aliyê endamên me yên Tîma Mîsîlemê ya Şehîd Denîz Poyraz ya YPS JINê ve bi boneya 43’emîn Salvegera PKK’ê bi hemwext fîşekên hewayî hatin teqandin.
Her salekî PKK manîfestoya berxwedan û têkoşînê ye. Di pêşengiya Rêber APO de bi hînkirina berxwedan û têkoşînê gelê Kurd ê ku bi tunebûnê re rû bi rû maye re bûye rojek ji bo pêşerojê. Em diyar dikin ku em ê vê felsefeya berxwedan û têkoşînê ji xwe re weke rêber dibînin û emê xeta wê bişopînin. Em sala 44’an a têkoşîna PKK’ê silav dikin û soz didin ku em ê bi pêşengiya jinan bi ser bikevin.
Tîma Mîsîlemê ya Şehîd Denîz Poyraz
30ê Mijdarê 2021