• Home
  • Giştî
  • Salvegera damezrandina 6’an ya YPS’ê Pîroz be!

Salvegera damezrandina 6’an ya YPS’ê Pîroz be!

By on 20 January 2022 0 949 Views

Ji bo gelê Kurd ên Dilêr û hemû Gelên Şoreşger- Demokratîk;

Di nav dîroka me ya têkoşînê de, salvegera 6’an a YPS’ê ku yek ji mînaka bêhempa ya vejîn û berxwedanê ye, pîroz dikin, di şexsê şehîdên me yên leheng de ku pêşengên vê berxwedanê ne hemû şehîdên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin, em careke dî diyar dikin, bi baweriyeke mezin, dilsozî, lê rawestiyayî û biryardayî ê şerê azadiyê ne ku şehîdên me ji me re mîrate hiştiye û bi divêtiya dilsoziya bi bîranîn û îdîaya wan em ê hedefa xwe ya ‘Bi Rêbertiya Azad re Kurdistana azad” bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

Ji bo gelê me yê hêja û ciwanên Kurd;

Têkoşîna me ya ku li ser îdeala azadiyê ya gelan hîmê wê hatiye danîn, bi anîna ser zimên ya heqîqeta ”Kurdistan mêtingeh e”, bi lêgerîna vîna mirovê azad, hevgihaştina dîrokî pêk hatiye. Ev hevgihaştin ji bo civakên ku hatine kolekirin, mêtingerkirin, tine hatine hesibandin, her cure êrîşa fizîkî, çandî, civakî hatiye ser wan, bûye xala hevpar.  Sedema me ya têkoşînê jiyana bi rengê xwerî ye. Jiyan jî di navbeyna lêgerîn û xwedîtinêde ye. Xwebûyin, pêşveçûna li ber ronkahiya dîrok û çanda xwe ya civakî de, ji bo hemû mirovahiyê, bîreweriya xweparastinê ya bi rengê reflekseke sirûştî xwe daniye holê. Ev rengê xweparastinê weke ‘xweparastinê’ ango parastina gewherî rû daye û ji bo civakan tê maneya jiyanê an jî nejiyanê. Ya ku desthilat bi hezaran sal in hewl didin bi dest bixin ew e ku vê vîna mirovan ji wan bistînin, ango vîna jiyana azad ji wan bistînni. Parastina nirxên gelê Kurd, ên dîrok û civaka me, li dijî hemû êrîşên pergala desthilatî ya dewletî ji bo me bûye bivênevêyek. Weke Rêbertiya me diyar kirî, ‘jiyaneke ku têkoşîna wê nayê dayin ne xwedî maneyekê ye”.  Ji bo wê heqîqeta ku civakîbûna gelê Kurd ê qedîm pêkan kiriye bijîn, ji bo vê em ê li ber xwe bidin û şer bikin. Kana vê berxwedana me, bîra me ya civakî ye ku redkirina heqîqeta me nepêkan dike.

Ji bo gelê Kurd yê welatparêz û ciwanên şoreşger;


Faşîzma TC li dijî rastiya me ya neteweya demokratîk sala 2021’an bi rêbazên derî mirovî ku nayê bîra mirov hewl da ku bi me paş ve gav bide avêtin. Qoza wan a herî mezin jî, piştî ku êşên giran bi me dane jiyîn, ji bo ku van êrîşên me tim zindî bihêle, rêbazên der exlaqî bi kar tîne; li ser vê, xwestiye ku biçewisîne, bixe bin kontrola xwe û vê rewşê me bi bide qebûlkirin. Cenazeyê Agît Îpek bi rengekî parçebûyî bi rêya postayê re ji dayikê re şand, tiştên Agît ku di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûyî bi rengê emanetê, piştî 7 salan dane dest dayikê, ji bo ku îxanet ebûl nekirin mirovên me yên welatparêz ji helîkoptêrên avêtin, piştî ku dilê wan bi êşkenceyê rehet nebû, bi rêbazeke ku her kes bibîne û bibîhîse ev rêbaz hate hilbijartin, her wiha weke li Konyayê û di mînakên Deniz Poyraz de hatî dîtin, derdora faşîst  Tirk sor kirin, berê wan dane gelê Kurd, dane kuştin, ji bo ku ciwanên me li ber çavê me gav bi gav bidin helandin mehkûmî madeyên tiryakê kirin, ji bo ku hilweşandîna civakî bi me bidin jiyîn keçên me yên ciwan xapandin, an jî bi zorê tecawiz li wan kirin, berê wan dane nav fihûşê, îsal gelek mînakên wiha em jiyan. Tenê rêyek li gelê me hate ferzkirin, ku ji dewleta ku berpirsê van hemû kirinan e, ji faşîzma AKP-MHP’ê hiqûqê bigerin. Ên ku li hiqûqê digerin jî dawiyê wan davêjin zindanan. Faşîzm vê rêya xitimî, li xwe vegerok li me ferz dike. Li aliyê dî weke tişta ku li Malbata Şenyaşar hatî kirin, beşek ji Kurdan jî, ji bo ku xwe bi faşîzmê bidin şîrînkirin, destek dane qirkirina gelê xwe, dawiya wan jî bûye weke Tahir Guven an jî Rayberê di dîrokê de.

Ti hêz nikare heq ji rawesta rêxistinî û bîrewer a civakî derkeve. Ev rastî ji hêla dîrokî ve hatiye ispatkirin. Ciwanên me û gelê me yên bi vê bîr û baweriyê sala 2015-2016’an, li dora berxwedana xwerêveberiyê, li dora tevera avakirina xweparastina xwe, ango li dora YPS’ê kom bûne. Li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Farqîn, Gimgim, Silopya, Dêrik, Wan, Stewrê, Kerrboran, Şemzînan, Bismil, Sêrt û li qadên din, ev têkoşîna bêhempa destkeftiyên mezin bi dest Kurdan ve anîne. Belê giran bû lê rabûna herî birûmet û biryardara a gelê Kurd bû ku ji bo dijmin rabûna herî taloke bû û redkirina herî mezin a civakê ya li dijî dewletê bû. Hemû cîhan bû şahid ku vê pêvajoyê tirseke çawa bi dijmin re çêkir û şikestineke çawa pê da jiyîn. Bi kurt û kurmancî weke fermandar Çiyager gotî, ‘Çi dibe bila bibe encam bêhempa bû’.

Xeta berxwedanê ya YPS-YPS JIN weke ku bi çend mînakên li jorê hatin diyarkirin, weke encama êrişên rêk û pêk ên li ser gelê Kurd li ser hişmendiya xweparastinê afiriye. Li dijî Kurdan ên kubi fedakarî hewl dan tevlî pêvajoya çareseriyê ya sala 2014’an bibin, di salvegera Lozanê de 24’ê Tîrmeha 2015’an êrişên topyekûn hatin destpêkirin. Ev êrişên bi zanebûn hatin plankirin, dewama dek û dolabên qesrê yên Osmanî bû. Hewldana wê yekê bû ku hesreta azadiyê ya gelê Kurd a bi pêşengiya Rêbertî bi têkoşîna 30 salî mezin bû, careke din di ber de bihêle. Di demeke wiha de li hemberî van êrişên xayinane, bi sekna polîtîk a ‘ne bi te re be, wê bê te be’ berxwedana xwerêveberiyê hate nîşandan. Rastiya ku faşîzma dewleta Tirk di berxwedana xwerêveberiyê de dît, hêz û biryardariya me bû û îro jî di her kêliyê de bi vê sendroma berxwedanê û tirsa wê dijî. Berxwedana YPS’ê şehîdên YPS’ê û gel û ciwanên berxwedêr di dÎroka civakan de cihekî xurt girtin, sekna xwe ya pîroz gihand vê serdemê. Ya ku dikeve ser milê me hemûyan ew e ku bi her awayî xwedî li vê berxwedana hêja û pîroz derkevin û hêza çalakî û rêxistinî ya YPS’ê ku çanda berxwedanê ye, weke temînata serketin û rizgariyê bibînin.

Di vê xalê de gelê me biryar da ku wateyek mezintir bide berxwedanên xwerêveberiyê û li ser pêwîstiya xweparastinê biryarê bide. Ji bo domandina berxwedanên xwerêveberiyê û cihgirtina di nava refên parastinê yên YPS/YPS-JIN ku hêza wê ya pêşeng e, li her qadên ku em lê ne, roj roja rêxistinbûna li ser bingeha hişmendiya xweparastinê ye. Roj ew roj e ku em faşîzma Tc ya dagirker a ku weke mirî li ser milê me ketiye hilnegirin û binax bikin.

Bi vê bawerî û îradeya rêberê gelê me Mehmet Tunç, Sêvê Demîr û Pakîze Nayirs; Em soz didin ku em ê rûmeta têkoşîna xwe bi fermandarên jibîrnekirî yên berxwedanê yên leheng Çiyager Batman, Rûken Xoserî, Çeko Çatak, Xebatkar Bîngol, Îslam Gever û Zeryan Amed bi Rêbertiyê re bi encamdana dawî ya Kurdistana Azad tacîdar bikin.

Di sala 7’an a têkoşînê ya YPS’ê de em bang li gelê xwe û tevahiya ciwanên Kurd ên welatparêz dikin ku li qada ku lê ne tevlî hêza rêxistinî ya YPS-YPS JIN’ê bibin, bi rengekî pratîkî tevlî têkoşîna azadiyê bibin.

Bijî gelê Kurdistanê yê birêxistinkirî ber bi Xweseriya Demokratîk ve dimeşe!

Bijî Rêxistina me ya Xweparastinê YPS/YPS-JIN!

Bijî Serok APO

19’ê Çile 2022

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *