
Me Bi Bexşîne Mirovê Pîroz – DOXAN ÇETÎN
ME BI BEXŞÎNE MIROVÊ MEZIN!
Her çiqas ez şahidê bûyerê yê zindî me jî,ez bi qasî we nikarim vê çalakiya pîroz rave bikim. Û ez di xwazim buyerên kû min wê rojê dîtî weke heyî bînim ser ziman. Lê belê ger kû hûn destûrê bidin min weke xwandekarek yê we ez dixwazim vê çalakiya pîroz û sekna fermandara we ya wê rojê bi we û xwandevanên we re parve bikim. Ji bo kû hûn û xwandevanên we bi zanibin kû ev sekna fermandara we ya wê rojê û çalakî çawa çêbuye.
Mehmet TUNÇ
Werza havînê ya sala 1996…
*… Ez bi demê re êdî bıbûm pispor û şefê tîma Bando yê. Li gorî bernameyê di pêşiya me de cejneke girîng hebû. Lê ger kû rastiyê vebêjim ne cejneke olî û girîng bû. Lê belê ji bo Komara Tırkiyê pir girîng xuya dikir. Li gor wan 30’ê Pûşpera 1996’an 67’emîn salvegera rizgar kirina Dersîm’ê ji Rusan bû. Em weke tîma Bando yê, me provayên taybet di kir. Hemû amedekariyên me li ser rê û resma cejnê bû. Helbette, me ne di zanî jineke Kurd amadekariyên xwe dike û ji bo ji me re bêje “hûn bi xêr hatin” rawesta ye!
Werza zivistanê ya sala 2016’an…
Pêla berxwedanê ya kû her çar aliyên Kurdistanê pêçayî, bêhna pîroz ya şoreşa Rojava gihandibû kolanan. Dibe kû ya di hat kirin ne weke avakirina afirandeyeke bi rewneq bû, lê belê bi wan kolanên kû bistehî lê deyndar bûn, ew çeperên kû bi têkelbûna dehan destan, bi kevirên gewr hatîn honandin , weke kû cînhan jî bi ser de bi hatiban wê rawestaban bû. Weke mizgîniyek kû ji dest belavî dest dibû.
Pêşketinên kû heyî ji bo dujmınê wan ne zêde dilxweşî bû. Em bi vîna xwe, xwe bi xwe û ji bo azad jiyan kirinê bi daxwazên xwe yên herî bê guneh bi plana kû bi jehra “xezeba welat” şêlo bûyî re rû bi rû di man. Pêşketinên heyî ji bo Komara Tırkiyê pir girîng xuya dikir. Ferman hatibû girtin, her çiqas tiştên bi hatiban jiyan kirin ji planên herî qirêj bûya jî wê bi gihiştiba armanca xwe. Wê çong danîbana! Ji bo vê jî kevir li ser kevir, serî jî li ser serî ne di ma. Wê bi ketibiyan bajar, yên berpirsiyar bi hatiban seza kirin tirs hatiban ava kirin, bîat kirin bi hatiban pêş xistin. Çong danîn sembola vê bû. Ya herî girîng bû…
Helbet jî, di pêşengtiya lehengek yê gel de, kesê ne di zanî, hinekan jî xwe amade kiribûn ji bo ji artêşa kujer re bi bêjin “hûn bi xêr hatin” rawestabûn, wê dika dîrokê bi hêsanî ne hatiba berdan.
Ew roj ji bo her dû aliyan jî girîng bû. Biwêjek heye kû di bêjin; “ tû sûdek yê tirsê ji ecelê re nîne” ya me jî tiştek wiha bû. 30 Pûşpera 1996… Demjimêr 17:00 ez li pêşiya bandoyê, leşkerên tabûrê bi cilên kû taybet ji bo cejnê hatibûn amadekirin li pişt min û bi tîma bandoyê ve em ketin qada Cumhuriyetê ya Dêrsim’ê. Li gor bernameya kû hatî amade kirin, em weke leşker, me yê hûnerên artêşa Turk pêşkêş kiriban. Emê di pêşiya Protokol, bedena Atatürk û girseya gel re derbaz bûna û me yê silav bida gel û protokolê. Bi kurtasî me yê hûnerên artêşa bi şan raxistiban.
Cizîr ji bo herdû aliyan jî ciheke girîng bû. Cizîr’a kû di Kurdistan’ê de pêşengê serhildana destpêkê û serhildanên mezin kû dilê Botan’ê, weke lûtkeya pêxistina wî agirê mezin bû. Di vir de helwesta destpêkê, gotina destpêkê wê bi keve dîrokê, wê weke alekê bi hata hilgirtin û tiştên hatîn jiyan kirin weke pusulayekê wê rê nîşan bi da. Her kes vêya di zanî, her kes!
Tişta kû Cizîriyan di xwest zelal bû. Ev zelal bûn ji bo fêz û hêrsa pêşerojeke kû ji berê ve di hat maf kirin ronahî dida, hêza tu peyva têre ne dikir kû berovajiyê vê iddia bike. Di xwestin kû ew destên kû bi mebestên xirab li ser vî bajarê kevnar yê kû xwediyê wê bûn, werin kêşan, jiyan di kolanên Cizîr’ê de bi hezar û yek rengên Kurdî azad were jiyan kirin.
Dem zû de ji demê kû “aliyê pêşber” hesaban dikir derbaz bibû, plan hatibû amadekirin. Bi cil û bergên taybet kû li pişt wan jî bi her core teknîka şer ve wê hilweşandin weke toze bayeke li ser bajarde bi ketiban. Hemû hêza mirinê wê ber bi qadê ve bi hatiban dehfdan, bi karanîna hemû teknîka di dest de heyî wê bi pêla êrişeke kû gel dixist serê nîşangehê hemû hûnerên xwe yên şer nîşan bidaban. Balkêş bû!ruxmê her tiştî jî weke kû zaliman xeberdarbûn wê rû bi rûyê çi werin. Lê belê tû sûdek yê tirsê ji ecelê re nîne.
Êdî dor hatibû me ango artêşa bi şan. Artêşên Oremar, Bêzelê û Zap!. Ez 5 metran li pêş tîma Bandoyê, bi şêweyê rê û resim di pêşber girse û protokolê re derbaz dibûn. Ji ber kû çovikê Bandoyê di destê min de bû, min ji leşkerên din bêhtir di karî li derdorê xwe meyze bikim. Lê belê tişta kû li wir herî zêde bala min kişandî, ciwanê kû serê her deqqê bi hinceta pêlav boyax kirinê di ket nava me kû di got “ bira ez pêlava we belaş boyax bikim?”. Dema kû ji nava leşkeran derdiket jî rast di çû nav girseyê de. Belê, me wê demê ne di zanî kû ew ciwan hevalê, hevala Zîlan’e û heval Zîlan jî di nava girseyê de li benda nêçîrê ye, ji bo vê jî li cih û demeke guncav di geriya.
Kolan qet ne weke xwe bûn. Qet ev qas bi xurûş, qet ev qas wekî xwe nebû. Ew tirsa kû di hinavê wan de bi cih ne dibû, serdegirtinên bi dem û bêdem yên tirsê, gunehên qelp(sexte)yên li wan awirên ji rê derketî di geriyan terikîbû. Di nebûna wan de ne bayeke sar, li xwe geryaneke bi xurûşa zarokekî belav dibû.
Yên kû herî zêde balê di kişand jî, yên kû hewaya mîhrîcanê belav dikirin, zarokên vê axê yên xwediyê awirên bi şanaz û ji xwe bawerbûn. Weke kû mêrxasiya kû ne distiran çîrokan li sermilê wan hatibû neqişandin. Weke bîrdariyên xweşikbûnê kû mirov ji meyzandinê têr nabe bi baldarî li serê kolanan hatibûn bi cih kirin.
Bi vî awayî ji rewşa xwe dilxweş, bibûn dîlgirtiyê awirên dayîkên Cizîr’ê. Weke sembolên azadiyê kû bi roj li kolanan hatîn honandin, bibûn mêvanên bê gazind yên çîrokên xweş kû şevê tije dikirin. Di bin wan cilên tenik yên kû qet mebesta wan ya berxwedanê tûne bû li hember wê seqema Cizîr’ê, ji bo niha çekên kû berê lûleya wan li erdê bû di hildigirtin.
Ji bo niha ne di hat zanîn kû ev qas Egîdên çavên wan bi evîna azadiyê pêçayî, ev qas ciwanên bi axa xwe re soz dayî, ev qas çavreşên bi mebesta ders dayîna dîrokê buyî rêhevalê mirovê mezin, ji bo hevdîtineke mezin xwe amade kirine, hemû bi hev re dibûn bajarek, vegeryabûn ruhê bajarekî.
Bando li sirûda “em leşkerên bi şanin” dida û em jî ber bi nêçîrvana xwe ve di meşiyan. Di carekê de, jineke dû canî kû her dû destên xwe weke bazekê vekirî û ber bi leşkerên venêrînê di kin ve di hat derket holê. Di navbera min û wê jina pîroz de du metre mabû, lê wê min derbaz kir û çû. Ya rast ji ber dengê dahol û trampetê tam ne dihat fam kirin kû ew jin çi di bêje. Lê belê, ger ez ne şaş bim destpêkê ji leşkerê kû wê lêgerîn bikirba re got “zarê min”. Ev peyva wê ya “zarê min” bû sedemê kû rê jêre were vekirin.
Ji wan wesayîtên zirepoş yên kû bajar dorpêç kirîn ew gefên kû qet ji kanciya xwe şerm ne dikirin bi hevkariya awazên kirêt bilind dibûn, sirûdên “em leşkerên bi şanin” di hatin lêdan.
Dîsan ji nişka ve çav li cihê kû di hat zanîn di geriya, di nîva kolanê de diyar bibû, dayîka kû li bendê mabûn çengên xwe vekirîbû û li ser hev di peyîvî, bi rêxistin dibû. Bi dehan cara dûbare dikir kû divê bajar neyê terikandin, yên kû li bendê bû yek yek rêz di kir, ji bo her kesê daxwaznameyek ya fedekariyê derdixist. Bajar, tişta kû divê were kirin yek yek ji wê fêr dibû. Pişt re ji bo her tiştî, tişta kû ji bo berxwedanê pêwîst weke kû ji tê xwastin zêdetir pêre heyî bi camêrî li nav dilê wan di çand. Ji xwe wêrektî belav kirin ne karê her kesî bû.
Her çiqas di rojên pêş de ew dengê xira kirinê li ser bajar di ket jî, tenê dengê wê ne di rawestiya, tenê ne di karî ji bo dengê wê yê di got “em ê heta dawiyê bi berxwedanê, radest nebin” bi gihe her mirovî bibe asteng.
Ew qas bi profesyonelî tevger dikir kû mirov matmayî di hêla. Ewleyî ne karî wê asteng bike, kamera kêş jî wê di xist qeydê. Weke kû wê biçe govendê tevger dikir. Piştî kû min pêlav û qabloyên wê dît, min got qey ew qabloyên mîkrofonêne û ew jî parçeyek ji pêşengehê ye. Ji ber kû tîma me ya Bandoyê ji 9 kesan pêk dihat, qet bi me re eleqeder nebû, bê kû raweste di çû nava yên payebilind û cihê kû zêde leşker lê heyî.
Ew qasa ji xwe bawer û gotinên wî ji bo hêviyên derdor bersivên ewqas mezin bûn kû mirov matmayî di hêla. Wî, li hev ketina mezin û dîrokî weke kû pîrozbahiyek rêz bike bi rêve di bir. Di nava wan cilên dilnizim yên her carî de tû cûdahiyek ya xwe ji yên li derdora xwe nebû. Berovajî wê, ji her kesî zêdetir di nava toza kolanê de mabû. Bi rihê xwe yê spî û dirêj bûyî ve ne dihêla kû peyv ji Egîdiya wî ya 20 salî re derbaz bibin, pêlavên wî yên ber bi qetanê ve jî, wî qet ne di xist rewşeke kû dilê mirov pêve bi mîne de.
Weke kû her tiştî derbas kirî, dev ji her tiştên kû ji rêzêne berdayîbû. Ber bi rizgarbûneke hêsan ve ne diçû, di bin çavên xwe re jî li encameke ya revê ne di geriya.
Dema kû berxwedan bê hempa berdewam dikir, wî di nava bajar de, bi bajar ne terikandinê bû parçeyek ji vê çîroka kû jiyana sivîlan di parast, ji vala vala qurbanî bûnê xwe di parast. Ew jêrzemînên kû di bajar de serdana wan qet ne di hat kirin, di nava peyvînê de jî li rasta wê ne di hat, bi bûn stargeh. Ew jêrzamîn jî qet li gor karanîna wê demê ne hatibûn ava kirin. Ew çar dîwarên kû encaq wan çîrokên ji rêzê yên jiyanên dilnizm di girt nava xwe, niha bi dehan dilan xistibû nava xwe. Bi dehan çîrok, bi dehan bendewarî, dibe kû dîrok û hêvî… Mehmet li her jêrzemînê di geriya, ji bo pêşwazî kirina hemû pêwîstiyan di beziya, ji bo hemû bê hêviyan di bû stargeheke ronî. Li hember hovitiya xirakirina hemû dîwarên bajar, kulmek evîndarên cizîrê bi Mehmet re li ser piya di rawestan.
Piştî kû ket nava leşkeran êdî qad ji deng û terman vegeriya roja mehşerê. Ji ber kû teqîn di nava leşkeran de çêbû zêde bandor li ser tîma me ya bando yê ne kir. Lê belê ji tabûra me 22 leşker mirin. Ez jî di navde, bi dehan kes birîndarbûn. Lê belê weke hemû çalakiyên kû di roja me de li Kurdistan’ê çê dibin, dujmin ji 22 kuştiyên xwe tenê 8 kuştiyan da…
Cizîr vegeriyabû qada rikek mezin û berxwedaneke bêdawî. Bi qasî berxwedêran, çîroka li hember zulmeke çawa li ser linga mayînê ya li hember tiştên kû di jêrzemînan de hatî jiyan kirin, Kurdistan’ê vegerandibû cihê mehşerekê. Cizîr bibû ala çawa û ji berçi wê li berxwe bidin. Çîrokeke mezin di nava herdû singên Mehmet de, bi teqîneke kû di nava dilê dujmin de geş dibû dawî lê di hat. Plan mirîbû, tovê tirsê vegerya bû tozê, bîat kirin bi dûjîna şêlo biribû. Di dawiyê de çong ne hatibû danîn.
Dîsan telefona Mehmet lê xistibû. Ji Televîzyonê lê di geriyan. Axaftina wî ya dawî be jî, wê weke her carî hemû hêza xwe kom kiriba û weke her carî wê axivîba.
Dema kû telefona wî hê lê dida, bi çavên xwe hemû hevalên birîndar di ber çavan re derbaz kir. Wê wan jî axaftinên wî bihîstiban. Di van kêliyan de birînên xwe ji bîr dikir. Gelek tiştên kû di xwest bêje yên kû kom buyîn, bi daqurtandina peyvan dest bi axaftina xwe kir. Ruxmê kû bi qasî bajarek tiştên kû bêje hebû jî, di vî demî de, aniha tiştên rast gotin ji zana bûna wî ya ka dîrok çawa tê nivîsandin bû. Cara dawî wê bajar, berxwedanê û rewşa birîndarên kû li jêrê kom dibûn bi gotiban. Dema dor hat gotinên wî yên tê zanîn carekê de Mehmet rawestiya. Ji ber kû dixwest gotinên wî di dil û mejiyê mirovan de bi teqe, ne dixwest kû hêza xwe ya dawî vala bi mezixîne. Ji nava xirabeyan derket hema wisa li valatiyê, li asîmanan nêrî. Wê gotina xwe ji dîrokê re berdaba. Weke kû ji dîrokê re di axivî, her wekû dijber gengaz be Mehmet got, “bi me şanaz bin”. Gotina wî destpêkê ket nava dilê bêjerê kû li ser şaşeya televîzyonê bû. Şanaziyê hêdîka ala xwe kişand jorê. Mehmet got: “me çong ne danî, bi me şanaz bin”. Weke kû xebera dawî ya tiştekê bide. Gotinên wî bûn derdeke mezin ket nava dilê dujmin. Weke kû bêje “em bi serketin” di got “me çong ne danî.”
Serokê min, ger kû em rast baxivin, weke we jî dayî diyar kirin, ev jina pîroz û çalakiya wê ya pîroz bi çend gotinan anîna ser ziman ne guncave. Lê ez niha fam dikim kû we çima wê Şehîdê ji xwe re weke fermandar hilbijartiye. Her kû ez dîmenên wê roja çalakiyê tînim ber çavê xwe û sekna wê xwedawendê ez di bînim, ez gotina we ya “Zîlan xwedawende” baştir fam dikim. Me bi bexşîne jina azad…
Niha her kes di zane kû Mehmet bi çend gotin yan jî bi berhev kirina çend çîrokan nayê gotin. Niha her kes buyerên kû di werza zivistanê ya sala 2016’an de di bajarekî de hatîn jiyan kirin nû fam dike, gelo çima gel mirovek wisa ji xwe re pêşeng hilbijartiye, çima li pey vê rêwîtiya kû tenê rawestgehek kû ji berdêl pêkhatî di meşin. Dengê wî ji ber çi vedide, ew gotin çawa bûn alek… careke din berxwedana dîrokî ya Cizîr’ê bîne ber çavan, bi dubare xwendina wê sekna destanî ya vî mirovî, hemû gotinên xweş yên kû ji bo wî werin mezaxtin, ew jiyana xweşik kû ji bo wî were jiyan kirin, hemû şerên pîroz kû mirov ji bo wî bi keviyê, niha em baştir fam dikin.
ME BI BEXŞÎNE MIROVÊ MEZIN!
Ev beş ji roj nivîsa lehengê Gel yê berxwedana bajarê Cizîr’ê Mehmet TUNÇ hatiye wergirtin. Mehmed TUNÇ di van jêgirtinan de bi xîtaba Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan re şahidiya xwe ya çalakiya fedayî ya Zîlan (Zeynep KINACI) ya li hember pêşwaziyek leşkerî ya li Dêrsim’ê kû di 30’ê Pûşper’a sala 1990’an de tîne ziman. Di dema vê çalakiyê de di pêşwaziya leşkerî de wî bi xwe wekî leşker cih girtiye û di pêşwaziyê de wekî şefê koma Bandoyê şahidî ji bûyerê re kiriye.
Doxan ÇETÎN