
Ji Bîr Kirin Xiyanete
JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD EKÎN Û ŞEHÎD AVESTA
Nasnav: Ekîn MEYSA
Nav û Paşnav: Suzan TURGUT
Cih û Dîroka Şehadetê: 06 Sibat 2017
Nasnav: Avesta ŞENGAL
Nav û Paşnav: Sevgül ÇAKAR
Cih û Dîroka Şehadetê: 06 Sibat 2017
Heval Ekîn dengê jiyanê yê di keniya bû. Dengê wê, vedana qêrînên hemû jinên lal bû. Di tîqetîqa kenê wê de evîna zarokên rû bi ken yên welatê min ê dîlgirtî hebû. Mirovatiya kû di çavên xwe de bi cih kirî bi ronahiya di dilê xwe de, da jiyan kirin. Di rêwîtiya heqîqetê de her dem bi eşq û xurûş meşiya. Rêwîtiya xwe ya herî dawî jî bi Heval Avesta re domand. Her çiqas weke rêwîtiya dawî be jî di rastiyê de ew, rêwîtiya wê di bêdawîtiyê de ber bi nûbûneke mezin ve bû.
Her çiqasî em hewil bidin bi nivîsin jî, nivîsên me li hember bîranînên wê yên mezin lewaz di mîne. Nivîsandinên me bi fedîkirineke mezin kûr li jiyana wan di nêre. Me dilê xwe kir meskenê jiyanê yê şehîdên xwe. Me xwest kû em ji dilê xwe bi herikînin ser kaxezan. Tenê hêza pênûsa me karî wan dilop dilop bi herikîne.
Kîjan wênesaz di karî welatê kû di çavên Rêber de wêne bike?
Kîjan helbestvan di karî mirovahiya di dengê Ekîn de bixe helbest?
Hêviya di kenê Denîz de çawa tê gotin?
Ji bo vegotina wan pêwîstî ber bi heqîqetê ve meşîn heye. Pêwîste mirov bi zanibe bi terwendeya hûnermendekê jiyan bike. Em soza her dem jiyan kirin û dayîna jiyan kirina şehîdan didin. Daxwaza me ya herî mezin di xeta wan de em Kurdistaneke azad li pey xwe bi hêlin û em hev bibinin.
“Ji Bîr Kirin Xiyanete”
Rêber Apo
*************************DAWIYA RÊZE NIVÎSÊ**************************