
“REŞKO” – Firat Destan
“ÇAVÊN REŞKO DIRÛŞMA DESTANEKE BÊ DAWÎ QÎR DIKIR”
Kod Adı: Reşko
Adı Soyadı: Rıdvan EKİNCİ
Doğum Tarihi ve Yeri: Batman
Şehadet Tarihi ve Yeri: 2016/Cizîr
Di serê salên 90’î de dema kû Torosên spî yên Jîtem’ê di kolanan de ji bo wajoyan li ser failên nediyar bavêje digeriya, di pêvajoya kû Hizbûllah’ê di jêrzemînan de hovitiya girêdanên berazan pêktanîn, Ridvan wekî zarokê dawî yê malbatê li Êlih’ê hat dinê. Her çend aqilê wî yê zarokî fam ne dikir ka çima Torosê spî û girêdanên berazan Kurdan di kujin jî, çavên wî mirovên kû di kolanan de di nava xwînê de razayî û mirovên wan yên kû hinekî dûrê cenaze demekî kû newin kuştin ji bo cenaze bigrin rawestayîn li mejî kolabû. Çavên wî diroka gelê Kurd, çarenûsa wan, bê nasnamebûna wan, nebûna wan, bê bêhniya wan, bê derfetiya wan li mejiyê xwe kolabûn. Kî di zane dibe kû wê demê, ji bo xwe bigihîne yên kû dîrokê ji nû ve di nivîsandin agirê azadiyê beyî bû çavên wî. Çavên wî pir xwebexş, bi kelecan, azad, şad; dilê xwe li têkoşîna azadiya Kurd danayî, çavên wî biryar dabûn da bibin yek ji şervanên cengawerên di dîroka Kurdan de wekî “Reşko” di hat zanîn.
“Reşko” êdî dest bi nivîsîna çîroka xwe li pirtûka Kurdan ya kû nû nivîsîna wê qediyayî kiri bû. Hêrsa kû di bîra xwe de kom kirî ya Torosên spî kir kevir û veweşand li serê dujmin. Pişt re jî evîna tekoşînê bû. Li her cihê kû çûyî çavên wî evîn li derdora xwe belav kir. Her kû mezin bû evîna wî jî mezin bû. Her kû şer dikir, agirê azadiyê yê di çavên wî de gur bû, gur bû. Ev evîna mezin wî ber bi têkoşîna bi rûmet ya kû gelê wî li Cizîr’ê dida ve dibir. Çavên wî êdî li kolanên Cizîr’ê li her cihê kû temaşe dikir, şopên xwe dihêla. Çavên Cizîr’ê temaşeyî destanek kû ji nû ve dihat nivîsîn dikir. “Reşko” derman xistibû çongên gelê Cizîr’ê yê kû “çong ne di danî û bi hevalên xwe yên kû dizanîn “ wê encam rewneqdar be” re dibû neferek yê berxwedanê.
Diya wî di gotê “Reşko”. Dema kû qêrînên kezeb şewat di lorand dîsan ji devê dayîka wî “Reşkooo” derket. Reşko giha bû rêhevalên xwe yên azadî di çavên wî de nas kirî, xwe berda bû himbêza bê dawîtiyê de.
REŞKO
Diya te ji te re di got “Reşko”,
Ma ji serencama bi hezaran sal di hûndirê te de bi xeber bû, nizanim.
Lê belê agirê Reşkoyan di çavên wan de di şewite, wê dizanim
Di 5 saliya temenê xwe yê destpêkê de, di otobûsê de,
Bavê me ji hejarî ne karî bû ji bo me bîtaqeyan bikire Reşko, tê bîra te?
Em jî li ber lingên diya xwe
Li ser paldanka kû me ne dikarî em ser rûnin, me xwe teng kiribû û em razabûn.
Herî zêde em dizanin dewsên mehfûra di zemîna otobûsê de kû li lamên me hêlayî, Reşko.
Herî zêde me dizanî di otobûsê de tama tehl ya mîdeya vala li ser dev hêlayî.
Yek ji rêwîtiyên destpêkê de kû di valehiya biçûk ya paldanka pêş de
Dema şiyar bûm, min temaşeyî te kir û min agirê çavên te de dît.
Ez zarokbûm Reşko lê min ew agir dît
Kû piştre em bi salan bi hev re mezin bûn.
Min ew agir tim di çavên te de dît.
Ji xwe dema televîzyonan got, min bawer nekir, Reşko
Agirê azadiyê yê kû di çavên te de ji yê jêrzemînan gurtir bû Reşko.
Ev bi benzînê nayê şewitandin Reşko, agirê Reşkoyan’e.
Diya te jî, dema digirî ji te re di got “Reşko”.
Ji çavên wê çirûskên agir dibarîn Reşko.
Agirê azadiyê Cizîr hemû dorpêç kir…
Firat Destan