• Home
  • NIVÎS
  • ŞEHÎD BAWER MÊRDÎN – FÎRAZ QEREJDAX

ŞEHÎD BAWER MÊRDÎN – FÎRAZ QEREJDAX

By on 6 January 2018 0 736 Views

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD BAWER MÊRDÎN

Nasnav: BAWER MÊRDÎN
Nav û Paşnav: MEHMET REŞÎT ALP
Navê Dê: EMÎNE
Navê Bav: MEHMETELÎ
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1989 STEWRÊ
Cih û Dîroka Tevlîbûnê:2011 BISMIL
Cih û Dîroka Şehadetê: 22 ADAR 2016 NISÊBÎN TAXA ELÎKA

 

Mehmed Şerîf Alp (Bawer Mêrdîn) li Gundê Cilîn’a girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdîn’ê ji dayîk bûye. Heyîna gêrîlla ya li her cihî kû wekî Tevgera Azadiya Kurdistan’ê li salên 1990’an û berxwedana wan ya li hemberî dujmin, li kêleka vê êrîşên dujmin, vala kirina gundan û di pêvajoya kû neçarî koçberiyê dikir, malbata Heval Bawer jî li rastî van êrîşan hatibû. Piştî kû gundê wan hat valakirin, gelê li vir jî malên xwe, rezên xwe û baxçeyên xwe ji neçarî hêlan û neçar bûn li navçe û bajaran bi cih bibin.

Malbata Heval Bawer jî li Bismil’ê bi cih dibin û jiyana xwe ya mayî li vir di domînin. Heval Bawer, ji bo debara malbata xwe bike hîna di temenê zarokatiyê de dest bi kar dike. Li Bismil’ê mezin dibe.

Heval Bawer di jiyana xwe ya sivîlîyê de tevlî gelek çalekiyên ciwanan dibe, her tim li hemberî dujmin berxwedaye û êrîşên dujmin yên kû heyîn, zulma wan ne pejirandiye û her tim dinava hewldanan de maye. Malbata Heval Bawer malbatek pir welatparêze. Piştî çend salan malbata wî dûbare vedigere gundê xwe û jiyana xwe berdewam dikin. Heval Bawer di sala 2011’an de ji navçeya Stewrê ya Mêrdîn’ê tevlî refên azadiyê dibe. Demekî diyar li çiya perwerde dibîne. Tevlî gelek çalekiyan dibe. Serdestbûna Heval Bawer ya li bejahiyê, hewildêr û çalakbûna wî her hevalî bandor dikir.

Min Heval Bawer di heyvên havîna 2014’ê de nas kir. Me sê salan bi hevre xebatên pratîkî kir. Mêrdînî bûn, li wir cihê kû ji dayîkbûyî karkirina wî pir girîng bû. Ji derveyê wê naskirina wî ya bejahiyê, ya girîngtir naskirina wî ya gel ji bo me avantajek bû. Ji ber wê yekê Heval Bawer her tim ji me re pêşengî dikir. Ji ber kû ew, hewildêr, çalak, xwe bexş û rêxistinî bû her hevalê di tîm û grûbê de dixwest bi wî re here ser erk. Dema kû Heval Bawer karek dikir yan diçû erkekî, karê xwe dirist dikir. Wî bawerî dida hevalan, di dilê hevalan de gûman çênedikir. Kesek rexnedar û rexnedêr bû, hîn zêdetir bi rexnedayînên xwe dihat naskirin. Wekî rêxistinî Heval Bawer qet ji tiştekî tawîz ne dida.

Di pêvajoya şerê 2014’an ya Kobanê de birayê wî Serhat Alp (Bawer Mêrdîn) tevlî refên gêrîlla bibû. Di payîza 2015’an de di êrîşa asîmanî ya li Çarçella de şehîd ketibû.

Her tim daxwaza Heval Bawer ya çalakî kirinê ji bo tecrîda li ser Serokatî, tolhildana heval û birayê xwe hebû. Her tim ji bo çalakî kirinê pêşniyarên wî hebûn. Piştî ragihandina rêveberiyên xweser, Heval Bawer derbasî Nisêbîn’ê bû. Li vir, li Taxa Elîka (Dîcle) cih girt. Di xebatên kolana xendek û barîqatan de bi kepçê xendek dikola. Şev û roj bê navber di xebitî. Heval Bawer wê demê ne operator bû, tenê ajokariya wî hebû. Ji bo karanîna kepçê pir hewildanên wî hebûn û karanîna wê jî fêr bibû. Disan demê kû xendek di kolan dujmin gullebaranek dijwar li ser wî kiribû. Baş bû kû Heval Bawer xwe rizgar kiribû lê belê kepçe bi temamî şewitî bû. Dema kû li Taxa Elîka bû pir bala gel kêşa bû ser xwe, gel ji wî hez dikir. Di her core xebatan de cih digirt. Her xebat ji destê wî dihat.

Dema kû Sûr û Cizîr di bin dorpêçê de bû çalakiyên wek segvanî, sabotaj û hwd. pêkdianî. Carekî çalekiyek pir mezin kiribû û zêdetirî 30 kuştî û 13 maşînên dujmin hatibû rûxandin. Piştî vê çalekiyê jî bi saxlemî vegeriya bû taxê. Çalekiya di xiyalên xwe de pêkanî bû û tola şehîdan rakiribû. Di hedefa xwe de bi israr bû. Dema kû keşfek dikir, ji nişka ve dixwest wê bixe pratîkê.

Piştî bi dawî lê hatina dorpêçên Sûr, Cizîr, Hezex û Dêrik’ê, dujmin hemû hêza xwe kêşabû li ser Gever, Nisêbîn û Şirnex’ê. Di dîroka 14’ê Adar’a 2016’an de dujmin Nisêbîn, Gever û Şirnex xistin dorpêçê. Dujminê kû fam kir gelê sivîl di taxên berxwedanê de nemaye, bi teknîka xwe ya heyî êrîş dikir. Heval Bawer di pêvajoya berxwedanê de li aliyê İpekyolu’ya taxa Elîka cih digirt. Dujmin dixwest ji wî milî ve bi keve taxên berxwedanê. Ji ber vê sedemê êrîş li vir dijwar dibûn.

Di hefteya dûwem ya dorpêçê de dujmin piştî kû teknîkek dijwar bi kar anî, bi peyadeyan ket nava taxan. Ev yekîneyên peyade dema kû li malekî kombûn hevalan mayîna kû berê de çandîn bi wan de diteqand. Bi vî awayî di jimarek zêde de dujmin dihat kuştin. Heval Bawer û hevalên din biryar dan kû çekan li ser dujmin rakin. Dema kû ji bo çekan li ser dujmin rakin dikevin nav dujmin dîmenên xwe didin dest segvanan. Heval Bawer li vir rastî êrîşa segvanî tê û ruxmê hemû hewildanan li vir şehîd dikeve. Ev şehadet ji bo me windahiyek pir mezin bû. Hem fermandarek hem jî çalekvanek xurt bû. Nivîsîna Heval Bawer û hevalên din erkê me ye.

 

FîRAZ QEREJDAX

  NIVÎS