• Home
  • YPS-JİN
  • YPS-JIN Ji Bo Şkandina Zincîra Koletiyê Ya Kû Bi Sedsalan e Li Ser Jinê Tê Ferzkirin Di Rolê Kilîlê De Ye!

YPS-JIN Ji Bo Şkandina Zincîra Koletiyê Ya Kû Bi Sedsalan e Li Ser Jinê Tê Ferzkirin Di Rolê Kilîlê De Ye!

By on 1 February 2018 0 1057 Views

Biloka faşîst ya AKP kû paralelê TC’yê ya kû xwedî hêzên têkdana kaosa kû li Rojhilata Navîn heyî ye û hewil dide tehakkûmên wê damezirîne li kêleka şerê topyekûn, bi tecrîda li ser şexsê Rêbertî tê pêkanîn kû tê xwestin dûbare planên Şark-ı Islahat bixin meriyetê, di armanca komkujîkirina gelê Kurd de ne. Wekî bersivek ya van hemû hewildanên faşîzan, bi derbas kirina miladek ya YDG-H û biryar girtina avakirina YPS’ê kû berxwedanên rêveberiyên xweser destpêkirî, bi ragihandina YPS-JIN kû yek ji herikînên şoreşgerî ye, li hember dogmatîzma li Rojhilat’a Navîn hukûm dikir û bi taybet jî ji jina Kurd re deriyên têkoşînek nû vebû. Bi agirê tolhildanê ya piştî berxwedanê gur bûyî, damezirandina YPS-JIN ya kû li hemû şehîdên berxwedanê hatî nav kirin, rolê modelek cîhanî hilgirtiye. Bi sonda tolhildana şehîdên me yên di jêrzemînan de hatî qetil kirin û hemû şehîdên me yên din kû berxwedayîn, roj bi roj mezin bûye û qadên xwe berfirehtir kirine.

 

YPS-JIN a kû bûyî heza pêşeng ya berxwedanên rêveberiya xweser kû dûbareya dîrokê tarûmar kirî, ji hêla gel ve jî bandorek pir mezin daye xuliqandin. Bi damezirandinê re YPS-JIN a kû bûyî dengê gel, xwe dispêre mîratek bi kok. Bersiva herî şînber ji bo pirsa “çima û çawa hat damezirandin?” çavkaniya xwe ji hîtap kirina her jinekî digire. Di naveroka xwe de azadiya jinê û xwe gihandina nasnameya xwe, ji bo rizgarbûna ji jintiya aşxanê li gel kû YPS-JIN avantajeke, ji bo şkandina zincîrên koletiya hişkbawer ya baviksalarî û emperyalîzm bi sedansal li ser jinê dide ferz kirin, di rolê kilîlê de bû. Jina kû bûyî afirandeya sereke ya hemû qadên qirêj kû wekî pergala reklamê, ji bo mîsyonek nû ji xwe re bi bijêre erkê rota yê girtiye ser milên xwe. Her jina kû gihiştî zanîna vê yekê bi parastina xwe, kariye hemû tabûyên hevsengiyên yoz û marjînal bişkîne. Bi taybetî jî berxwedana kû dayîkan di xendekan de nîşan dayî û bi temamî xwe berdêlkirina li parastinê, bûye sedemê ji takekesiyê hîn zêdetir bibin.

YPS-JIN Kariye Bibe Qêrîna Hemû Bêdengiyan û Zemînê Serhildanê Afirandiye!

Her çendî YPS-JIN ne yekem tevgera jinan ya hatî damezirandine jî di wesfê roniya hêviyê ya her jinê de ye kû vê mîratê bibe serkeftinê. Hêza me, bi wergerandina qêrînên hemû jinan ji bo tilîliyên keyfxweşiyê, bi vegera cewherê xwe parzakirina xwebaweriyê armanc digre. YPS-JIN  di heman demî de kariye bibe qêrîna hemû bêdengiyên kişiyayîn hev, bi hîtap kirina jinên ji her qadê zemînê serhildanê afirandiye. Bi hêwirandina van hemû tiştan, wekî bersiva tiştên hatîn jiyîn û werin jiyîn ez jinan vedixwînim xwe parastin, serhildan û zanebûna bi gavek pêş de avêtinê dikarin çi serbixin. Di serî de rêheval Asya Yüksel a kû yek ji jinên pêşengên vê damezirandinê ye û dayikeke, bi şopandina dewsên Şehîd Nûcan, Şehîd Rûken, Şehîd Zeryan, Şehîd Warbîn, Şehîd Binevş û bi milyonan jinên kû me nekariyî navên wan bijmêrin kû di Sûr û qadên me yên din de bi rûhê fedayî navên xwe neqşandîn û li gel bi serkeftinê tacîdar kirina xeyalên wan yên têkoşînê, em neçarin dûbare destnîşan bikin kû em stûbarê dayîna jiyankirina bîranînên wan in. Azadiya jinê kû Rêbertî wekî “projeya min ya nîvtemam mayî” bi nav kirî bi serxistin û yekane riya gihandina vê ya ji bo zanebûnê, bilindkirina berxwedanê heya radeya herî bilind û girtina pozîsyona parastinê re derbazbûna wê dikirpînê. Li ser van hîman, wekî xwediyê vê sekna pêvajo dixwaze, dibe bersivek ji bo pêvajoyê, bi îşaret kirina rêya azadiya jinê di berxwedanê re derbaz dibe, bi nasnameyên siberojên wê azad, bi vînek azad, bi hêrsa têkoşîna gav avêtinên li ser xakên azad, bi baweriya kûr kirina berxwedanê û  bi hêviya “Encama Rewneqdar” çêkerî kirina şer û bi şiyara azadiya Rêbertî bi kilîtbûna serkeftinê, ez di destnîşand dikim kû emê heya dawî berxwedanê bidomînin.

 

LORÎN ANDOK

19 Kanûn 2017