• Home
  • NIVÎS
  • JI BO KEÇA ASÊ Û ZAROKÎN YA GABAR’Ê

JI BO KEÇA ASÊ Û ZAROKÎN YA GABAR’Ê

By on 2 February 2018 0 796 Views

JI BO BÎRANÎNA RÊHEVAL BINEVŞ GABAR

Ji bo mirov qala te bikê pêwîste li asîmanan roj, li erdê ax be. Belkû wî demî dikarim hinekî qala te bikim. Ji bo qala te bikim pêdiviya min bi pênûsek serî şikestî, kaxezek qurmiçî û zarokên kû xeyalên wan li lûtkeyan heye. Her kû qala te bikim, dilê min dikeve bahoza evînê. Di hundirê min de agirê tolhildanê gur dibe, dilê min hîn zêdetir bi jiyan û azadiyê ve tê girêdan. Her kû qala te bikim; dilê min pêt bi pêt bi agirê tolhildanê dişewite. Ez zarokê tolhildana agir girtî me. Pêtên min dibe evîna agir û dilên hesret girtî dişewitîne. Ji bo yên bêrî kirî dibe hesret, ji bo yên evîndar jî dibe hêvî. Evîna min dibe Mazlûm, dibe roj; hesreta min dibe Zîlan, dibe azadî.

Di şîveriyên kû tê re derbaz dibim re ez qala te dikim; ji rêwiyan re dibe hêvî, ji tarîtiyan re dibe riya ronahiyê. Ez qala te dikim, her kû qala te dikim, tû di dilan de dibî kulîlka evînê. Her kû qala te dikim; zivistan werdigerin havînê, payîz werdigerin biharan. Her kû qala te bikim; hesreta min, hêrsa min, kîna min û hezkirina min hîn mezintir dibe. Ez li gel bageran, stêrkan, baranan qala te dikim. Li her cihê kû ba lê bigere, her cihê kû baran lê bibare, bi zindîbûna te, ronahiya te, ji bo her der şîn bibe, ji bo tû bibî bûka xakê, ji bo stêrk bibin hevriyê rêwiyan ez qala te dikim.

Lêgerîna rastiyan gihiştina azadiyê ye. Te jî wekî her ciwanê Kurd, wekî kû li azadiyê tî bûyî berê xwe da refên têkoşînê. Tişta kû te ji her jina kû tiyê azadiyê cûda dikir, ji xirxalên xwe rizgar bûn û bi xwe re tîbûna hemû jinan derbaz kirin bû. Tişta kû te ciyawaz dikir hilgirtina têkoşîna welatek bindest mayî û azadiya gelekî bû kû te wekî  keçek Kurd ya şervan serî li vê riyê şoreşê danayî bû. Ji bo van armancan tû bûyî rêwiyê vê riya zehmet. Di vê riyê de te bedena xwe ya narîn gorî azadî û serkeftinê kir. Teqez em ê bigihijin azadiya kû di berdêla wê de te bi qerisînê canê xwe feda kirî û çavên kû bi keseran tije bûyî wê bi kenê rojê bi kene û ew roj wê bibe roja me ya herî şad.

Bi te re rêhevaltiyek pir baş ya me çêbû. Rêhevaltiyek kû bi rêwîtiyek bi salan hilneyê, qasî kû tênivîs û qeder nikare binivîse pir mezin bû. Xwedî derketin û hêjayî vê rêhevaltiyê buyîn wê bibe rastiya têkoşîna min.

Rêhevala min BINEVŞ; dilê wê di kefa destê wê de, wekî avê pak, bi qasî kulîlkek li axê şînbûyî bi reng, evîndarê azadiyê…

 

 

EGÎD MÊRDÎN

07 SIBAT 2017                                             

 

  NIVÎS