• Home
  • DAXUYANÎ
  • Di Sala 20. Ya Komployê de bi Şiyara “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” Li Ser Hîmê Zanist û Vîna Cewherî, Em Komployê Vale Derbixin, Serkeftinê Mîsoger Bikin!

Di Sala 20. Ya Komployê de bi Şiyara “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” Li Ser Hîmê Zanist û Vîna Cewherî, Em Komployê Vale Derbixin, Serkeftinê Mîsoger Bikin!

By on 14 February 2018 0 713 Views

JI BO GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û TEVAYÊ HÊZÊN DEMOKRATÎK-KOMÛNAL 

 

Di 20. Sala komploya 15’ê Sibat’ê de li gel kû em hêzên komploger bi lanet dikin, bi şiyara “Hûn dê Ne Karin Roja Me Tarî Bikin” di şexsê Xalid Oral, Selamet Menteş, Aynûr Artan û Dayika Xedîce de kû li derdora Rêber APO bazinek ji agir çêkirîn de hemû şehîdên şoreşê bi minnet bi bîrtînin, girêdana bi bîranînên wan re, em soza xwe ya  li gel Rêber APO li ser hîmê hatina li gel hev ya civakek azad, di welatek azad de bênin cih dûbare dikin.

Bi sistema kû di wateyek teng de ji 9’ê Cotmeh’ê destpê kirî û 15’ê Sibat’ê bi dîlgirtina Serok APO derketî lûtkeyê kû di roja me ya îro de jê re “Îmralî” tê gotin kû li ser hîmek pir bi kok hatî avakirin de rastiya komploya navnetewî kû hîna tê xwestin were domandin de, bûye komployek kû di şexsê Rêber APO de beramberî hemû dînamîkên berxwedana sedsalê tê pêşxistin. Li hember komployek bi vî awayî berxwedana kû Rêber APO di rastiya xwe de dayî destpêkirin jî wekî giştbersivek kû hemû dînamîkên berxwedana civaka dîrokî pêşketiye. Komplogeran, bi berxwedana bi kok ya Rêber APO binkeftin jiyan kirine, rastiya komploya binketî di pêşengiya gelê me de di riya bûyîna serkeftinê ya tevayê gelên Rojhilata Navîn û mirovatiyê de wergeraye berxwedanek pir bi hêz. Bi spartina “Derewa Mezin ya Civakê” bi berovajî kirina rastiya herî bingehîn ya mirovan, sîstema şaristaniyê kû wekî sîstema komployê ya kû spartî dek û dolap, xapandin, bê dadî, zulm û zordariyê kû li ser mirovan tê ferzkirin de li hemberî xweza û civakê,  bi spartina rastiya herî xwerû ev serkeftin wê di heman demê de bibe serkeftina herî mezin ya mirovahiyê. Têgeha azadiyê kû Rêber APO  bi dayîna qezenckirina nasnameyek rastiya civakî de hatî xuliqandin, li hemberî hêzên şaristanîger yên kû nûnerên vê komploya mezin in, raveya herî mezin ya berxwedanek li ser hîmê serkeftinê ye.

Gelê Me Yê Welatparêz û Tevayê Hêzên Demokratîk-Komûnal;

Di komploya navnetewî ya kû di destpêka ss 20. ‘an de li hember gelê me hatî pêşxistin de TC’ya kû rolê hêşedarê sînor di leyîze, di dawiya ss 20’an de, di komploya kû  li ser şexsê Rêber APO beramberî tevayê gelê me hatî pêşxistin de jî wergirtina rolê gardiyantiya navneteweyî, dibe raveya rastiya bi lanet ya sîstema desthilatdar ya Tirk. Ev sîstema bi lanet ya kû bi hatina li gel hev ya  olperestî û nîjadperestiya bi  hevkariya  AKP-MHP ya nûjen rasthatineke herî xirab dixin berçav, bi her şêweyê xwe û her aliyê xwe ve tûnekirinê maf dike. Ji ber kû ev rastiya bi lanet, hebûna xwe li ser komkujiya fîzîkî û siyasî ya gelê Kurd ava kiriye. Komkujeriya kû wekî rûyê herî kirêt û herî zalim yê komplogeriyê, li hemberî rastiya gelê Kurd de rêbaza yekane ye.

Lê belê di serê ss 20’an de komploya komkujer ya kû xwe spartî îttifaqa navneteweyî ya kû gelême digre cendereya mêtîngeriya navnetewî kû li ser hîmê “netew-dewlet” gelê me mehkûm dike, îro êdî ji derveyî girofkek yê nakokiyan kû komploger bi wê binketîn ne çi tişt e.  Gelê me yê kû bi sekna parastina cewherî kû Rêber APO li ser bingehê têgeha azadiyê xuliqandî, hemû komployên bi hewildanên dîlgirtinê vale derxistiye, bi daxistina rûpoşên hêzên komploger, ewane mehkûmê binkeftinek berçav kirin e. Bi sekna parastina cewherî ya kû spartî têgeha azadiyê bi tekoşînek bi rûmet ya kû nêzî nîv sedsalan e, çarenûsa  xwe girtiye destê xwe û rastiya gelek kû  bi gotina çarenûsa min ev e meşiyaye û şer kiriye derxistiye holê. Ev sekn û rastiya kû dûhîn li Cizîr, Sûr, Şirnex, Gever, Nisêbîn, Hezex’ê li hember komploya komkujer destanên xuliqînê pêkaniyî îro li Efrîn’ê bi jiyan kirina beşê serkeftinê ya xuliqînê di xuliqîne. Gelê Kurd û dostên wê yên kû di pêşengiya gelê Efrîn’ê de têgeha azadiyê li xwe pêçayîn, hêj ji îro ve bi berxwedana kû destnîşan kirîn hevkariya komploger tarûmar kirine. Bi vê wateyê Efrîn, bi dem û cihê xwe bûye-wê bibe mehşera komplogeran.

Di şerê mehşerek bi vî awayî de gelê me û bi taybetî jî ciwanên Kurd her wekî heya îro pêwîste rolê xw bi leyîze û cihê xwe di berxwedanê de bigre. Divê neyê ji bîr kirin kû komkujiya hovane ya kû îro li Efrîn’ê tê pêşxistin, nêzîkatiya yekane û bingehîn ya komplogeriya komkujer beramberî gelê Kurd dike ye. Bi vê wateyê bi li xwe pêçana vîna ji polayê ya di berxwedanên rêveberiyên xweser de û sekna ji agir ya li hemberî komploya navnetewî,  roj roja xuliqandina bi rêxistinbûn û bi çalekbûnê ya li ser hîmê parastina cewherî li Efrîn’ê ye. Ger were jiyan kirin divê li ser vi hîmî be. Dijê wê, li rast hatina laneta herî xirab a dîrokê ye.

Ji vir û şûn de li hember sîstema desthilatdar ya Tirk a bi lanet, li her kolan, tax, gund, bajarê welatê me, bi kurtasî meşandin û bi rêxistinkirina berxwedanê ya  li hember her tişta girêdayî desthilatdariya Tirk û wana wê bibe erkê herî pêş yê serkeftinê. Ji bo tûne kirina sîstema bi lanet a desthilata Tirk û cihgirtina gelê me yê kû her kû diçe di nava malbata mirovahiyê de cihê xwe digre, em we vedixwînin bilindkirina têkoşînê. Em bang li we dikin kû hûn di pêşengiya berxwedana Rêber APO pêşxistî de nasname, azadî û civaka tevayê gelê me bi parêzin. Parastina nasnameya azad ya xwe dispêrê civakbûnê wê bibe binkeftina dawî ya komployê û wê bibe rexnedayîna herî bihêz ya rêhevaltiya me ya kêmane kû rê li ber komployê vekirî.

Di sala 20. Ya komployê de bi şiyarênEm fêrî Dîlbûna Rêber APO Ne Bûn û Dê Fêr Nebîn”, “Jiyanek bê Rêbertî ne Gengaz e”, “Azadiya Rêber APO, Azadiya Me Hemûyan e” li ser bingehê bûyîna nasname, zanist û çalekiya li hember komplogeran em we vedixwînin bilindkirina Têkoşînê.

 

  • BIMRE KOMPLOGER Û HEVKARÊN WAN!
  • HÛN DÊ NE KARIN ROJA ME TARÎ BIKIN!
  • BIJÎ RÊBER APO!
  • BIJÎ BERXWEDANA GELÊ ME KÛ XWE DISPÊRE ZANIST Û VÎNA CEWHERÎ!

  

 

KOORDÎNASYONA GIŞTÎ YA YPS Û YPS-JIN

14 Sibat 2018