• Home
  • NIVÎS
  • Awazekê Ya Berxwedana Azadiyê Bang Li Leylayê Kir

Awazekê Ya Berxwedana Azadiyê Bang Li Leylayê Kir

By on 14 September 2020 0 723 Views

Leyla Gürbüz (Viyan Arjîn) yek ji kesê ku riya xwe bi Raperîn û di jiyanêde sekna bi edaletî xiz kirî bû ye. Hîn dibistana seretayî bû riya bi şerê mamûsteyê wê re ji ber heqaret li gerîla kirbû despê kirî bi strana ‘Dil dixwaze here cengê’re di berxwedanên rêveberiya xweser a Geverê de bû bê dawî.

Leyla Gürbüz (Arjîn Viyan) yek ji Qehremanên bê nav yê rêveberiya xweser a Geverê ku di meha Adarêde despê kirîbû ye. Herkesê li Geverê wê weke Viyan nas dikir û bi sekna bi biryar ya di serê kolanan de ya bi rûyê wê yê ken bîr tanîn. Di şûnde jiyanek mafê wê hatî dayîn û Leylaya ku di mejiyê bajarekê de hatî kûlan kesek çawabû? Van pirsan dayika wê Fadîme Gürbüz a li Edeneyê jiyan dikir bersivda.

‘Raperîna despêkê, şerê despêke’

Leylaya ku di temenê biçûk de acizî û raperîna wê hatî tûj kirin bi teybet ji ber heyrantiya wê ya ji bo gerîla ji dibistanê tê avêtin. Dayika Fadîme dibêje: “Dema diçû dibistana navîn ji ber mamosteyan ji gerîlayan re digot ‘terorîst’ aciz bû, şer kir û carek din ne çû dibistanê”. Dakika Fadîme diyar dike ku beriya vê bûyerê çend rojan mamusteyan gazî wê kirye û gotine “Ev zarok pir jîr û cudaye bidin xwendin”.

‘Herkes ji bo fikir girtinê dihat’

Dayika Leylayê Fadime qala wê dike û dibêje bi raperîn û îtrazên xwe Leyla di temenê biçûkde bi edalet dihat naskirin. Bibû fikirdarê malbat û cîranan û dema pirsgirêkek ya kesekê çêdibû dihatin gel wê. Fadîmeya ku serbilindî û hestiyarî di rûyê wêde dihat hîskirin dibêje: “Ez her serbilind bûm min keçek wisa heye. Ne tenê ji ber ku tevlî têkoşînê bûyî beriya tevlî têkoşînê bibi jî ew şoreşgerbû. Ez her bi wê serbilind bûm”.

‘Wê riya xwe zû çêkirbû’

Fadîme dema qala wê dike dibêje: “Ji xwe riya wê zû hatibû çêkirin min dizanî wê rojekê here lê dema çûyî ez paşde pir giriyam û min dûa kir. Leylayê gelek ji strana Şehîd Delîla ya ‘Dil dixwaze here cengê’ hez dikir û her dema gûhdarî wê stranê dikir digot ‘Şoreş gazî min dike’. Zarokek pir girêdayî nirxên xwebû.

‘Dîroka çûyîna xwe nîvisî û çû…’

Fadîme herî dawî tiştên di derbarê wêde tê bîra wê wisa tîne ser ziman: “Rorekê dema ez ne li mal li ser germkirina avê ya enerjiya rojê navê xwe, roja ku çûyî û carekê din na zivirim û diçim nivîzîbû. Me rojan lê gerebû min rojên pir zehmet derbaz kirbû weke dayikek zaroka wê winda bûyî. Her tiştên xirab dihatin aqlê min ka hinek kesan ew revandiye an jî riyek şaş deye. Min rojan nefes ne stand. Agahiyek di newrozêde hat, min zanî ew tevlî şoreşê bûye. Ez gelek xemgîn dibûm weke her dayikekê lê ez biwê serbilind bûm. Heta dilopa xwîna xweya dawî ezê ser riya wê bim û ez soz dim ku têkoşînê bikim. Ew şehîdê hemû gelên hatî perçiqandine û ez tûcarî wê nadim ji bîr kirin”.

‘Ez dixwazim wasiyeta wê pêk bînim’

Fadîme dîyar dike beriya biçe gotibû “Eger ez Şehîd bikevim hine li destê min bidin û min bi govendan oxir bikin” lê belê ji ber ku hîn cenazeyê wê ne karîne tehşîs bikin ji ber wê jî em nikarin wasiyeta wê bi cih bînin.

Dayika Fadima diyar dike ku ji bo wasiyeta keça xwe bicih bînin xwestine cenazeyê bînin û gotinên xwe wisa bi dawî tîne: “Me li Erzûrûmê xwîn dabû saziya adlî tipê. Agahiyek diyar ne dabûn me lê min di nav daxwuyaniya derbarê şehîdên Geverê de navê wê dît. Ez dixwazim gorek ya keça min heba herî kêm ezê biçim nefesekê bistînim. Axa wê hembêz bikim xwe rehet bikim.

  NIVÎS
Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *