• Home
  • NIVÎS
  • Azadî Bi Rewşa Xwe Ya Herî Xwerû Ve Weke Berxwedan Jiyan Kirin Û Gihiştina Wateya Jiyanê Ye

Azadî Bi Rewşa Xwe Ya Herî Xwerû Ve Weke Berxwedan Jiyan Kirin Û Gihiştina Wateya Jiyanê Ye

By on 29 December 2017 0 955 Views

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD BERXWEDAN Û ŞEHÎD AVYAN

 

Nasnav: Berxwedan (Yılmaz)  WELAT

Nav û Paşnav: Recep DALMIŞ

Dîroka Şehadetê: 29 Tebax 2016

 

Nasnav: Avyan EFRÎN

Nav û Paşnav: Niştîman TOTAN

Dîroka Şehadetê: 29 Tebax 2016    

Heval Avyan ji Rojava bû. Li gel û bajarên Bakûr biyanî bû. Li welatê xwe pir biyanî bû. Sînorên kû dujmin di navbera me de xêz kirî pir mesafe û ciyewazî xisti bû nava me. Her çi qas bi honandina têlên li ser sînor xwestibin biyanîbûyînê di nava me de bi honînin jî Heval Avyan bi evîna xwe ya welat têlên honandî derbas kiri bû û li Wan’ê têkoşaye. Bê watebûna sînorên çêkerî li dîrokê peyîtandibû. Heval Avyan îfadeya xwerû ya Kurdistan’ek yekpare bû.

Ger Berxwedan jiyan neke, gelo wateyek ya jiyanê heye?

Ger weke Berxwedan neyê şerkirin, gelo şer dikare azadiyê bi xuliqîne? Gelo azadiya kû em di berdêla wê de yên herî bedew winda dikin, di berdêla wê de diçin mirinê, ji bo me tê çi wateyê? Azadî bi rewşa xwe ya herî xwerû ve weke Berxwedan jiyan kirin û gihiştina wateya jiyanê ye. Heval Berxwedan; pêdivî bi jiyan, zanabûn û şarezayîbûnê heye, her wekî xwe gihandina heqîqetê… Bi bîranîna Heval Berxwedan di kûrahiya dîrokê de rêwîtî kirine. Hemû çavên kû ronî bûyîn, şînberbûna berxwedêrên Êlih’ê, Kurdistan’ê û mîratên wan yên di zanayekî de dibînin. Jiyankirin nivîsînê pêwîst dike. Lê belê pênûsa min ne di mezinahiya wekî Berxwedan deye.

Mala kû Heval Berxwedan û Avyan dikevinê kû li taxa Sûphan ya Artemêtan’e di derdorê demjimêr 12’ê şevê de, dujmin piştî nîv demjimêrê serde digre. Heval Avyan bi teqandina bombeya xwe di ser xwe de û Heval Berxwedan jî bi demanceya xwe, xwe şehîd dixin. Dengê gulleyê dibe bersiva banga radestbûna dujmin. Xuliqkarê bedewiya şer Heval Avyan û egîdiya şer Heval Berxwedan 29’ê Tebax’a 2016’ê de şehîd bûn.

 

************************ BEŞÊ HEFTEM ************************

 

  NIVÎS