• Home
  • NIVÎS
  • Berxwedan Bi Şehadeta Heval Sarîna Re Bû Sembol

Berxwedan Bi Şehadeta Heval Sarîna Re Bû Sembol

By on 2 January 2018 0 821 Views

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD SARÎNA

Nasnav: Sarîna (Ronahî) MARÎNOS

Nav û Paşnav: Zîlan KURT  

Dîroka Şehadetê: Tîrmeh 2016

 

Sarîna! porê xwe veke û bide bayê di lûtkeyên Kato de.

Bila bi bayê re bikeve govenda azadiyê.

Bila ba; bêhna ji welat û rêhevalên te re bîne.

Dema kû te jiyan dikir ji te têr nebûm.

Min nekarî têra xwe bêhna te bikişînim hundirê xwe.

Xaka Kurdistan’ê ya kû te dil dayiyê bê dem te xist hembêza xwe de,

te girt nava dilê xwe, bedena te li xeweke kûr û aram razand.

Heval Sarîna ji Colemêrg/Marînos’ê bû. Bavê wê şehîd û birayê wê jî di refên gêrîlla de bi lehengî şehîd bibû. Heval Sarîna ji malbatek pir hêja û welatparêz hatibû. Girêdanek kûr ya ji malbatê hatî, bi zanistek mezin ya qezenc kirî, tevlîbûnek wê ya pir bi biryar û bi hêz hebû. Heval Sarîna 2013’ê de tevlî têkoşînê dibe. Dema kû hatî Wan’ê pir bi kelecan û bi coş bû. Ji ber kû li Wan’ê ji dayîk bibû û mezin bibû, gelê Wan’ê baş nas dikir. Li Wan’ê xeta berxwedan û xiyanetê bi hev re di jiya. Berxwedan bi şehadeta Heval Sarîna bû sembol. Li hemberî her kesê, soza me bû bersiva me. Heval Sarîna şiyara me ya mîsoger û diyar bû. Bi Heval Sarîna re em ketibûn malekî. Malbat pir welatparêz bû. Ji bo me xwarinên pir taybet çêkirin, xwarin gelek bi sîr bûn. Me xwarin xwar, piştî nîv demjimêran em hemû ketin. Heval Sarîna got kû; “min fam kiribû,  dema kû vana ev qas ber xwarinê ketin ez ketim gomanan. Niha em bi jehrî ketin, belkî xeber dane dujmin”. Heval Sarîna ne dikarî xwe li ser lingan bigre. Piştre ez jî ketim. Hemû mal ketibû. Lê belê rewşek kû wekî Heval Sarîna dihizirî nebû. Pirsgirêka bingehîn ne sîr jî bû lê belê em hemû bi jehrî ketibûn. Piştre dayîkek hat, hinek şîr da her kesî, em baştir bûn.

Heval Sarîna li taxa kû lê mezin bûyî xebat dikir. Hevalên wê yên kevin hebûn. Di hat naskirin. Rojekî dema kû li gel Heval Rêber’e, dû keçên ciwan yên ji hevalên wê yên kevin bi israr wan vedixwînin malê. Heval Sarîna jiber ew nas dikirin û bawerî bi wan di anî dixwaze biçe lêbelê hevalê Rêber naxwaze biçe. Ruxmê kû Heval Rêber naxwaze here jî Heval Sarîna di çûyînê de bi biryare. Heval Sarîna diçe hundir. Heval Rêber piştî dû demjimêran dikeve hundir. Bi roj derdorê demjimêr 1’an bi ser malê de digrin. Heval Sarîna xwe bi xwebexşî şehîd dixe. Bi şiyara azadiyê, qêrînekî di mejiyê dujmin de dide û bi kêşana tetîkê dikeve nav karwanên şehîdan.

 

 *********************** BEŞÊ DEHEM ************************

  NIVÎS