
Berxwedana Rozerînê Ber Bi Jiyanê Ve Mezin Dibe
Berxwedana Rozerînê ber bi Jiyanê ve mezin dibe.
Jiyan yek ji jinên bi hêz yên berxwedanên rêveberiya xweser ya Sûrê bû. Piştî xwuşka wê Rozerîn Şehîd dikeve Jiyana ku bi berxwedan Sûrê Têkoşîna xwe mezin kirî dibêje “ Xwuşka min şehîd ket divê ez tola xwuşka xwe û hemû şehîdan rekim. Ji ber wê tevlî têkoşîna bi çek dibim”.
Di van xakande zarok zû mezin dibin weke Jiyan… Endamê YPS-JIN’ê Çiğdem İldan (Jiyan Şer) ku di berxwedana Sûrê de Şehîd ketibû di sala 1982’an de li Lîceyê dayik dibe. Hîn di temenê zarokatiyê de bû ji ber valekirinên gundan yê dewleta Tirk bi malbata xwere diçe Amedê, dema 12 salî xwuşka wê Rozerîn li Lîceyê tevlî refên PKK’ê dibe. Piştî 4 salan Rozerîn di êrêşek ya hewayî ya dewleta Tirk de şehîd dikeve. Di êrîşa hewayî de bi Rozerînêre 20 jinên şervan jî Şehîd dikeve û bi Jiyanêre hestên kûr ava dike. Piştî xwuşka wê şehîd dikeve Jiyan jî tevlî refên PKK’ê dibe.
‘Ezê tola xwuşka xwe û ya hemû şehîdan rakim’
Dayika Jiyanê Ferîde İldan wênê yê keça xwe hembêz dike û dibêje “ Jiyan zarokek pir bi tevger û bi heycan bû gelek girêdayi Rozerînê bû. Ji aliyê herkesê ve jî dihat heskirin. Heta amedeyî xwend dema amedeyî refa dawîbû xebera şehadeta Xwuşka xwe girt. Piştî wê li vir nema. Tevlî bû. Piştî çûyî bi gotinên “ xwuşka min şehîd ket divê ez tola xwuşka xwe û ya hemû şehîdan rekim. Ji ber wê ez tevlî têkoşîna bi çek dibim” agahî rêkir. Ferîde dibêje “Keça wê Rozerîn beriya 19 salan li Lîceyê tevlîbûnê çidike û piştî tevlîbûyî 4 salan bi 20 hevalên xweyê jinre di êrîşa hewayîde şehîd dikeve. Xebera şehadeta Rozerînê giha me lê em na gihan cenazeyê wê. Me xwîn da me gelek lê gera lê me nedît”.
‘Min dixwest Jiyana Xwe bi cilê gêrîla û çeka wê bibînin’
Piştî ji aliyê YPS’ê ve daxwuyaniya di berxwedana Sûrê şehîd ketina Jiyanê hat kirin û Ferîde dibêje “Em çûn adlî tipê û me mînaka xwînê da. Niha jî em nikarin cenazeyê Jiyanê bibînin. Me xwîn da ji bo encamê em çûn nexweşxanê cenazeyên şewitîn nîşanî me dan sankî emê nas bikin. Lê min ne rakir. Kurê min lê mêze kir lê wî jî nas nekir. Niha jî em bendêne xeberek were û em herîn cenazeyê bînin”. Ferîde diyar dike ku Jiyanê çeka xwuşka xwe Rozerînê dewr girtye û dibêje “ Piştî çûyî gotibû ezê tola xwuşka xwe û ya hemû şehîdan rakim. Wisa jî kir. Lê tişta min herî zêde di xwest ez Jiyanê bi cilê gerîla û çeka wê bibinim. Demek xwe gihand min, min gotê ‘ çima tû îcar weneyê xwe na şînî çima nayê ser televîzyonê’. Ji bo ez wê bibînim min xwest derkeve ser televîzyonê lê wê ev ne xwest. Ji xwe ji wêne girtinê hez nedikir”
‘Min dizanî Jiyan jinek jîre’
Ferîde piştî zanî Jiyanê di berxwedana Sûrê de cih girtye beriya qedexeya derketina derve bê bê kirin çend caran çûbû Sûrê lê Jiyan ne dîtibû û got: “Jiyan di Sûrê de bû û Sûr dihat bombe baran kirin dilê min dişewitî. Min dizanî keça min zîrek bû ji ber vê jî ne ditirdsiyam tenê di qehiriyam. Ferîde benda dîtina cenazayê keça xwe bû û dixwest yekser bi gihêje keça xwe. Ferîde got: “Madem Şehîd ket em cenazeyê keça xwe dixwazin. Cenazeyê Rozerînê winda bû lê ez naxwazim cenazeyê Jiyanê jî winda bibe.