• Home
  • DAXUYANÎ
  • Bi Xweparastinê Emê Dawî li Aqlê Dewlet-Mêr Bînin

Bi Xweparastinê Emê Dawî li Aqlê Dewlet-Mêr Bînin

By on 17 July 2020 0 1173 Views

Dewleta T.C li Kurdistanê tacîz û tecevûzê ji bo gelê Kurd kirye polîtîqaya çûk tewandinê. Her tiştê xirab anîna serê gelên berxwedêr rêyek ya dewletê ye. Dewleta T.C ku her şêweyê qirkirinê dijî gelê Kurdê ku salane koletîyê û zilmê qebul nake û dema  dibîne hemberî wê rastîya gelê berxwedêr heye bi şêweyên herî bê exlap êrîş dike. Çanda tacîz û tecavûzê pêş dixin hêza avaker ya civakê jinê hedef digre. Ji ber ku dema civak û gelên jinên wan tên xistin ew gel jî dekeve wek her carê disa despêkê dibêjin li jinê bidin. Dewleta T.C li Kurdistanê êrîşî jinê dike û dixwaze îrade û rûmeta wan bişkine. Di bûyera N.Ç ya li Sêrtê ji alîyê cerdevan û leşkeran ve hatî tecavûz kirin ew zîhniyeta “ma kevir bavêje baştire?” îro li Şirnexê û Batmanê devam dike.

Li bajarê Şirnexê çavûşê pispor yê dewletê êrîşa zayendî  li zarokek 13 salî ya keşa Kurd kir. Ev êrîş hemû jinan û nirxên Kurdistanê hedef digre. Li Kurdistanê rûyek din yê faşîzma T.C’ê bûye tacîz û tecavûz. Em weke jin divê vê rastîyê baş bibînin. Nasnameya me, axa me û laşê me ya meye. Ji bo parastinê her tekoşîn rawaye.

Gelê şirnexê dijê vê êrîşa hemberî rûmeta wan hatî kirin derbazî parastina rawa bûn û hem êrîşkar girtin hemjî helwesta xwe nişandan û parastina xwe ya rawa pêk anîn. Li Kurdistanê dîyar bû ku bêyî xweparastinê nayê jiyan kirin. Ji nan û ava zêdetir jimere xweparastin pêwîste. Em weke jinên ku her dibin êrîşandene heta dawî divê em mafê xweyê xweparastinê kar bînin. Li kûderê êşîşên dewletê yên tacîz û tacavûzê hebe li wêderê divê dakevin qadan û derbazî xwepastinê bibe. Bêdeng mayîn şirîkbûyîne. Bi kel û pelên dewlemend yê xwepastinê divê em hêza jinê bidin nîşandan û dawî li faşîzma dewlet-mêr bînin.

Em weke YPS-JIN diyar dikin ji bo azadî û hebûna me emê tekoşînê mezin bikin û hesabê ji kiryarên dewleta tecavûzkar bi pirsin. Emê hemû destên dirêjî jinê dibin bişkînin. Yekîneyên me yên tolhildanê wê her ser serê webin. Em ji vêderê bang li hemû jinan dikin ku dibin sêwana YPS-JIN’de rêxistin bibin û derbazî xweparastinê bibin û tolê ji dewlet-mêrê rakin.

Kordînasyona YPS-JIN

17’ê Tirmeha 2020

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *