• Home
  • NIVÎS
  • Cüneytê li Cizîrê Berxwedida li pey xwe xeyalên xwe hişt

Cüneytê li Cizîrê Berxwedida li pey xwe xeyalên xwe hişt

By on 9 September 2020 0 731 Views

Cüneyt Dinarê ku jêrzemînên wehşetêde şehîd ketibû hevalê wî Avdil bi van gotinan wî tîne ziman: “Bi saya Cüneyt ez tûcarî hêviyên xwe winda nakim. Em çiqas windahî bidin, çiqas canê me jî herin wê azadî her were. Tişta Cüneyt herî zêde li min zêde kirî hêviyê xwe winda nekirin û Berxwedane.”

Gelê Cizîrê dijî teslîmbûnê berxwedan pejirand û ket dîrokê. Li Cizîrê di encama rêvebirinaşidayî û operasyonên komkujî de sedan mirov di jêrzemînên wehşetê de hatin qetil kirin. Gelê di jêrzemînan de dîrokek ya berxwedanê nivîsandin, çuk ne tawandin. Yek ji kesê di jêrzemînên wehşetê yê Cizîrêde hatî qetilkir jî Cüneyt Dinare.

Cüneytê ji bo hevgitinê gel gelê Cizîrêre çêbike ji Stanbolê çû meheleya Cûdî ya Cizîrê û dema birîdan radikir ji aliyê hêzên dewletê ve hat birîndar kirin. Cüneytê 24 salî ji Amedê bû di hindirê xwede coşa berxwedanê jiyan dikir. Despêkê ji Stanbolê çû Amedê. Piştre dema şer mezin bû ji bo tevlî berxwedanê bibe çû Cîzîrê. Di berxwedana Cizîrêde cihê xwe girt û tevlî karwanên nemiran bû.

‘Cüneyt her gel min bû’

Hevalê Cüneyt Avdil dibêje: “Ez dema xebatên hilbijartinê yên Hezîranê bûm min Cüneyt naskir. Wê rojê em diçûn Avcilarê vekirina burokê. Piştî me buro vekirî baranek despêkir û tiştek sermin nebû. Dema wî min dît hirkaya xwe êxist û me bi hevre kar anî”. Adilê ku diyar dike ku piştî naskirinê hevdîtin berdewam kirin û dibêje: “Di meşa rûmetêde hatibûm teşhîr kirin û malbata min, min ne berdida ji derve. Di wê demê de Cüneyt her ba min bû”.

Adil diyar dike ji ber zextan di demek zehmetre derbaz bibû û divê demêde Cüneyt her gel wî dima û dibêje: “Bi saya Cüneyt ez ji wê psîkolojiya xirab xilas bûm. Her gel min bû, digot tê vê pêvajoyê derbaz bikî. Bi sayî wî ez ji wê psîkolojiyê xilas bûm”.

‘Cüneyt windahî tûcarî qebûl ne dikir’

Avdil dibêje: “Cüneyt ji bo min gelek baş bû, xwe ne difikirî lê ji bilî xwe herkesê difikirî. Alikariya herkesê ku li derdora wî bû dikir û xwedî kesayetek tucarî windahî qebûl nedikir bû. Kesek şoreşger bû, bê tirs bû. Rojekê dema em li parqa Geziyê dironiştin polîs hatin em aciz kirin û Cüneyt berdek nîşanî wan polîsan dabû. Çavê Cüneyt reş bû.

‘Birîndar bû nedikarî ji wê jêrzemînê derkeve’

Avdil dibêje: “Hercara min xwe tenê hîs dikir Cüneyt gel min bû. Cüneyt dema li Cizîrê bû ji minre peyam rêkir. Dixwest ji wêderê derkeve û gelek bêriya me kirîbû. Birîndar bû û nedikarî ji wê jêrzemînê derkeve. Dema di wê jêrzemînêde ji minre nivîsandibû ez gelek bandor kiribûm. Ew li wêderê bû ez li vir bûm tiştek ne kirin gelek zehmet bû. Min dizanî wê here Cizîrê despêkê çû Amedê piştre derbazî Cizîrê bû”.

‘Ez dizanim wê saya Cüneyt her azadî were’

Avdil diyar dike Cüneyt ne dikari ji komkujiyên li Kurdistanê çêdibên bêdeng bimîne û dibêje:”Ez bi saya Cüneyt tûcarî hêviyên xwe winda nakim. Em çiqas windahî bidin, çiqas canê me jî here wê her azadî were. Tişta herî zêde Cüneyt li min zêde kirî hêviyên xwe ne winda kirin û berxwedane. Divê ez tûcarî hêvîyên me winda nekim azadî nêzîke.”

Avdil bal dikişîne ser ketlîama nefretê ya Orlandoyê hatî jiyan kirin û gotinên xwe wisa bi dawî tîne: “Ji ber ku dewlet niha tiştekê nake em jî niha berxwedana me ya cewherî distînin. Cüneyt li vir ba Cüneyt jî wê wisa kiriba.

  NIVÎS
Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *