• Home
  • DAXUYANÎ
  • Êrîşên Kû Li Ser Pakrewangehên Me Dibin, Sedemê Herî Esil Yên Serhildan Û Tolhildanên Me Ne!

Êrîşên Kû Li Ser Pakrewangehên Me Dibin, Sedemê Herî Esil Yên Serhildan Û Tolhildanên Me Ne!

By on 10 January 2018 0 703 Views

JI BO GELÊ WELATPARÊZ YÊ KURDISTAN Û RAYA GIŞTÎ YA ŞOREŞGER-DEMOKRATÎK

“Dayîna Ji bîr kirin xefika desthilatdaran e”

Emê Ji bîr Nekin!..

Şehîd, xuliqkarên bê nîqaş yên nirxên nîjadên gelê Kurd in. Ger kû îro li ser navê Kurdîniyê gotinek tê gotin ango avakirina jiyanek azad li Kurdistan’ê dibe mijara gotinê, ev bi kedek mezin û xwîna şehîdan gengaz bûye. Ji xwe bi şêweyekî din hebûna civakek Kurd kû wekî gelek di dorpêça înkar û tûnebûnê de bi komkujiyan xwestîn tûne bikin jî wê ne gengaz ba.

Sîstema mêtinger û faşîst ya Tirk kû baş dizanî ev wisa ye hê ji roja destpêkê û şûn ve herî zêde êrîş li van nirxên me kirin. Winda kirina cenazeyê şehîdên serhildanê yên Şêx Seîd, Seyît Riza û yên din, kome gor-parçekirin-îşkence yên kû li cenazên gêrîllayan hatîn kirin û rastiya Newala Qeseban, nimûneyên herî zêde tên zanîn û bi nefret tên bi bîr anîn in. Di tevahiya têkoşîna vejîn û azadiyê ya li Kurdistan’ê dihat meşandin de ev êrîşane bi qasî tenê bi hêrsa hov ya sistema faşîst-mêtînger û dînîtiya wê neyê ravekirin kûr û sîstematîk e. Ev pêkanînane, êrîşên bê mejî û bê dîrok hiştina gelê Kurd in.

Gelê Me yê Welatparêz, Raya Giştî ya Şoreşger-Demokratîk;

Şehîdên me; nirxên me yên zindî yên navê xwe dayîn zarokên me, wêrektî dayîn gelê me û tirs û xof di dilê dujminê me de çêkirînin. Her sembol, hêma û bîranîna di derbarê wan de, xizmeta jiyankirin û mezinkirina van hest û hizran kirîn e. Gêrîllayên Kurdistan’ê yên kû vê baş dizanin, ji bo vê şehîdên xwe wekî giştiya hemû nirxên xwe û fermandarên xwe yên nemir destnîşan kirine kû cenazeyên wan jî di nav de, giringî dane parastina her core bîranînên maddî û menewî. Şehîdên me yên kû ji bo cenazeyên rêhevalên xwe radestî dujminê xwe nekin canê xwe dayîn, şahid û delîlên vê rastiya me ya kû bûyî çandekî ne.

Gelê me yê kû bi her core derfetê kû dîtî, ji bo jiyankirina van bîranînên şehîdan cenazeyên wan aniyî li gel hev û pakrewangeh avakirî jî bi vê zanistê tevgeriyane. Xwedî derketina li van nirxan û jiyankirina vane her tim kirine pirsgirêkek ya nasname, rûmet û namûsê. Yekem pêşketina Serhildan’ên kû bûyî qêrîna azadiya gelê Kurd jî bi navê xwedî derketina li cenazeyên gêrîlla destpêkiriye û wisan ji domandiye.

Îro li gelek deverên Kurdistan’ê bi taybet jî êrîşên li pakrewangehên gêrîllayan yên li Garzan û Amed’ê hatîn kirin, berdewamiyekî ya heman karakterê dewleta faşîst-mêtînger ya Tirk e. Tiştên kû hatîn kirin, êrîşên pir bi zanabûn û bi armanc in. Bi êrîşên li nirxên me yên nîjadî, dixwazin komkûjî û bê esilbûnê li gelê me pozber bikin. Li hemberî van êrîşan parastina nirxên me yên nîjadî, ji ber civakbûnê di serê hemû erkên me yên parastina cewherî tê. Êrîşên kû li ser pakrewangehên me dibin, sedemê herî esil yên serhildan û tolhildanên me ne. Li hemberî van êrîşan, bi zanebûna parastina cewherî bersiv danek bi şêweyî herî bê sînor û tund de wê bibe erkê herî bingehîn yê rûmeta mirovahî û bi esilbûnê. Di vî warî de cîhan teng kirina ji bo van bê eslên êrîş li nirxên me yên nîjadî kirîn û bi bingehê tolhildanê pêşxistina parastina cewherî, erkê bingehîn yê her mirovê Kurd e. Ev erk, di fermandariya şehîdên me de wê gav bi gav were bi cih anîn. Ev erk, erkê herî pêşîn û bê hempa ye. Bi vê zanebûnê, li hemberî van êrîşan em hemû gelê xwe bi ruhê “serî-hilde!” bi hestê tolhildan û li ser bingehê zanebûna xwe parastina cewherî vedixwînin li xwedî derketina van erkên xwe.

– Şehîdên Me Rûmet û Fermandarên Me yên bê Mirinin!

– Bimre Hovîtiya bê Esil, Mêtînger-Faşîst ya TC!

Bijî YPS, YPS-JIN

 

Koordînasyona Giştî ya YPS – YPS JIN

10 Çile 2017