• Home
  • NIVÎS
  • Di Demê Borî De Qala Pale Kirin, Bêmafî bû Ji Bo Hemû Deman

Di Demê Borî De Qala Pale Kirin, Bêmafî bû Ji Bo Hemû Deman

By on 25 December 2017 0 680 Views

Jİ BO BÎRANÎNA ŞEHÎD PALE

Navê Qod: Pale (Harun) BERXWEDAN

Nav û Paşnav: Umît ÇELEBÎ

Dîroka Şehadetê: 28 Adar 2016

 

Jiyan bi qasî nirxê kû em didinê bi  wateye. Ger kû em jiyaneke azad xeyal dikin, bi qasî kû azadiya em didinê em di karin azad bi jîn. Wê demê bihuşt ji xeyalîbûnê derdikeve, dibe rewşa herî berçav ya jiyanê. Jiyan ji rêzêbûnê derdikeve, vediguhere dibistana felsefeyê. Wate, komkirina hest û hizrên me ne. Ya kû ruhê me xwedî dike û di gihîne ronahiyê, wate ye. Ji ber vê ye kû Rêber APO di bêje “fêm kirin edalete”. Di gerdûnê de girêdayî her zindiyekî jiyanek heye û bi qasî rêjeya nirxê kû ava kirî wateya wê heye. Weke av, agir, hewa û mirov…

Xwedî wateya rêjeya nirxê kû di mirov de ava dike ye. Di dîrokê û dilê mirovan de qasî rêjeya nirx cihê xwe di gerdûnê de dike. Di radeya wê nirxê de di gerdûnê de, dîrokê de û dîsan di dilê mirov de cih digre. Her wekû 3 şervanên esîl kû di dîrok û dilê gel de xwedî nirxek mezin e. Ew şervanên fermandarên mezin, Fermandar Egîd û Bêrîvan yên kû bi lehengiyên xwe, navên xwe li dîroka Êlih’ê neqişandine. Êlih, bajarê mirovahiyê ye. Xweşikahiya Heskîf’a bêhna dîrokê jê di bare, Pira Malabadê kû nîşana azadiya jina ne…

Bedena Êlih’ê heye, lehengiya Pale, Berxwedan û Nûda’yê jî ruh û heqîqeta vî bajarî ye. Warê wan bi heqîqeta wan ya bi bihayê şewitînê azad dibe.

Heval Pale ji Êlih’ê bû lêbelê malbata wî di pêvajoya salên 90’î de koçberî Edenê bibû. Li Edenê mezin bibû. Cara yekem Kolanên Edenê bibû şahidê serhildana wan. Qêrînên serhildana yekem li Edenê hatibû qêrîn. Edene bajarek ji dilê mezin yê Pale re teng, li serhildanên wî re kerr û pir ji xwemaliya Êlih’ê dûr bû. Hîna 15 salî ev bajar terikandi bû û 2008’an de ber bi çiyayên welatê xwe yê kû qasî daxwazên wî mezin ve bi rê ketibû. Heval Pale sabotajvanek pispor bû. Li gelek qadan cih girti bû. Ji ber kû şêwazê jiyana partiyê di kesayetiya xwe de pir zindî jiyan kiribû, piştî hatî jî bêyî kû pir zehmetiyan bikêşe tevlî xebatên aktîf bû. Min nav û sabotajvantiya Heval Pale dizanî. Jiber kû biryara girtina taxa Şehîd Firat hatibû girtin, wê bi hemû hevalan re civîn hatiba li darxistin. Hemû heval hatin. Herî dawî ciwanek bi nîv bejin, lewaz, rûken, bi îfadeya ruyê xwe yê bêguneh zarok bibîrtanî hat. Min ji hevalekî pirs kir ka gelo ev kî ye. Ji ber kû dizanî ez nasnakim, got; “hevalek nû hatiye kû dixwaze tevlî bibe. Me jî ew tevlî xebatên YPS kiriye.” Min got; “ ma hûn çima tênin civînê? Belkû ne net be.” Heval keniya û got “tiştek nabe”. Bi dijbersiva min sohbetê hinek dirêj kir. Em û hevalê ciwan bi hevre beşdarî civînê bûn. Wê civînê destpêkiriba û min mafê axaftinê wergirt û got “heval em dest bi civînê nekin. Divê Heval Pale were. Divê teqez hevalê sabotajvan amade be.” Hemû heval keniyan. Hevalê ciwan dema got “ez Pale’me û ez amade me” hemû heval li min keniyan. Hem navê Pale hem jî sabotajvan, ez pir cûda hizirîbûm. Heval Pale kesek kû xweşikahiya ruhê wî di rûyê wî de zindî dibe bû. Hevalek pir bi coş û derdorê xwe zindî dikir bû. Di demên borî de ravekirina Heval Pale bê mafiyek pir mezin ya li hemû deman bû.

Gotinên wî yên jiyan jê dibare divê ji aliyê wî ve bihata qêrîn. Heval Pale, piştî Heval Rêber yek ji hevalên herî zêde serdegirtin xwarî bû. Heval Pale heya navnîşan jî dabû dujmin. Rojekê li taxekê bi roj tevger dike. Dema tê serê kolanê di jimarek zêde de dujmin ji nişka ve dikevin serê kolanê. Jibo balê nekêşe paş de naçe. Pîma bombeyê dikêşe û dixe berîka xwe. Dujmin li kêleka wî radiweste. Heval Pale jibo bûyerê digot; “dilê min her wekû îxanetê li dilê min bike lez lêdixist.” Hetta dujmin ji maşînê peyar dibe û wekî “wa ciwano” bang dike. Heval Pale bi xwînsarî dibêje “kerem bikin”. Dujmin dibêje “xorto, kolana 15. Li kû derê ye?”. Heval Pale aram dibe û dibêje “ li dû kolan jêrtir e”. Piştî kû dujmin ji wir diçe, ew jî dikeve firoşgehekî û dibêje “bira gelo kolana 15. Li kû ye?” dema xwediyê firoşgehê di bêje “ev kolane” heval Pale ji wî taxê bi bazdan tê heya taxê.

Heval Pale, cewherê PKK’ê yê kû jiyan dikir bû. Jiyanê bi tama evînê jiyan dikir. Şehadeta wî di asta heqîqet û evînê de bû lê belê ew qas jî bi xayînî û xedar bû. Mirin,wî bi îxanet û bin re-bin re tenê girti bû. Di 28’ê Adara 2016’an parêzgar piştî nîvro ji taxa Mithat derdikeve. Di demjimêr 5’an de hevdîtinek ya wî hebû. Dema kû heval Pale û hevalê li gel gihiştin cihê hevdîtinê, dujmin her cihî girtibû. Dema kû hevalan rewşê fam kirin û xwestin ji wir derkevin dujmin güle reşand. Ji bo xwe di nava ciwanan de winda bikin dikevin sahayekê de. Me xebera şehadeta Heval Pale ji dujmin bihîst. Piştî buyerê dujmin di hemû nûçeyên Wan’ê de weke nûçeya lezgîn bi sergotara “me bombakarê YPS’ê yê Wan’ê bê bandor kir” belav kir. Gele Êlihê bi hêrs û hêviyeke mezin Heval Pale hembêz kirin. Piştî şehadeta wî heyvekê me bihîst kû dayîka wî hatiye Wan’ê. Me gazî dayîka wî kir, wê jî ji bo bîranînên wî yên dawî guhdar bike, dixwest me bibîne. Dema kû min dayka wî dît min parçeyek ji jiyana xwe ya kû herî zêde min xwe bi hêz û hêvî hîskir jiyan kir.

Dayîkeke lê belê ji dayîkên kû em fêrbuyîn cûdatir bû. Dayîkeke kû xwedî hestên mezin bû. Min wê demê dît kû Heval Pale gelek di şibe dayka xwe. Ji me re qala Umît’ê xwe kir. Bi ser bilindi bêy kû dilopek hêsir bi rijîne bi rêjahî ji me re Heval Pale vedigot. Pişt re jî qala ka çawa bi şehadeta Heval Pale hesiyane kir.

Ji gotînên dayîka Şehîd Pale

“Telefona min lêda, min vekir ji beriya kû ez tiştek bejim, got: “ez ji ewlehiya(emniyet) Wan’ê li we di gerim, termê (cenaze) kurê we Umît di destê me deye, ger kû hûn neyên negirin emê di goristana bêkêsan de veşêrin”. Wê demê zimanê min lal bû, min ne karî baxivim. Bavê wî hat telefonê ji destê min girt, piştî kû mijarê fam kir gor kû “hûn bi kîjan heqî di karin wisa bêjin, emê werin kurê xwe bigrin û emê wî weke lehengekî oxir bikin”. Wê rojê ji bo em werin Wan’ê em ketin ser rê. Piştî kû em gihan Wan’ê, hema rast em çûn ewlehiyê(emniyetê). Ji bo em terme kurê xwe nas bikin me birin meyîtxanê. Bav û xuşkên wî ne karîn werin temaşe bikin, hêza wan tüne bû. Ez ketim meyîtxanê de, li pişt min 8-9 polîsên hêzên taybet li bendê bûn kû ez qîr bidim û bi kevim erdê. Lê bele ez ber bi wê paçê spî ve meşiyam. Deste min li paç ket û min paşve kêşand. Min ruyê Umîtê xwe dît. Guleya kû bi eniya wî ketibû di kiloxê serê wî re derketibû. Min eniya wî de maç kir û pişt re min jêre got “emê bi rêhevalên te re têkoşîna te bigihijînin serkeftinê.” Min lanet li dujmin anî.

Hûn nizanin, hûn ji ber çi şer dikin lê kurê min ji bo welatê xwe bi lehengî şehît ket. Dema dayê di axivî Hevalê Andok xwe li ber ne girt û derket ji derva. Pişt re li me zivirî û got “ez dû tiştan ji we dixwazim, ya yekem, hûn tu carî dev ji tekoşînê bernadin û hûnê tola Umît’ê min rakin. Ya duwem jî, hûnê wêne û kelûpelên Umît’ê min ji min re bînin û ez dixwazim tiştek fêr bibim, Umît xwe bi xwe şehît xist ne wisa?” Me jî got, “raste”. Bêhneke kûr stand û got “ ez niha hîn baştirim. Ji ber kû guleya dujmin ya qirêj, bedena kurê min qirêj nekir.” Dayîkeke wisan pîroz bû kû Pale mezin kiri bû. Dema kû xwediyê malê ji Kurdistan’ê re got ‘Başûrê Rojhilat’, dayîka Heval Pale got “ne, Başûrê Rojhilatê Kurdistan’ê”. Ji bo Kurdistan’ê gelek hêvî weke Umît’ê min qediyan û dilê gelek dayîkan şewitî, ji ber vê Kurdistan peyveke pîroze. Hevalê Pale di 28’ê Adara 2016’an kû roja şehadeta fermandarê mezin Heval Egîd bû di encama îxanetê de gihişt şehadete.

 

SEDEMÊ JIYAN KIRINA ME, SOZA KÛ ME DAYÎ DAYÎKA HEVAL PALE BÛ.

 

*****************************BEŞÊ SÊYEM*****************************

 

  NIVÎS