
Di Dîrokêde Şerê Bajaran – 4
Hemberî Dorpêça Bajar Mînaka Herî Zêde Dirêj Ya Trajîk û Berxwedêr: Lenîngrad
“Tanya Savîcheva keçek 11 salîye. Notên di rojnizîska wêde behsa birçîbûnek miroj dikuje û mirinan dike. Despêkê pirka wê, piştre mamê wê, herî dawî jî dayik û birayê wê! Nota dawî ya rojnîvîskêde: ‘ Tenê Tanya ma’. Tanya piştî dorpêçê ji ber birçîbûna zêde mir.”
Ji ber birçîbûna ku di rojekêde hezaran mirov jî dikuje û ketîye rojnivîska zarokekêde. Dorpêça Lenîngrandê dorpêça ku ji 8’ê Îlona 1941’an heya 27’ê Çileya 1944’ ya 872 rojan berdewam kirî ya artêşa Hîtler ku bû sedemê windahîyên mezin û rûxandinan û hevkarê wî bû.
Hêzên dijmin bi êrîşên ku navê tevgera Barbarossa dayînê gelek herêmên Yekitîya Sovyetan Dorpêç kirîye û bajarên giring yên weke Moskova, Stalîngrad, Sîvastopol û Rostov dorpêç kirin. Yek jivan bajaran jî Lenîngrad bû.
Ji ber ku paytexta sombelîk ya Şoreşa Cotmehê bû, fîloya Sovyet ya Baltikê li wirbû, gelek fabrîqeyên çekan li wirbû bû Sedema armanç girtina Lenîngradê.
Di pêvajoya dorpêçêde pêwîstîyên bajar yê sê zivistanan ji gola Ladoga di hat girtin û ev rê di nava gelde weke “Riya Jiyanê” dihat pênasekirin. Bi ketina dewrê ya DYE’yê di rêjeyek diyarde tahlîyeya sîvîlan hatîye kirin û heta demekê alîkarîya lojîstîkê hat dayîn. Dema ev riya alîyê golê hat girtin jî weke “Riya Mirinê” navê wê hat guhertin.
Cihên dîrokî û sîstema av û cokan ya bajar bi fermana hîtler bi tank û topan hat rûxandin. Di bin dorpêçêde birçîbûn û serma bibû dijminê herî mezin yê gel.
Konseya Temsîlcîyan li ser navê Rêveberiya Bajarê Lenîngradê pêşiya dorpêç despê bike ji gelê sivîl di bin navê “komên despêkê yên bertekê” hêzên parastina sîvîlan ava kiribûn. Piştî wê yek milyon însan ji bo sengerê parastinê çêbikin erkdar kirin.
Di vê xeta parastinêde 190 km barîkatên dar, 635 km astengên têlên bi stirî, 700 km astengên tankan, axa pazde hezar betonê hatî saxlem kirin û senger û sperên gelek dirêj yên bejnê hatibûn çêkirin.
Hem berxwedana gelê di bajarde û hem jî hemleyên Artêşa Sor ne hêlişt dijmin bikeve nava bajarê Lenîngradêde. Herî dawî bi êrîşa ku hêzên Sovyetê navê Îskra (Çirûsk) dabûyînê dorpêça Lenîngradê hat şkandin.
Leşker û sîvîl giştî mîlyonek û nîv zêdetîr mirov dibin vê dorpêçêde jiyana xwe jidestdan. Bêyî welatparêzîyek kûr gelek yê bajarekê nikare demek evqas dirêj bi topyekûn berxwebide û heta dawî şerbike. Li Lenîngradê qirkirin hat kirin lê bi saya berxwedanê, faşîzmê winda kir.
Şerê Kolan, Mal, Îrade û Mejî: Stalingrad
Hîtler di şerê 2. Yê Cîhanêde, hîn DYE tevlî şer nebûyî ji bo hêza Sovyetê bişkîne û xwe bigihîne petrola li Kafkasyayê hemû hêza xwe dabû Yekitîya Sovyetan. Yek ji van êrîşên herî mezin hemberî Stalîngaradê hatibû kirin. Ev bajarê ku girîngîya kapasîteya xweya rê, pîşesazî û çandinîyê heye ji 23’ê Tebaxa 1942’an heya 2’ê Sibata 1943’an şerek ku hertiştî diyar dike hat jiyan kirin.
Hîrtler ji ber navê vî bajarî girtina vêdere ji xwere weke hedefa herî mezin ya polîtîk dabû diyar kirin û ji bo vê artêşa 6. ku artêşa herî bi hêz ya wîye rêkirbû wir. Di dawîya vî şerê ku 200 rojan berdewam kirî ji yek milyonî zêdetir leşkerî Artêşa Sor û nêzî 800.000 leşkerên Elman mirin. Fermandarê artêşa Hîtler Maraşal Paulus jî teslîmî Artêşa Sovyetê dibe.
Stalîngrad ne tenê bajareke ku di bin dorpêçêde berxwedabû bû, destanek ya qehremantîyê ye ku kolan kolan, mal mal pevçûn hatine jiyan kirin. Generalê Sovyetê Vasîlî Çûykov (Chûîkov) û Stalînê ku Stratejîya vî şerî diyar kiri bûn pêşengên vê qehremanê. Di vî şerîde Krûşçev jî li şûna Stalîn erka komîsertîya sîyasî girtibû serxwe.
Ji ber ku hemû hazirtî ne hetibûn kirin rexmê hemû hember derketina fermandaran jî Hîtler yekser fermana êrîşê da. Ev êrîşa ku gelê sîvîl hîn ne hatî derxistin hatî kirin îşaretê êrîşên bê dawî yên îmhakirinê yên faşîzmêye û Stalîn jî vê rewşê weke “Artêşa me wê bajarak zindî ji bajarak hatî valekirin baştir biparêze”. Dema Almanya desbi êrîşên hewayî kirîn 77 balafirên şer û 41 tankên Sovyetê îmha bibin, nêzî 1000 sivîl mirbûn, yekser piştî wê gelê sîvîl derbazî milê din yê çemê Volgayê dihat kirin lê Stalîn giringîya tevlîbûna gelê sivîl ji parastina bajar re da diyar kirin û derbazkirina sivîlan sekinand.
Bi êrîşên hewayî bajar hemû hat rûxandin û piştî wê li kolanan şer despêkir. Şerê li giştî welat rexmê artêşa Sovyetê %59’ê xwe winda kiribe jî hemû derfet kirine merîyetêde û şer kirine. Enqaza xanîyan kirin kelhe û fabrîqeyên traktorê jî kirin cihê çêkirina tankan. Rola giring ya segvana jî çêbûye, bi taybet bi çeka segvanî ya bi navê Mosîn-nagnant encamên baş hatine girtin. Di bajarde 75 hezar jin raste rast di cepheyên şerde cihên xwe girtine, weke erkên segvantî, personelê tankan, milê tendûrûstî û hwd erk girtine ser milê xwe.
Germbûna şer di hindirê bajarde piştî şkestina hêzên dijmin yên li çengan çêbûne. Ji ber ku hêzên Romen û Macar li gorî Almanan Bê hêzbûn piştî windakirina Artêşa Almanan di hindirê bajarde asê man. Generalê Sovyetê Çûykov taktîka ku navê “HEMBÊZKIRINÊ” kir merîyetê de û fermana “hingî ji we bê nêzîkî leşkerê Almanan bibin” da. Di heman talîmatêde ji leşkerên xwere digot: “malê bihevre belav bikin, hûn û bombeyên we yên destan”
Di hindirê bajarde şerek bê serkin yê biheybet hat pêşxistin. Mînak îstasyona trenê di rojekêde gelek caran dest guhertiye. Embarek ya genim di rojekêde çend caran dest guhertiye. Wek vê di cihên dû qatde di nava heman rojêde hinek caran leşkerên Almanan diqata jêrde û hinek caran jî leşkerên Sovyetê di qata jêrde bûn. Bi şerek ev qas nêzî hev û sing bi sing Hêzên Hewayî Yên Almanan û topbarankirina tangan dihat bê bandor kirin. Eger lê bidin jî divê leşkerên xwe ji çav derxistibana. Pîyadeyên Almanan perwerdeya şerê nêzîk ditibû û taktîkên weke xwenêzîk kirin, teqandin, rakirina astengan û hwd dizanîn lê bi vî awayî kolanên Stalîngradê ji Almananre bû goristan. Ji ber vê dîroknas ji bo Stalîngradê dibêjin: “ji Nazîzmêre kevirek yê gorê ku bi mejîyê mirov hatî pêçandine”.
Dema bi çekên Antî-tank, mayin, têlên bi stirî, segvanan gel di kolannde bi qehremanî şer dikir li hemû cihên bajarde bi hoperloran anonsên “ her 6 çirkeyan carekê leşkerek yê Almanan dimre. Stalîngrad Bajarê Goristan” bi vî awayî moralê leşkerên Alman hat xirakirin. Hinek caran sermaya ku dibû -40 derece bi leşkeranre bezîna di depoya tankan de diqerisand, dibû hevkarê herî mezin yê Sovyetan. Dewleta DYE jî alîkarîya leşkerî dikir.
Divan mercên zehmet yê xwezayîde Sovyetan êrîşek ku navê “Operasyona Ûranusê “ dabûyê û encam girtibûn da despêkirin. Artêşek ji 750 hezar kesan pêk dihat û leşkerên taybet bi navê “Sîbîryayî” ku hemberî tehdîta japonan amedebûn û piştî fîloyên nû yên balefiran ket dewrêde qedera Stalîngradê hat guhertin û artêşa Almanan hat dorpêç kirin û îmha kirin. Her wiha maraşal û 22 generalên li ser wan dîl hatin girtin.
Çûykovê ku li ser tepeyê Mamajev şer ji barîkatek kirî qerargeh rêve dibir piştre dema behsa bîranînên xwe dikir wê wisa gotiba: “Rêzkirina hemû rêbazên karkirina yekîneyên me ne gengaze. Em di rojên şerê giran yê Volgayêde, em hemû ji leşkerek rêzê heta fermandartîyê mezinbûn, em fêrbûn û em pêşketin.
Çûykov li ser vasîyeta xwe ji tepeyek ku li tepeyê Mamajev dinêre, nêzî stargeha xweya di şerde hatîye veşartin. Di vê goristana biranînêde navê hezaran leşkerên Sovyetê ku canê xwe feda kiribûn hatîye nivîsandin û li herî jor jî ev nivîs hatîye nivîsandin “Tikes û Tiştek ne hat jibîrkirin”.
Taktîk û Stratejiya Vîetnamê: Şerê Gel-Şerê Êrîşê
Dema bajar bûn kelheyên hêzên dagirker û metînger êdî ji bo gel roj tarî bûye û rojên tarî despê kiriye. Hemberî vê kesên berxwedidin her bi rojê û dinava ronahîyêde xwe pênase kirine.
Pêşengê berxwedana Vîetnamê Ho Chî Mînh (bi gotina gel Mamê Ho) di salên 1930’ande hemberî metîngerîya Fransîyan di mercên veşartîde dema berxwedan rêxistin dikir gelek caran nav guhertîye û herî dawî navê Ho Chî Mînh ku tê wateya “ kesê rohnî dike” girtîye. Yek ji karên wî yê despêkê li ser şerê gerîla pirtûk nivîsandinbû.
Vîetnam di şerê 2. Yê Cihanêde ji dagirkerîya Japonan hat rizgarkirin lê bi ketina dewrê ya Îngilîzan riya Fransîyan vekirîne. Ji ber vê Fransî ketine dewrê û rêveberîyek ya metîngerîyê çêkirbin jî hamberî wan berxwedana 8 sal berdewam kirî di sala 1954’ande bi çalakiya Dîen Bîen Phû serkeftin bi desxistine.
Di riya serkeftinêde hemleya dawî ya Gîap, girtina riya lojîstîk û çekan ya artêşa Fransayê ku bajarê Dîen Bîen Phû dagir kirbûn û navendek ya parastinê çêkirbûn û piştre bi 40 hezar şervanan (Îdaya ku ev jimar 70 hezare heye jî heye) bajar dorpêç kirin û artêşa Fransayê tarû mar kirin. Top û çekên dijî balafiran yên Çînê dayî wan Destê Gîap gelek xurt kirîye. Bi topbarankirina pîsta balafiran Fransîyan ne karîne balafir dane, paketên alîkarîyê ku ji hawave hatîn avêtin jî ji ber ku ji bilindahîyek zêde dihatin avêtin diketin destê Vîetnamîyande, jimara xwe ya zêde baş kar înîne û di encamêde Fransîyan 2.000 mirî, 5.600 birîndar û 6.5000 esîr dane û piştî wê Fransîyan daxuyanîya bi giştî ji Fransayê derketine da.
Lê welat bi peymana Cenevreyê bûye dû parçe li Başûr deshilatek hevkar hatiye avakirin. Dema tê sala 1963’an jî DYE dikeve dewrêde, heta sala 1973’an ku ji Vîetnamê derdikeve û 58 hezar leşkerên xwe winda kirî, mîlyonan mirovê sivîl jiyana xwe jidesda. Şer dijî deshilata Başûr dewam kirîye û di sala 1975’an girtina bajarê Saygon (navê wê yê niha Ho Chî Mînh) û yekbûna Vîetnamêre şer xilasbûye.
Di şerê gerîla yê Vîetnamêde yekîneyên bajar û çiyayî hatîye nirxandin, sîstema erdê ya bi tunelanre hatîye pêşxistin, ji mutefîkan teknîka leşkerî hatîye girtin, di hemû welatên Sosyalîst û bê teraf de girîngî dane vekirina nûnertîyan û ya herî girîng jî hemû gel ji bo berxwedanê hatiye seferber kirin.
Waneyên pir berfireh yên şerê Vîetnamê çêbûye. Evane dikin weke stratejî, taktîka ku damgaya xwe li şer dana gelek teybetmendîyên bîngehîn bê binav kirin. Lê têgeha herî bingeh fermandarê wa binav kirye. Fermandarê şerê Vîetnamê Gîap ku di şerê gerîlade ji gelanre herî zêde îlham deye, şerê şoreşgerî bi dû têgehên ku hev temam dikin daye pênase kirin. Ya yekem “şerê gel” yê staratejîyê îfade dike û ya dûyem jî “şerê êrîşê” yê taktîkê îfade dike.
Li gel fermandarîya şer, bawerî, fedekartî, avakerîya gerîlade hinek avantajên Vîetnamê di pêşxistina şerê gel û şerê êrîşê hebûn. Hemberî dagirkirina ji deryayê berxwedan, çanda welatparêzî, di Bakûrê Vîetnamêde hakîmbûna wan (Hikûmeta Vîet Mînh) û hemberî êrîşên emperyalîst pêkanîna leşkertiya neçarî tevlîbûna gel anîye asta herî jor. Di hemleyên êrîşêde taknîka leşkerî ku ji qampên sosyalîst bi dest dixistin û desteka sîyasî bûne avantajên din. Piştî protestoyên civaka DYE jî ket dewrêde ev şerê ne wekhev bi serkeftina Vîetnamê bi encam bû.