
Di Her Kêliya Xwe De Em Soza Jiyan Kirina Wan Didin
JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD DENIZ, ŞEHÎD ZAGROS Û ŞEHÎD ŞIYAR
Nasnav: Deniz (Rizgar) WAN
Nav û Paşnav: Abdulbekir ATABEY
Dîroka Şehadetê: 09 Pûşper 2016
Nasnav: Zagros (Bagok) COLEMÊRG
Nav û Paşnav: Sezgîn ARMUT
Dîroka Şehadetê: 09 Pûşper 2016
Nasnav: Şiyar SERHED
Nav û Paşnav: Ferdî NARÎN
Dîroka Şehadetê: 09 Pûşper 2016
Heval Deniz sala 2016’an di dema pêvajoya şerê dijwar de tevlî refên YPS’ê bû. Bi xeyal û hêviyên mezin derket li ser riyên kû digotin, mirov nikare derkeve ser. Rêwîtiya wî kurt û bê bêhndanbû. Xiyalên xwe di kûrahiya dilê xwe de veşart, di rastiya şerê xedar xiyalên xwe bi dilê xwe yê zarokî parast. her roj hêviyên xwe bi hezkirina têkoşînê tîmar kir. Hemû hezkirinên wî ber bi hêviyê ve diherikîn. Di vê rêwîtiya pîroz de rêheval Deniz bû rêhevalek mezin kû em di riya wê de bi meşin.
Heval Deniz ji Wan-Ebex’ê bû. Ji refa yekan ya Zanîngeha Herran’ê qut bibû û biryar dabû kû di meydana şer ya welatê xwe de bibe şervanek bi hêz. Dema kû bi me re peywendî danî, me xwest wî bişînin bejahiyê lê belê ji ber mercên zivistanê derfetê çûyînê nebû. Seknek ya wî ya pir aram û dilgerm hebû. Ji ber vê yekê, me destpêkê jê bawer nekir û me li malekî bi cih kir. Dema kû ser wê malê de hat girtin, Heval Deniz di tenûrê de xwe veşartibû û xwe rizgar kiri bû. Piştî kû dû rojan li derve dimîne dixwaze vegere heman malê û li benda me bimîne. Em jî li wî digeriyan. Piştî kû me wî dît, êdî me tenê nehişt. Gelek bi hêz tevlî kar û jiyanê di bû. Ruxmê tiştên jiyan kirî jî qet pê bandor nebû. Bi sekna xwe ya bi biryar û girêdanbûna xwe ji bo me hemuyan mînak bû. Nû bû, lê belê bi moral tevlî her karî dibû. Her tim di got: “eger kû JÖH-PÖH’ên dujmin hebe, Denîz û Rêber’ên YPS’ê jî hene”. Denîz hevalek kû divê were nas kirin bû. Ruxmê kû xiyalê wî yê herî mezin bû jî qet ne hat çiya. Di şeva kû wê bi çûna çiya de, dujmin ser wan de girt û êdî qet ne hat çiya. Di her bostek axa kû em lê bi gerin û her henaseya kû em bistînin de emê Heval Denîz bi bîr bînin û jiyan bikin. Çiyayên Kurdistan’ê xeyal û bêrîkirininên herî mezin yên Heval Denîz bû.
Heval Zagros B-7’ê gelek xweş bi kar di anî. Hevalek ji kevin de di nava têkoşînê de bû. Hewaya Hevalên kevin pêre hebû. Dema kû Heval Zagros hat Wan’ê me wî bir cihekê. Piştî sê-çar rojan dema kû em çûn wî bigrin, yên kû li malê di man ji bo me gotin; “hûn bi Xudê wî bi parêzin. Ew hevalek pir kevne, em dil nahêlin kû li wî binêrin. Wî bi parêzin”. Bi sekna xwe malbat bandor kiri bû. Dema kû Heval Zagros li cihekî, mêvan werin wir, ger ji mêvanan sixlet bibe bêyî kû xwe nîşanî hinekan bide ji wir dûr dikeve. Heman şevê dema kû em çûn wî bi bînin, malbatê got “hevalê we reviya. Dema me pirs kir ka çawa, malbatê got; “mêvan hatin û ew jî ji paceyê ve reviya”. Rewş hatibû famkirin. Heval Rêber got; “ez bim, ezê jî bi revim”. Piştî kû Heval Zagros hat, demekî li gel Heval Agir ma. Ji şehadeta wî pir bi bandor bibû. Heval Zagros xwedî kesayetiyek aram bû. Xwe li ber gelek zoriyan girti bû, ketibû kemînên dujmin û her carê Heval Zagros’ê kû rizgar dibû, di serdegirtinek xayîn de bi pevçûnek fedayî şehîd ketibû.
Heval Şiyar di refa dûwan ya beşê Civaknasî kû li Zanîngeha Ankara yê de bû dev ji xwandinê ber dide û sala 2014’an de tevlî nava refên partiyê bibû. Heval Şiyar ji Agirî-Patnos’ê bû. Xwedî seknek pir aram û bêdeng bû. Ji bo demekî li cihekî ma bû. Ji ber kû navê xwe ne gotibû, yên derdor bi şêweyek “hevalê bêdeng çawane, rewşa wî başe? wî di pirsîn. Bi kesayeta xwe ya bêdeng tê naskirin û nasandin.
Di encama serdegirtinek kû li kolana Sürmelî ya Taxa Xaçort’ê de, dema kû hevalan di baxçeyekî de civîn çê dikirin, Hevalên Denîz, Zagros û Şiyar piştî kû tevahiya rojê şer kirin bi lehengî şehîd ketin. Di her kêliya xwe de, em soza jiyan kirina wan didin.
*****************************BEŞÊ PÊNCEM*****************************