
Dîrok Dîsan Dûbare Bibû
JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD ANDOK Û ŞEHÎD NÛDA
Nasnav: Nuda (Sema) BÊRÎTAN
Nav û Paşnav: Fatma CAN
Dîroka Şehadetê: 14 Pûşper 2016
Nasnav: Andok SERHAT
Nav û Paşnav: Mehmet Emîn ÖCER
Dîroka Şehadetê: 14 Pûşper 2016
Heval Andok di Berxwedan’a Nisêbîn’ê de ma bû û piştre derbazî Wan’ê bibû. Bi xebatên tekoşînê di refên tekoşînê de dest bi cih girtinê kiribû. Zêde agahiyek ya me di derbarê sicîla wî de nebû. Dema şehîd ketî ji ber sedema kû me sicîla wî ne dizanî cenazeyê wî qasî dû mehan di destê dujmin de ma bû. Ji ber kû şehadeta wî ne hatibû ragihandin, agahiya malbata wî jê nebû. Dujmin bi zanebûn agahî ne dabû malbatê. Piştî kû şehadeta wî hatî ragihandin, malbata wî hatibû cenazeyê wî bigre. Heval Andok ji Amed’ê bû. Ji ber kû Heval Andok kinik bû, hevalên wî jê re digotin; “Portatîf Andok”. Heval Andok hevalek kû hemû xweşikatiyên jiyanê di hûndirê xwe de girtî, hevalek pir alî bû. Heval Andok soza dayî diya Heval pale bi girêdanek pir mezin bi cih anî bû. Di şopa Heval Pale de meşiya û bi fedayîtî tevlî karwanên şehîdan bû.
Nûda, hêza kîjan peyvê têra qalkirina te dike. Kîjan peyv dikarin bedewiya te pênase bikin. Beramberê rewneqdariya te pênûsa min lal dibe, nikare te rave bike, tenê mezinahiya te, dikarim di dilê xwe de te bijîm. Tû welatê min yê azad bûyî. Bi qasî çiyayên welatê min asê û dexez, dilê te bi qasî robarên wê zelal bû. Asîman ji dilê te yê azad û berfireh di hesidî. Nûda, dema kû tû li asîmanê welatê min de mîna stêrkekî di biriqî, roj jî ji te di hesidî. Asîmanan nede hesidîn, bi xwezayê re were, dakû hemû feza li gel te bi gihije cewherê jiyanê. Her peyva kû ji dilê te dibare, tovê heqîqetê ye. Tovên heqîqetê yên kû te li gerdûnê reşandî, bi xwina te hat avdan, zindî bû û ruh dide hemû mirovahiyê. Te evîna welat li dilê gel nexşand.
Heval Nûda ji Êlih’ê bû. Koçer bû. 2014’an de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû. Hevalek pir zindî, bi reng, diyarker û cihê wê diyar bû. Aliyên wê yên fêrker jî hebûn. Ruxmê kû hîna nû bû, pir zû fêr bibû û jiyan xwemal kiribû. Heval Nûda û Heval Andok ji bo çalekiyê diçin keşfê. Dema kû kesayetiya Bîrhat li malê di ma, her dû heval jî diçin keşfê. Piştî kû li cihê keşfê carek, dû caran digerin, maşîna wan bal dikişîne û dujmin dixwaze bi sekinîne. Çawa kû dibêje “bisekine” şofêr ji tirsan disekine. Dujmin dest bi gullebarana maşînê dike. Bi hevalan re birayê Bîrhat jî şehîd bû. Kesê binavê Bîrhat jî di serdegirtina malê de xwe radestkir. Dema kû Heval Nûda û Heval Andok bi fedayiyane di xeta Rêber APO de şehîd dikevin, Bîrhat radestbûnê di bijêre. Dîrokê dîsan xwe dûbare kiribû.
Heval Nûda wê tim pêşengê me be.
*****************************BEŞÊ ŞEŞEM*****************************