• Home
  • DAXUYANÎ
  • Em ê Agirê Pîroz yê Berxwedanê kû Bilind Dibe Bêyî kû bi Tefînin Geştir Bikîn!

Em ê Agirê Pîroz yê Berxwedanê kû Bilind Dibe Bêyî kû bi Tefînin Geştir Bikîn!

By on 5 March 2018 0 752 Views

 

JI BO GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û TEVAHIYA HÊZÊN DEMOKRATÎK-KOMÛNAL

Demê kû em tê de, pêvajoyeke kû wekî gelê Kurd û jin dinava berxwedan û teslîmiyetê de bijartinekî mîsoger dike ye. Wekî tê zanîn di pêvajoya şerê topyekûn yê kû 24’ê Tîrmeh’a 2015’an destpêkirî de, rûxmê kû dewleta AKP’ê û mêtîngeriya wê bi hemû hêza xwe êrîş dike jî wekî dixwaze, ne kariye bi gihije armanca tasfiyekirina tevger û gelê me û bi serneketiye. Li hemberî qirkirina gelê me, êrîşên bi armanca tasfîyekirina tevgera me pêşxistî, tenê bi şerekî berxwedanê yê pir mezin kû bi rûhê fedayî yê di astek mezin de di karî bibe bersiv. Bijartekekî cûda ya ji derveyî hemleyek ya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê xwe dispêre hêza me ya cewherî, çareserkirina pirsgirêka Kurd ne mabû. Bi rêketinek ya pêdivîyek bi vî awayî li hemberî êrîşên topyekûn yên desthilata AKP’ê, bersiva me bi berxwedanekî topyekûn dayîna destpêkirina hemleya Şerê Gelê Şoreşgerî bû. Li ser vî bingehî, têkoşîna dihat meşandin kû bi ragihandina YPS-JIN destpêkirî û heya roja me ya îro hatî, ji hêla gelê Kurd ve di wateya pirsgirêka man û nemanê de xwedî giringiyek pir krîtîk û dîrokî ye. Wekî hemû berxwedêran em bi zanin kû dîrokek nû hat nivîsîn, destanek mezin hat pêşxistin. Hemû milîtanên vê destanê bi fêz û şerefek mezin, bi rûhekî fedayî ber bi pêşerojê ve meşiyan. Em jî di kûrbûna xeta RÊBER APO de, bi şiyara “Rêbertiyek Azad, Kurdistanek Xweser, Tirkiyeyek Demokratîk” em dizanin kû dê ber bi serkeftinê ve bi meşin û di vê meşê de em dibînin kû berxwedanên bajaran cihekî pir girîng digire.

Em di hizirin kû hemû mirovahî di zanebûna wê de ne kû bi dayîna berdêlên mezin em gihiştine vê xala kû em lê ne. Ji vir û şûnde meşandina têkoşînek kû li rûhê hemleya dema nû rast tê,  di manendê nebe nabe de ye. Lê belê dewlet û desthilatdariya AKP’ê dîroka xwe ya bi xwîn ji nû ve dûbare kiriye, berdewamiya komploya navnetewî bi operasyona dij mirovahî ya kû li Efrîn’ê pêkaniyî nîşandide û bi komkujiya sivîlan pêktîne. Gelê Kurd û jinên berxwedêr, rûhê berxwedan û azadiyê di şexsê rêhevala me Şehîd Awesta Xabûr de li Efrîn’ê jî rastiya Zeryanan, Zîlanan, Rûken Xoseran, Berfînan û gelek lehengên me yên pêşengên din kû me ne kariyî navê wan bi jimêrîn carek din nîşanî tevahiya mirovahiyê daye. Ev pêvajoya kû gelê me ji her demê zêdetir nêzî azadiyê bûyî de bi serkeftinê tacidar kirin, li pêşiya hêzên YPS-JIN yên kû di şopa şehîdên me de di meşin, wekî erkekî bingehîn rawestaye. Azadkirina Rêbertî û şikandina xeleka komkujiyan, tenê bi rastiya gelek ji agir û bi zarokên vî gelî kû bi rûhek fedaî berê xwe didin şoreşê gengaze. Em neçarin kû vê erk û berpirsyartiya kû dîrokê di nava YPS-JIN’de dayî me, bi şêweyek herî baş bi nirxînin, jiyana azad ya Rêbertiya me ji bo me pêşbînî kirî ava bikin û bi parêzin.

Ev jî nîşan dide kû wekî hêzên parastina cewherî bi qasî îddîa û biryardariya me ya di xeta azadiya berxwedanê de temînat û ravekirina wê ye kû ji bilî serkeftinê em dê çi tiştî ne pejirînin. Di vê wateyê de pêkanîna azadiya Rêbertiya me, pêşxistina jiyana azad û demokratîk ya gelê me, pêşkêş kirina şansek yê jiyana hevpar kû di nava aşitiyê de ji bo jin û gelên erdnîgariya me kû di têkoşîna me de bi pêkanîna  tevlîbûnek fedaîyane, rastiyeke kû emê hemû astengiyên li pêşiya xwe yek bi yek derbaz bikin. Bi bingeh girtina vê rastiyê, dema kû em pratîka berxwedanê ya dû salan ya YPS-JIN li paş xwe di hêlin, em tevayê jin û mirovahiyê bi xwestek vedixwînin pêvajoya berxwedana li pêşiya me. Di serî de li metropolan, li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Silopya, Wan, Sêrt, Gimgim, Farqîn û gelek cihên din em ê agirê pîroz yê berxwedanê kû bilind dibe bêyî kû bi tefînin geştir bikîn û dûbare em destnîşan dikin kû em ê çirûskên vî agirî li tevahiya Kurdistan û hemû deverên Tirkiyê belav bikin. Bi vê wesîleyê di roja 8’ê Adar’ê ya roja jinan kû nêz dibe de em hemû jinan vedixwînin li her qadên kû lê agirê berxwedanê geş bikin, bi wesîleya sala damezirandinê em 8’ê Adar’ê ya roja jinên cîhanê jî pîroz dikin.

 

 

BIJÎ RÊBER APO

BIJÎ BERXWEDANA ME YA PARASTINA CEWHERÎ

BIJÎ BERXWEDANA ME YA JINÊ

JIN JIYAN AZADÎ

 

Koordînasyona Giştî ya YPS-JIN

       5 Adar 2018