• Home
  • YPS-JİN
  • EM HEMÛ JINAN VEDIXWÎNIN BEŞDARBÛN Û PÊŞKÊŞÎ KIRINA BERXWEDANÊ – AVESTA ZEND

EM HEMÛ JINAN VEDIXWÎNIN BEŞDARBÛN Û PÊŞKÊŞÎ KIRINA BERXWEDANÊ – AVESTA ZEND

By on 7 March 2018 0 1421 Views

Ez 8’ê Adar’ê Roja Jinên Kedkarên Cîhan’ê di serî de li xuliqkarê berxwedana rûmeta mezin Rêber APO, piştre li hemû jinên kedkarên kû tevahiya dîrokê berxwedan kirîn û heya roja meya îro meşa wan pêl bi pêl mezin bûyî û di berxwedana azadiya jinê de mohra xwe li dîrokê xistîn pîroz dikim.

Têkoşîna azadiyê, têkoşîneke kû li derdora jinê şêwe girtiye. Berxwedana destpêkê kû jinê nîşandaye berxwedaneke kû civak xuliqandiye. Li hemberî zêhniyeta desthilatdariya zilam her tim dinava têkoşînê de bûye û heya roja me ya îro jî berdewam kiriye. Îro jî, di pêvajoyek kû zêhniyeta desthilatiya zilam hewil dide çewisandinê li ser civakê bike, dîsan berxwedana jinê xwe nîşan daye. Rêber APO gotibû; “sedsala 21.’an wê bibe sedsala jinan, serdema jinan”. Niha em raveya vê ya şînber di şoreşa Rojava û rastiya Efrîn’ê de dibînin. Di berxwedana serdemê de di pêşengiya Avesta Xabûr’an û Avrîn’an de û têkoşîna kû Barîn’an pêşxistî de nîşan daye kû ev sedsala 21.’an wê bibe sedsala jinan. Li Efrîn’ê bi vî rihî, dîsan li Amed’ê bi rihê Tekoşîn Amed, li kû derê be bila bibe wê têkoşîna xwe ya li hemberî zêhniyeta desthilatdar ya zilam berdewam bike û wê serî ne tewîne. Wê têkoşîna jinê di her mercî de têkoşîna xwe berdewam bike, rihê berxwedanê bilind bike, wê bibe bersiva tîbûna azadiyê ya hemû civakên tê perçiqandin. Em di vê çarçovê de destnîşan dikin kû Adar’a 2018’an wê bibe sala azadiya jinê û em hemû jinan vedixwînin beşdarbûna berxwedanê; hemû jin û ciwanan vedixwînin di berxwedanê de pêşengiyê bikin.

Her wiha, di berxwedana serdemê ya Efrîn’ê de rihê berxwedana Avesta’yan, rihê şerker yê Avesta’yan ne tenê Rojhilata Navîn û Kurdistan’ê, hemû cîhanê rakiriye li ser piyan, kêşaye têkoşînê. Di vê têkoşîn jî wê di pêşengiya jin û ciwanan de her tim berdewam be. Di be kû 8’ê Adar’ê sembola rojek ya berxwedana jinê ya dîrokê be. 5’ê Adar’ê ya ragihandina YPS-JIN jî di vê herikîna dîrokî de di rojaneyê de tevgerek ya jinê ye kû  raveya xwe bi xwe dîtî û şerê xwe pêşxistî ye. Di tevaya Kurdistan’ê de dest bi vê berxwedanê kiriye û heya roja me ya îro jî berdewam dike. Di dîrokê de jî em dibînin kû tenê rihê berxwedêr yê jinê kariye li hember zêhniyeta desthilatdar ya jinê bêje raweste. Ango, em di karin bêjin kû yekane rihê rêxistinî, şerker, berxwedêr ya kû  nekariyîn birûxênin û derbaz bibin, rihê jinê ye. YPS-JIN jî di nava vê herikîna dîrokî de tevgereke kû raveya xwe dibîne û şerê xwe yê rojane pêşdixe ye. Ji vir û şûnde jî, bi şêweyek ya rêxistinî ya hîn bi hêztir, wekî YPS-JIN di hemû qadên civakê de wê têkoşîna xwe berdewam bike; sekna xwe ya li hember zêhniyeta desthilatdar ya zilam pêşan bide û wê azadiya xwe bi ragihîne. Di vê çarçovê de em dûbare 8’ê Adar’a Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê pîroz dikin.

 

Avesta Zend

Şervana YPS-JIN