
EM HEVALÊ XWE ŞEHÎD ÇEKO ÇATAK DI SÊYEMÎN SALVEGERA ŞEHADETA WÎ DE BI BÎRTÊNIN
Ji Bo Gelê Kurdistan û Hêzên Komûnal Yên Şoreşger-Demokratîk:
Bi Rihê Şehîd Çeko Em Gelê Xwe Vedixwînin kû Têkoşîna Li Efrîn’ê Sor Bûyî Mezintir Bikin û Bi Gihînin Serkeftinê!…
Em hemû rêhevalên xwe yên kû di berxwedanên rêveberiya xweser a 2015-16’de kû di dîroka Gelê me de di heman demê de wekî destanek taybet a lehengtiyê bû bibîrtênin, soza xwe ya berdewamkirina bîranînên wan û gihandina tekoşîna wan didin. Bi wesîleya 3. Salvegera şehadeta hevalê me Çeko Çatak kû yek ji fermandarên ve artêşa bijare a lehengane ye li hember bîranînên her yek şehîdên me bejin di tewînin, di kesayeta Şehîd Çeko Çatak de dûbare bi şêweyekî herî baş berdewamkirina bawerî û biryardariya herî bihêz a meşa xwe ya jibo “Bi Civakek Azad re, Ber bi Pêşerojek Azad” tênin ziman.
Ji bo gelek wekî gelê Kurd kû hatî xistin bin çewisandina herî zor û bêrehm, her jibo şkandina pergala bi katmer a mêtîngerî, her jî jibo jiyankirina hesreta pêşerojek wekhev-azad helbet ne rewşeke kû bi xebatek ji rêzê were pêk anîn. Di xala li ser re gihanê de mezinahiya zoriyên kû bûyîn mehkûmê wê, mezinahiya keda k3u di xala xuliqandina çareseriyên kû xwedîne jî pêwîst dike. Bi vê wateya xwe, bi qasî bûyîna çareseriya nakokiyên kû mijara gotinê yên çavkaniya hemû pirsgirêkan, hinek demên kû pratîkbûna kedên bûyîn raveya hemû hêviyên kû çareserî lê hatî barkirin û ev demên kû kesayetan di xwe de şînber kirîn hertim pêkhatiye. Aras-tecrûbeyên bûyîn xwediyê wan bi qasî kêrhatin, bawerî, azîm û biryardariya kû pratîk kirina vêya ya mijara gotinê de bi cûda dîtina hindek kesayetan ji yên din cûda, di xala armanc û hedefan de digihîne rewşa kesayetên sembol yên hêza nûnertiyê. Di doza azadiyê ya azadiyê de ev kesayetên sembol yên bi vî awayî kû pêwîstî pê dîtî, di dîroka tekoşîna me de pir derketiye hole û di pêşketina têkoşîna me de her tim yek ji rolên katalîzor leyîstine. Ev doza bijare ya wekî “leheng” hatî diyarkirin yên di dil û zanîna gelê mede bi cih bûyî her tim yek ji rolên parola yan jî manîfestoya şoreşê bûne rênîşander.
Gotina kû salên têkoşîna me di nav de derbaz bûyî, salên kû çarenûsa gelê me diyarkirîne, qet ne nirxandinek mezinkirî ye. Di nava rastiya tekoşînek kû ji salên çarenûs diyar kirî de her wiha diyare kû xebatek ji rêzê wê qet bi têrê neke. Di pêvajoya vê têkoşîna me ya kû ji rêzê bûn têr neker û pêwîstî bi ked û pratîkan heyî, bi qasî kesayetiya Şehîd Çeko kû fermandarî ji lehengên berxwedana rêveberiyên xweser yên 2015-16 kirîn kû wergerayî destanek ya lehengiyek bi giştî, bi pratîka têkoşînê bi bû hevalêk yê me yê kû xwedî wesfên manîfestoya şoreşekî. Şehîd Çeko bi vî aliyê xwe bi qasî kû mamostetiya şoreşekê kû hertim em tiştnan jê fêr bibin, di rewşekî ya fermandartiyê deye kû hertim em fermanên wî pêk bênin.
Gelê Kurdistan û Hêzên Komûnal a Şoreşger-Demokratîk;
Hevalê şehîd Çeko di sala 1980’an de ji dayik bûye û wekî her ciwanekî Kurd h3ina di tmenê xwe yê zarokatiyê de bi pirsgirêkên netewî yên gelê me re bi şêweyek pratîk hatiye nasandin û dîsan hîna di temenên pir ciwan de berê xwe daye çareser kirina van pirsgirêkan. Di mercên jiyanê yên zarokbûn qedexe û mezinbûn neçariyek de şoreş û şoreşgerî di rewşekî şîfreya bi raz a dema zarok wekî mezin, dema mezin jî wekî zarokman deye. Bi şifreyek ya bi raz ya wiha jiyana ji vir û şûnde ya Şehîd Çeko kû di sala 1997’an de li eyaleta Amedê hev dîtî, çîroka wî çîrokek kû lehengî xuliqandiye.
Heval Şehîd Çeko yê kû her bostek yê xaka vî welatî wekî xebatekî şoreşê dîtî, her cihek kû têkoşînek lê bilind bibe yan bilind bûyî hebe, li wir bi rihekî pêşeng yê milîtanî, azîm û sekna xwe bi cih bûyî, bi van hemû taybetmendiyên xwe wekî pêşeng û sembola têkoşînekî jî bi berdewamî bûye rêheval û fermandarek yê me kû wê hertim di mejiyê me de zindî bimîne. Hevalê me Çeko kû bi taybetmendiyên me destnîşan kirî ji sala 1997’an û şûnde di eyaleta Amed’ê de herwekî zemînek yê têkoşînê kû pêl dewis nekirî nemayî, yek ji hemleyên kû bi rihê pêşketinê yê kû xwe spartî taybetmendiyên karakterîstîk yê têkoşîna me di kesayetiya xwe de bi şêweyek herî bi hêz pêş xistiye û her wiha hemû jiyana xwe ya têkoşînê bi rihekî hemlekar berdewam kiriye. Bi vê taybetmendiya xwe jiyana têkoşînê ya Heval Çeko’yê kû berjengekî wekî “Derwêşê Şoreşê” bi zêdehî ve maf kirî, bi rastî jî bûye seknek mezin kû her şoreşgerî bi hesidîne. Her çend gelek hevalên me yên kû dîalektîka herikîner ya şoreşê bi jiyana pratîk ya têkoşînê re ev qas aniye li gel hev hebin jî heval Çeko bi vê taybetmendiya xwe bûye yek ji wan yên me yên bijare.
Şehîd Çeko, bûye wesîleya destkeftiyên mezinên Serok APO xuliqandî û di dîroka têkoşîna gelê me de piştî çewisandina “înkar û îmhaya” dujmin di Serdema Têkoşîna Demokratîk-Siyasî ya 2013 de, di pêvajoyek şerekî şoreşgerî yê nû û bihêz li benda me mayî de di asta fermandarê pêşeng yê eyaleta Wan’ê ji bo tevlî têkoşînê bibe dikeve tevgerê. Di van salên kû me bi çavan şahidiya bûyerê kirî, çetekariya bi navê DAÎŞ kû paşverûtiya herêmî bi paşverûtiya navneteweyî re hev dîtî ya li Şengal’ê li gelê me yê Êzîdî komkujî lê hatî ferzkirin û di heman demê de ji eyaleta Wan’ê berê xwe daye Şengal’ê û di van xakên pîroz de pêşengî ji têkoşînê re kiriye. Dema kû li Şengal’ê tekoşînek dijwar bi rêve diçû, Şehîd Çeko yê kû nekariyî li şerê sorbûyî yê li Bakûr’ê Kurdistan’ê bêdeng bimîne vê carê jî berê xwe ji nû ve daye Bakûr’ê Kurdistan’ê. Dema kû nekariyî dorpêça li ser berxwedana rêveberiya xweser a Cizîr’ê kû ew jî di rêveberiyê de bû bişkêne di çeperên Slopya de xetaxwe digre û herî dawî deşta Hezex’ê dixe çiyayek yê berxwedanê. Heval Şehîd Çeko kû fermandarî ji artêşa lehengan ya çîroka berxwedana Hezex ya 25 rojan wergerandî çîrokek hezar salî di 7’ê Adar’a sala 2016’an de li gorî nav, lêgerîn û çîroka xwe di berxwedana rêveberiya xweser a Hezex’ê de digihe şehadetê.
Gelê Kurdistan û Hêzên Komûnal a Şoreşger-Demokratîk;
Şehîd Çeko; kelecan, coş, biryardarî, azîm û baweriya şoreşê di nava rihek pêşeng de her tim di rewşek seferberiyê de bûyînê rave dike. Îro di welatê me de pêwîstiya têkoşîna şoreşger kû bi hemû mezinahiya xwe dimeşe bi derwêşên şoreşê yên wekî Şehîd Çeko heye. Bi nêzîkatiya hemlekariya şer ya li Efrîn’ê gur bûyî, di nava rihê seferberiyê de li benda Çekoyên serdema nû ye.
Şehîd Çeko’yê kû bi şehadeta xwe fêrkirin berdewam kirî, wekî şoreşa kû em dixwazin xwe bigihîninê li pêşiya me rawestaye. Em hemû gelê xwe û bi taybetî jî ciwanên Kurd bi rihê Şehîd Çeko vedixwînin mezin kirin û gihandina serkeftinê ya têkoşîna kû li Efrîn’ê sor bûyî!…
Bijî YPS!
Bi Rihê Berxwedana Xweseriya Demokratîk Teqez Em Dê Serbikevin!
Şehitler Ölümsüzdür.
Şehîd Bê Mirinin.
Koordînasyona Giştî ya YPS
7 Adar 2018