• Home
  • DAXUYANÎ
  • Em Rêhevalên  Xwe yên li Wan’ê Gihiştine Şehadetê bi Rêzdarî bi Bîrtînin

Em Rêhevalên  Xwe yên li Wan’ê Gihiştine Şehadetê bi Rêzdarî bi Bîrtînin

By on 28 July 2018 0 832 Views

Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê Yekîneyên Parastina Gel (YPS) li Kurdistanê li hemberî qirkirina gel xwe dikin sîper. Yekîneyên me berxwedaneke bêhempa dikin û soza xwe dubare dikin heta ku faşîzm were têkbirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Li ser vî esasî li ser rêya ku Çiyager ji me re hiştiye, ew ê têkoşîna me bidome.

Di 14’ê Tîrmehê de li kolana Sixkê ya navçeya Îpekyolû ya Wanê du şervanên me li dijî çeteyên AKP û MHP’ê berxwedaneke mezin nîşan dane. Şervanên me ji demjimêr 02.30’ê şev heta sibehê şer kirine. Rêhevalên me Nûman û Serhildan derbên giran li çeteyên AKP’ê xistine. Di vî şerî de 2 çeteyên hêzên taybet mirine û 6 çete jî birîndar bûne.

Malbatên rêhevalên me Nûman û Serhildan di serî de, em sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku ew ê xwîna şehîdên me li erdê nemîne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd ketîn wihane;

Nasnav: NÛMAN SERHAT

Nav û Paşnav: METÎN UNALMIŞ

Cih û Dîroka Ji dayikbûnê:1 ÇILE 1990/WAN

Navê Dayîk: NÛRHAN

Navê Bav: ZEKÎ

Cih û Dîroka Şehadetê: 14 TÎRMEH 2018/WAN

 

Nasnav: SERHILDAN ARARAT

Nav û Paşnav: BILAL ŞÎMŞEK

Cih û Dîroka Ji dayikbûnê: AGIRÎ / 1992

Navê Dayîk: SELAM

Navê Bav: MIHYETTÎN

Cih û Dîroka Şehadetê:  WAN / 14’Ê TÎRMEHA 2018’AN