• Home
  • DAXUYANÎ
  • Emê Bi Rihê 14’yê Tirmehê Bimeşin Serkeftinê

Emê Bi Rihê 14’yê Tirmehê Bimeşin Serkeftinê

By on 15 July 2020 0 875 Views

Têkoşîna azadiyê ya gelê me û tevgera me ku zêdeyî 40 sal in didome, ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye. Yek ji berxwedanên ku hişt em îro bigihîn vê astê û karakterê berxwedêriyê yê PKK’ê îfade dike, berxwedana rjiya mirinê ya mezin a li zindana Amedê ye ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê hate kirin. Em hevrê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên pêşengê vê berxwedanê bi minet bi bîr tînin.

Armanca faşîzma 12’ê Îlonê di zindanan de hovitiyê mezin kirin û tevgera azadiyê ku di pêşengtîye PKK’ê de pêş diket Qadroyên wan Teslîm girtin bû. Bi vî şêweyî dixwestin metirsîya Şoreşê rakin lê hesaba şoreşgeran ku wê bi bawerîyek mezin û fikrên xwe berxwebidin nekiribûn. Dijî hovitî û îşkenceyên giran ku di dîrokê de kêm tên dîtin berxwedana mezin ya rojîya mirinê ya ji alîyê Kemalan, Xeyrîyan pêk anîn laşê xwe kêlî bi kêlî helandin û faşîzîm têk birin.

Berxwedana rojiya mirinê ya mezin nîşanî dost û dijmin da ku bawerî û nêrîn ji çekan hemûyan xurtir e. Rojiya mirinê ya mezin nîşan da ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê tenê berxwedan bi ser dikeve. Ji bo hevrêyên ku wê demê li dijî faşîzmê amadekariya têkoşîna çekdarî dikirin û pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî pêk anîn, bû hêz û moraleke mezin.

Em di şexsê  hevrê Kemal, Xeyrî, Alî û Akîf de şehîdên Kurdistanê hemûyan careke din minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku weke şervanên YPS’ê bi ruhê 14’ê Tîrmehê em ê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixînin.

Kordînasyona YPS/YPS-JIN

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *