• Home
  • NIVÎS
  • Ew bû lehî û dijmin nav lêhîde fetisand

Ew bû lehî û dijmin nav lêhîde fetisand

By on 31 August 2021 0 1001 Views

Ez dixwazim Firat bi malbatê ve bidim naskirin, dema ji minre qala malbata xwe dikir ezê wisa bînim ziman.

Firat ji malbatekî pir faqîr û malbatekî piranî, mam, kal, pîr, zarok hemî gel hev dimînin di nava malbatekî wisa de dijî. Malbatekî pir welatparêzin. Piranî kesên malbatê karên aborî (postahene) an jî çandî û hûnerê re mijûl dibûn. Firat di temenê biçûk de karê çand û hûnerê dikir di koma Nêrgizê Botanêde di despêkêde cihê xwe girt. Heval Firat Hevalekê min yê pir nêzbû. Em di heman komê de, di heman polêde diman û mirovê mejî bû. Malbata wî xwarzîyê malbata me bûn û naskirina malbatan bi hevre hebûn. Ez dikarim qala dê û bavê Firat bikim. Firat di temenê xweyê zarokatîyêde pir bi êş mezin bibû. An jî ew temenê biçûkde bûyîbu dê û bav, xwuşk û birayên xwe. Yek xuşk û sê birane. Firat yê herî mezine. Dema dayîka wî zarok tîne dinê, yê çaremînde di cane. (hamîledîr, 4 çocuktan) wê demê ez bawerim bavê Firat şofêr. Bavê wî qeza dike û jiyana xwe ji dest dide. Dema malbat vê dibîhîsin pir diêşin û dayika wî ranake. Dayik dema mirina hevjînê xwe dibihîse li wir aqilê xwe winda dike. Piştî wê zaroka wî ya dawî tê dinê û hêdî dayika wî dîn dibe û mejiyê xwe winda dike. Mirina bavê Firat û piştre jî ya dayika wî ji bo Firat pir giran tê û hîna temenê Firat  ne mezine jî lê Firat pir xurt disekine. Piştî demekê êdî tikes nikare dayika wê bisekinîne û dayika bavê wê tê wê dibe gel xwe. Firat û xuşk û birayên xwe gel kal û pîrên xwe mezin dibin. Firat dihat dibistanê hertim qala bavê xwe dikir û hertim bêriya wan dikir, dema qala dayika xwe dikir çavên wî tejî rondik dibûn. Ew pir bi êş mezin bibû lê wî ji bo xuşk û birayên xwe, xwe xurt dikir ku ewna vê valetiyê hîsnekin. Pir ji wan hes dikir û wan da xwedin. Firat ciwanek pir zîrek bû. Mejîyê wî pir dişixulî û tû şoqêde dimayî. Pir yeteneklî bû. Di karê hûnerêde jî wisa bû. Dengê wî pir xweşbû. Wî gelek ji steran gotinê hez dikir.  Kesayetekê wî yê olgûn û di zehmetiyêde pijayî hebû. Ewî barê mal û 4 zarokan dabû ser milê xwe û hem kar dikir û hem jî dixwed. Hem di hat çand û hûnetê. Mamê wî pismamên wî gelek kesên di mala wande karên hûnerê dikirin û xwedî li çand û hûnera Kurd derdiketin. Firat di karê ciwanande cihnedigirt  lê li kur çalakî hebûya ew liwirbû. Firat dihat heskirin û ji bo malbatê jî hevalên wî pir qedir didanê, pir alîkariya wî dikirin. Wî jî ji hevalên xwe pir hezdikir. Demê xwe pir dida xebatên çand û hûnerê. Aktîf dibû û xwe pêş dixist. Hêdî xuşk û birayên wî jî dihatên cihê çandê ewder bibû mala wan wan ya duyemîn. Zîrek û pratîk bû. Cihê xwede nedisekînî postahenêde gel mamê xwe kar dikir. Karên cudadejî dişixulîya kal û pîrên wî mamên wî ew mezin dikir lê Firat ne dixwest bibin bar li ser wan wî jî her kar dikir. Ciwanekî bi gururbû. Bi fedekarî û hestîyariya xwe dihat naskirin. Wî jî her alîkarî dida kesên di zehmetiyê dene. Firat pir dixwest tevlî ciwanan biba lê rewşa wî destnedida. Ji bo wî jî mirovên wî pir li ser wî desekinîyan, ew diparastin û digotin xuşk û birayên te hene serê xwe neke beleyêde em naxwazin tejî winda bikin. Piştre dema apê wî tê girtin malbat pir ditirse û ji bo Firat biparêzin nahêlin Firat here çandê anjî çalakiyan. Lê Firat tikes guhdar ne dikir her dihat çandê û çalakiyan. Wî pir ji hevalan hez dikir. Hertim xeyalê wî ewbû bibe gêrîla. Lê Firat çikir jî ji bo malbata wî tikesê ew ne şand. Her di dilê wîde ma. Pir ji minre digot min bişîne lê min qet dil nedida ez wî bişînim. Ji xwendinê aciz dibû lê ji bo malbatê dixwend. Bixwe jî ne dizanî çima dixwîne. Guh ne dida waneyan. Lê ew pir jîr bû. Ew jî dijî hemû êşên xwe rûken û dilken bû.

Min jêre pir digot carna li xuşk û birayên xwe bigere biçe gel dayika xwe ku moral bigre ji we, ew we nasdike. Firat her digot ez diçim cem wê lê dema ez wê wisa dibînim ez dimirim. Ranakim. Min her pêre niqaş dikir ku kêmekê rehet be lê ew pir diêşîya her kele girî dibû ez pir ji bo wî digirîyam. Bi rastîjî ez jî her hevalek me jî me dixwest em hevaltiyê lê bidin hîskirin ku hevaltî ji dê û bav şirîntire lê rastiyek jî heye. Ev ewqas ne rehete dê û bav her cudane. Em jî pir bi janîstî nebûn. Lê disa hewildanên me hebûn. Me jî wek hevalên Firat ew diparast, lê wî qebûl ne dikir. Pir aciz dibû. Digot; hûn xwe biparêzin ma aqil mejîyê minde nîne. Em jî bêdeng dibûn. Firat pir bi rikbû, bi hêrs bû. Girtina apê wî jêre giran dihat. Hîn xurtir tevlî çalakiyan dibû. Ji bo em wî nasnekin diçû kolanek cuda û ruyê xwe baş dipêça. Xwe baş kamufle dikir. Lê pir zîrek bû dema dibezîya kesê ne dikarî herî pêşiya wî. Laşê wî pir şidayî bû. Her jimlastik dikir jimere. Piştî xuşk û birayên wî hinek din mezin bû Firat hîn zêdtir hat çandê, tevlî kar dibû. Pir caran bi mere dihat ji bo alîkarî ji rêxistinkirina firotina dergiyan. Carna heya sisêyê şevê bimere kar dikir. Me çi digot ne diçû, digot; ma hûn tenê welatparêzin. Ez jî dixwazim keda min nav karên rêxistinîde hebe. Yanî ez dizanim eger rewşa wî ne wisabûya Firat wê zûde hatiban çiyayan azad û bûyîba mîlatenekê xurt. Ev di kar û xwesteka wîde dema kar dikir. Atîkbûn û zîrektî, heyecan û moralê wî henekên wîde, cesareta wîde, pir diyar bî, her henek dikir. Min her digot henekên te pir sarin dikeniya û digot min henekên gerem îcat nekirine ku ez bikim. Yanî pir bi zekî henek û bersiv dida mirov şoqêde dihişt. Em bi demên xweş û bi êş bihevrebûn. Firat her li kêleka me bi moral û dengê xweyê xweş hêvî dida me. Bi henekên xweyê sar em didan fikrandin. Yanî kesêkê pir ecêb bû, ewqas êş dîtî ewqas xurt disekine. Herkes bi vî rengî nebû bi êşêre henek dikir û xwe her bi hêz dikir. Ew evînîya wî ya jiyanê ji bo mînakek mezin bû ji bo me. Firat di mekdebêde karê herî hez dikir tiştên bi elektonîkêre mijûl bibe, waneya fîzîk û matematîkê hez dikir û mûzîk ji dervayî van waneyan Firat her of, dikir.  Îcadên cûda cûda çê dikir. Mamoste şaş dima. Mejîyê wî yê analîtîk pirt xurtbû û xwe bi van tiştan mijûl dikir. Firat dema emrê wî mezin dibû hîn gihiştîtir û dil nizim dibû. Xweskirina wî ya çiya di çavên wîde xweya bû. Ew kes li çiya dinêrî û axînî dikişand. Dilê wî jî xuşk û birayên wîve dima destê wî jê qutnedibû. Lê ew di dilde evîndarê çiya bûyîbû. Di xwest li ser Cûdî ew pezkovîyek be û her baz bide. Kevokekbe û her li asîmananbe ji vê xweşikbûnê qet têr nebe. Dixwest her wîkî bilbilekî şer dirê hirmû deng bibe. Cem kewê kîvî ew her malvan be diyar diyar bigere bifire û bibeze, ew bibe baran û bikeve Ava mezinde, Ava Dîclede ew bibe Firat û bigihije evîndarê xwe.

Firat di Cizîrêde şahlul û bilbil dabûn şermê lewma ku ew bu hêz û evîndarê xeyalê xwe. Dengê wî di guhên guhdarande wekî çûkên nêzîk her bi zirav, xweş û tejî hêvî ma. Firat dinava eşqa berxwedaniyêde xwedî çand, dîrok û hebûna mirovatiyê derket. Firat volkana dilê xwede wê rojê dilê neyarde teqand. Pêtêê wî çeleng û bû fermandar ji kolanêntêde evîndar digeriya. Firat li zimana destana jiyana azad nivîsand.

Li ser kuçeyên Cizîrê wêneyên qehremanan neqşand.

Bi çavê tijî hêvî, hêsîr baran axa pîrozre bî bereket û belav bû. Li nav ava mezin di dilê diclê de bu xemil, bu şewq bû ken. Ew bûn lehî û dijmin nav lehîde fetisandin.

Hevala Wî ya tekoşînê

  NIVÎS
Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *