• Home
  • DAXUYANÎ
  • Faşizma AKP-MHPê çalakiya li dijî Tahir Guven berovajî dike

Faşizma AKP-MHPê çalakiya li dijî Tahir Guven berovajî dike

By on 14 December 2021 0 686 Views

Tekoşîna Tevgera Azadîya Kurdistanê ya li dijî faşîzmê, AKP û MHP xistiye qeyranekî mezin û anîye ber hilweşandinê. Faşîzma AKP û MHPê li hember tekoşîna topyekûn ya ku pêşdikeve tevahî fonksîyonên xwe winda kiriye û serî li şerê taybet dide.

Bi serî lê dana şerê taybet ya bi derewan çalakiya ku ji aliyê Tîma Mîsîlemê ya Şehîd Demhat Spêrtî ve li hember kontrayê bi navê Tahir Guven hatî li dar xistin berovajî dike. Bi agahîyên derew dixwaze çalakiya bi awayek serkeftî pêk hatî serî bigre û ji xwe re veguherîne avantajekî sîyasî. Bi awayek bi zanist û komplowarî êrîşî sazî û kesên xwedî nasnameya sîyasî dike.

Hêrsa faşîzma AKP û MHPê ya li dijî gelê me çavkaniya xwe tengasîya ku jiyan dike digre. Bi derewên “min gerilla xelaskir û anî asta bêçalakvanîyê” dixwaze xwe û gel bixapîne. Lê dema li çalakiyên ku ji aliyê tîmên me yên profesyonel ve bi terz û taktîkên afirîner pêk tên nikare deşîfre bike dîn û har dibe.

Kesê bi navê Tahir Guven bi salan li dijî Tekoşîna Azadiya Kurdistanê faalîyetên kontratî meşandine. hevkarîya bi dujmin re dikir li dijî gelê me yê welatparêz û gerîlayê azadiyê gef avadikir. Tahir Guven  bûye sedema şahadeta gerîla û dîl girtina kesên welatparêz. Tahir Guven kesekî sucdar û gunehbare. Ev kesê ku li hember gelê Kurdistanê sucdar ji aliyê tîma me ya mîsîlemê ve hat ceza kirin.

Agahiyên derbarê endamên me yên ev çalakî pêk anîne hatine girtin dûrî rastiyê ne. Hewildanên faşîzma AKP û MHPê yên veguhertina avantaja sîyasî ne. Lê çi dike bila bike bi zexta li ser gel, bi girtinan, bi îşkenceyan nikare pêşî li çalakiyên me bigre. Nikare pêşî li binketin û hilweşandina xwe bigre.

Wekî berîya niha jî me dabû diyar kirin, ew kesên ku bi dujmin re hevkarin navên wan bi belgeyan di destê me de ye. Ji aliyê tîmên me ve tên şopandin. Dema wext û cihê wê hat tişta ku Tahir Guven jiyan kirî wê jiyan bikin.

Kordînasyona YPSê

13ê Kanûnê 2021

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *