Fermandarê Ku Çok Na Dane, Yê Çok Datîne

By on 12 March 2021 0 769 Views

Gelê me yê ku hebûna wan bi îmha kirinêre rûb rû ye, azadiya wan jî destê wan hatiye standin bi pêşengtiya Rêber APO nêzî 50 sale şerê azadiyê didin. Ev şer, şerê parastina hebûna xwe û bi destxistina azadiya xweye. Dewleta faşîst ya Tirkiyê ji roja hatî damezrandin heta niha dixwaze bi tehcîr, mişext kirinê, asîmîlasyon û sîyaseta qirkirinê koka gelê Kurd bi kole. Bi plana “ Çok Danînê” ku 2014’an de amede kirin koalîsyona faşîst AKP-MHP û Ergenekon di dîrokêde tiştên hovên herî mezin ne karîn bikin, kirin bi vê planê bi awayek çavsorî êrîşî hemû Kurdistanê kirin. Di fikirîn ku gelê Kurd û Tevgara Azadiya Kurd wê çok dane û teslîm bigre. Ev plana wan hingî li Çiyageran ket bi erdêre bû yek. Heval Çiyager li Sûrê dehan teburên artêşa dewleta Tirk danî ser çokên wan.

Roja ku Heval Çiyager tevlî Tevgera Azadiyê Bûyî roja despêkirina çok na danîna wî ye. Fermanderekbû kû her hola tevlî dibû tevlîbûna jiyanê, coşa xwe, heycana xwe û girêdana xwe ya ji armanja Azadiya Gelê Kurdre dida xûya kirin. Ew, kesekbû kû li ocaxa fedayî ya PKK’ê mezin bibû û heta ku jiyan dikir xwe fedayî doza azadiya gelê xwe kiribû. Ew cewherê xeta APO’cî yê jiyan dikirbû.

Ev fermandarê fedayî li dilê Kurdistanê navçeya Amed Sûrê bi dil, îrade û baweriya ciwanên Kurd dijî qaşo yek ji artêşên herî bijarte ya hêzên leşkerî yê TC’ê ala berxwedanê rakirin her birca Sûrê û teslîmîyet red kirin û bûne xwedî berxwedanek layiqî Sûrê. Ew Berxweda wî ava kirî û ciwanên Kurdistanê yên bandor kirî, ruhê berxwedêr yê Çiyager herî dawî li şerê Garê nîşanî dijmin û dostan da. Rêhevalên Çiyager bi derfetên kêm li Garê wêran teknîk û artêşa bi milyon ya NATO’ê. Çiyager fermandarekbû ku çok ne danî ,çok datanî. Em jî weke şopdarên wî çok nadaynin.

Heval Çiyagerê Ku bi mehan berxweda fermana meşîna serkeftinê û klavuza herkesê ku berxwedide ye. Di despêkêde em û ciwanên Kurdistanê divê em disa nêrîna Çiyager ya fetehdike hembêz bikin û tola şehîdên ku çok ne danîn rakin. YPS mîrata Çiyagere. Em weke rêhevalên wî dinava hewldanên layiqbuna vê mîrata wî çêkirîdene. Em bang li hemû ciwanên Kurditanê dikin ku xwedî li vê miratê derkevin. Çeka lûleya wê bicemide serkeftinê nayne. Ji ber ku Heval Çiyager ev dizanî ku heta şehîd ketî lûleya çeka xwe ne cemidant. Dem dema ew çeka wî ya li Sûrê îcar ne cemidî dîsa li Kurdistan û metropolên Tirkiyîê germ kirine. Wekî fermandarê pêşeng Heval Çiyager gotî: “Çi dibe bila bibe wê DAWÎ BI HEYBET BE” û emê di demên pêşde vê di pratîka xwede diyar bikin.

KOORDÎNASYONA YPS

12 ADAR 2021

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *