• Home
  • DAXUYANÎ
  • Gelê Kurd yê Welatparêz Pêwîste Li Her Cihî û Herdem Bi Çalekiyên Berdewam Xwedî Li Berxwedana Efrîn’ê Derkeve!

Gelê Kurd yê Welatparêz Pêwîste Li Her Cihî û Herdem Bi Çalekiyên Berdewam Xwedî Li Berxwedana Efrîn’ê Derkeve!

By on 31 January 2018 0 710 Views

Ji Bo Gelê Me yê Welatparêz û Raya Giştî ya Demokratîk!

 

Gelê Kurd yê welatparêz pêwîste li her cihî û herdem bi çalekiyên berdewam xwedî li berxwedana Efrîn’ê derkeve!

 

Piştî Bihara Ereban, Şoreşa Rojava ya kû wekî destkeftiyê Rojhilata Navîn û mirovahiyê derketî, îro di kesayetiya EFRÎN de bi êrîşek nû ya dagirkerî û tûnekirinê re rû bi rû maye. Îttifaqa faşîst ya AKP-MHP bi sûd girtina ji refleksa gelêrî ya parastina dewletê ya CHP’ê, ew kêşane li gel xwe û li ser hîmê êrîşkariyekî ya dewleta Tirk ya topyekûn, dest bi êrîşên li ser qadên Rojava kirye. Bi rêya medyayê milîtarîzekirina civakê û bi bilind kirina hestên şoven, dest bi operasyona Efrîn’ê kiriye.  Bi vê êrîşê hedefa xwe ya hewildanên xeniqandinê yên bi dehan car ceribandîn û bi ser neketîn, di mercên nû de dixwazin bi ser bixin. Bi vê êrîşê ji nû ve û bi şêweyek pir zelal hatiye dîtin kû wekî dîrokî siyaset û zêhniyeta dujminahiya Kurdan ya dewleta Tirk di roja me ya îro de santîmekî jî  ne guherî ji aliyê dîktator Erdoxan ve tê hewildan kû were nûjenkirin. AKP û Erdoxan pêkanerên roja me yên kevneşopiya dewleta Tirk ya mêtîngerin. Ji vê sîstema înkar û tûnekirina dij Kurd çi caran ne hatiye geran. Ev desthilatdarî îro li ser navê hemû hêzên dewletê vê siyasetê bi rêvedibin. Bêyî kû bêjin Başûr-Rojava êrîşî hemû destkeftiyên Kurdan dikin. Heya nikarin tehemmûla goristanên Kurdan jî bikin. Pir mîsogere kû dewleta Tirk û bloka faşîst ya AKP-MHP kû hûkum lê dikin, rejîmekî dujmin ya li hember Kurdan û destkeftiyên wan in. dujminahiya Kurdan dikin. Hîtler çi qas dujminê Yahûdiyan be, Erdoxan jî ew qas dujminê Kurdan e û belkû zêdetir jî be. Erdoxan ziviriye rewşek kû bibe Hitler’ê li ser serê gelê Kurd.

 

Wê Faşîzma AKP-MHP Di Xwîna kû Rijandine de Bi xeniqin!

 

Di bin vê dujminahiya AKP û Erdoxan de têkçûna wan ya beramber şoreşa Rojava cihek girîng digire. Hemû polîtîkayên dûhîn bi DAÎŞ’ê re dikir hatin vala derxistin. Bi berxwedanên Şengal û Kobanî ev faşîzma dûrinde li ser nave mirovahî hatin sekinandin û serûbin kirin. Tevahiya cîhanê ev sekna mirovahî û Misilmantiya rast xwedî derketin û rêz lê girtin. Erdoxan ji vê rewşê bêzar bû û krîz derbas kirin. Rejîma faşîst ya AKP-Erdoxan bi destê tetîkkêşê xwe DAÎŞ’a zendîq komkujî pêk anîn. Lê belê ev hemû hewildanên wan ji dîwarên berxwedana Şoreşa Rojava vegeriyan. Ji ber vê yekê îro bê polîtîka maye û di rewşek qediyayî de raste rast bi xwe ketiye qadê û çi çareyekî din yê ji derveyî şerkirinê ne maye. Armanc dike kû bi çeteyên xweyên DAÎŞ’ê yên bi cilên ÖSO reng gûhertî û artêşa xwe ya dagirker kû şandî qadê encamekî bistêne. DAÎŞ’ê bi êrîşên xwe yên li Şengal û Kobanî çi kiribe, ÖSO û artêşa Erdoxan jî dixwazin heman tiştê bikin. Zêhniyeta rêşaş ya dij Îslamî ya çeteyên  DAÎŞ’ê wekî zêhniyeta AKP û ÖSO dixwazin bidin jiyankirin. Ev zêhniyet, zêhniyetekî faşîst ya bûyî belaya serê ûmmeta Îslam’ê ye. Îslamiyet’a mûqeddes ya Hz. Muhemmed yê kû di got “çi serdestiya Ereban li ser Eceman nîne” bi destê vê zêhniyetê tê qirêj kirin. AKP’ê di mizgeftên kû mala Xwidê ne de bi fermana diyanetê fetwayên komkujiyan dide xwedin. Ji bo serê fethê ya beramberî Kurdan dide meşandin sureyên fetîhê dide xwendin. Her wekû bi karanîna sureya Enfal’ê ya dujminê Kurdan Seddam Hisên di demê borî de beramberî Kurdan komkujî pêkaniyî, AKP û Erdoxan jî heman zêhniyetê didin meşandin. Berçave kû dawiya Erdoxan jî her wekû dawiya Seddam Hisên wê di xwîna rijandî de bi xeniqe be.

 

Bi taybet hedef girtina gelê Efrîn’ê ya ji aliyê vê zêhniyetê ve ne tesadûfeke. Efrîn bajarekî kû mozaîka gel û baweriyan e. Mozaîkek ya çandane kû projeya Netewa Demokratîk a Rêbertiya me lê şîn bûyî ye. Gelê Efrîn’ê di tevahiya berxwedanên azadiya Kurdistan’ê de zarokên xwe yên leheng feda kirî, bûye yek ji navendên cewherîn yê welatperweriya Kurd. Bûye stargeha hemû berxwedêran û malovanî ji berxwedêran re kiriye. Nikarin xwe li van bigrin. Ji ber vê yekê faşîzma AKP-MHP û dewleta Tirk bi taybet gelê Efrînê ji xwe re kiriye armanc. Her çawa di berxwedanên rêveberiyên xweser de berxwedêr û bajarên fedekarên Kurdan bi taybet hatibin hedef girtin û li rastî hilweşandina hatibin, îro jî li ser Efrîn’a kû xwe bi xwe bi rêvedibe re heman êrîş tên berdewam kirin. Wekî milîtanên YPS û YPS-JIN me li Bakûr serî li hember diktatoriya faşîst ne danî û berxweda. Em dê li berxwedanê de berdewam bin jî. Bi heman rûhî wê gelê me yê Efrîn’ê jî li berxwe bidin. Wê berxwedana Efrîn’ê jî bibe xelekek nû û bi hêz a zincîra berxwedanên ji Kobanî destpê dike û heya Sûr û Cizîr dirêj dibe. Her çawa kû berxwedanên Şengal û Kobanî bû destpêka têkçûna DAÎŞ’ê, çawa kû berxwedana Sûr û Cizîr’ê îflasa siyasî-leşkerî ya faşîzma AKP anî be wê berxwedana Efrîn’ê jî di rêya bi dawî anîna bloka AKP-MHP ya faşîst de bibe zivirînekek. Ger zilma zordaran hebe, li hemberî vê jî serhildan heye. Pêşeroja azad wê ya wan kesên kû  di bin sêwana vê ala berxwedanê de kombûyînê be. Li ser vî bingehî di serî de jin û ciwanên Kurdistanî, em hemû gelê xwe vedixwînin li her cihî bi berdewamî çalekiyan bikin û xwedî li berxwedana Efrîn’ê derkevin. Wekî YPS û YPS-JIN em destnîşan dikin kû teqez em dê hesabên vana li hemberî van êrîşan bi pirsin.

 

 

KOORDÎNASYONA GIŞTÎ YA YPS Û YPS-JIN

22 Çile 2018