• Home
  • DAXUYANÎ
  • Hemberî Faşîzma AKP’ê û Êrîşker-Hişmendiya Tecawizkar Ya Mêr Divê Parastina Cewherî Were Pêşxistin

Hemberî Faşîzma AKP’ê û Êrîşker-Hişmendiya Tecawizkar Ya Mêr Divê Parastina Cewherî Were Pêşxistin

By on 8 August 2020 0 1124 Views

Taybet di demên dawî de şîdeta mêr ya  li ser jin û zarokan gehiştîye  lutkeya herî jor. Feraseta mêr a li hemberi jin êrişkarane, bingehê xwe ji dewleta tecavuzkar digre. Her ku faşîzma AKP dixwaze xwe di nava civakêde rêxıstın bike; kuştin, talan, derew, takekesitî, deshilatdarî û zilm zêdetir dike. Jiber ku, AKP xwe li ser vî bingehî ava dike. Pêşiya van êrîşan, serokomarê faşist Erdoxan vekir û vedike. Pirsgirêk tenê ne kese, pirsgirêka bingehîn dewleta tecavuzkar, hukumeta wî û zihniyeta wi ye. Heya ku ev zîhniyet xwe wekî hukumet bide jiyankirin; vaye wê hevpeymana stanbolê jî ji holê rabe, ji bo jinan qedexeya derketina ji derve ji wê çêbibe, wê di temenê biçûk de zewaca zarokan jî zêdetir bibe, fûhuş pêşbikeve, wê xwendina jinan pêwîst neyê dîtin, jin wê di kolanan de werin kêrkirin, cenazeyê wan wê bê parçeparçe kirin û di varîlan de bên şewitandin, wek Gulistan Dokû bên windakirin. Jin jiber hesudiya mêrê xwe, jiber ne pejirandina xwestekan, jiber cil û bergê xwe, ji ber xwarin ne çêkirinek, bi gotinek û hwd bi hincetek wê lêdan bixwun, bên kuştin û ew kuştin wê ber çavê herkesê de were kirin ku civak fêrî vê were kirin. Hemî mêr jî weke mafê xwe bibîne û jin jî gava xwe lî gorî wê bavêje. Navê vê civaka zayendgeriye ku di bin bandora dewleta zayaengeriyê de dijîn. Jina ku pîroziya jiyaniye, pergala AKP wê dike koleyê mêr û amûra zarok anînê. Pêwîste jin li hemberî vê serî ne tewîne. Vê rewşê qebûl nekin li hemberî faşîzma AKP û mêrê êrîşkar-tecawizkar parastina xwe ya cewheri ava bikin. Hemberî her cûre êrîşên mêr, mafe jinê yê xwe bi her awayî parastinê heye. Jin gerek di nav sîstema AKP’ê de cih negrin, xizmetdayîna sazî û avahiyên vî zîhniyetê terk bikin û derbazî çalakvaniyên dijberî vî bibin. Ruhê Las Tesîs ku ji Şîliyê despêkir û hemû cîhanêde belav bû gerek carek din bê zindîkirin. Wek YPS JIN di serîde sîstema AKP, hevkarên wê û mêrên kû jivê zîhniyetêre xizmet dikin wê di hedefa mede bin. Cihên ku li ser bedena jinê tasaruf dikın, kesên ku faşîstiya dewlet li ser jin û zarokan dimeşînîn û yên kû parêzvanê vê zîhniyetê em wan vekirî hişyar dikin. Hemû jinên Kurd, Tirk, Ermenî, Asûrî, Çerkez, Laz ferq nake em bangawaziya xwe ya li dijî derketina hukûmeta tecawizkar ya AKP dikin, pêwîste jin çalakvan bin. Heta ku ew hukûmet hilneweşe qirkirina jinan dawî lê nayê. Taybet jî jinên ciwan divê ku bikevin nava liv û tevgerê û li hemberî pergala devlet û pêkanînên zîhniyeta wê xwe weke hûcre rêxistin bikin û çalakvan bin. Avakerê vê pergalê AKP, gerek her cihî were hedef girtin.

Kordînasyona YPS-JIN

8.08.2020

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *