
Heta Bêhna Xwe Ya Dawiyê Em ê Şopdarê Xeta Agir Bin
JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD AGIR
Nasnav: Agir (Resûl) ADAR
Nav û Paşnav: Delîl AKYÜZ
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1992/AMED-ÇINAR
Cih û Dîroka Şehadetê: 18 AVRÊL 2016/WAN
Heval Agir bi xebatên ciwanan di berxwedanê de cihê xwe digre. Hevalek kû li Gever’ê di amadekariyên berxwedanê de cih girtî û pêşengiya berxwedanê kirî bû. Ji Gever’ê derbasî Wan’ê bibû. Heval Agir refa sêyan ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Ankara’yê terikandibû. Hevalek pir kûr û girêdayî dozê bû. Pir rêxistinî bû. Divê her karê kû bikira bigihandiba rêxistiniyê. Di rewşek dijber de ne digot ev kar hatiye kirin.
Yek ji hevalên kû di aliyê ketina xefika dujmin de herî zêde bi baldarî tev digeriya bû. Roja 18’ê Avrêl’a 2016’an dema kû me xebera şehadeta wî wergirt û em pê hesiyan kû di kîjan xaniyê de bi dujmin re ketiye pevçûnê, me got kû; “Heval Agir bi çi şêweyî li wir namîne û baş dizane kû li wir nayê mayîn”. Lê belê me ev jî baş dizanî kû neçarî bû. Dema kû Şehîd Agir û kesek li kêleka wî şev derdorê demjimêr 2’an di rê de dimeşin, qala serpêhatiyên berê dikin. Sîxurek kû di rê de derbaz dibe fam dike kû ew şervanên YPS’ê ne û wan îxbar dike. Dujmin bi roj derdorê demjimêr 1’ê bi ser malê de digre. Pevçûn di qewimin, di pevçûnên li malê de 2 polîs tên kuştin. Heval Agir dibêje kesê kêleka xwe tû biçe. Heta kû ew ji malê derdikeve Şehîd Agir bi berdewamkirina pevçûnê bala dujmin hemûyê dikişîne ser xwe. Piştre jî bi gulleya xwe ya dawî xwe şehîd dixe. Dujminê kû dû windahî dayîn bi hêrs dikeve hundirê xanî û jina dû canî ya xwediyê malê jî şehîd dixe. Em piştre bi berfirehî ji şehadeta Heval Agir agahdar bûn. Heta bêhna xwe ya dawiyê em ê şopdarê xeta Agir bin.
************************ BEŞÊ HEŞTEM ************************