Îtîrafên sîxûrê binavê Seyfettîn Savaş
Têkildarî sîxurê bi navê Seyfettîn Savaş;
Mit û Jitem wisa difikirin ku bi hin kesayetên kurd ên qels ji bo xwe bikar bînin wê dewletê rizgar bikin û Tevgera Azadiyê biqedînin. Rêbazên ku li ser Seyfettîn Savaş û hinek kesayetên kurd ên qels bi kar anîne hema hema wek hev in. Lê mixabin her çendî ku Tevgera Azadiyê gelek caran ev rêbaz deşîfre kiriye û gotiye jî, hin kes bêyî ku ji dîrokê tecrubeyên xwe bi dest bixin, dikevin vê xefika MÎT’ê û rewşên bi vî rengî yên beriya niha jî diqewimin û xwîna zarokên gelê Kurd tê rijandin. Tê xwestin ku Tevgera Azadiyê bi destê van kesan bê tasfiyekirin. Dîsa kesên ku di vê îxanetê de cih digirin, ji ber ku di xwîna zarokên Kurd de ne, bi êş be jî, divê ji aliyê zarokên Kurd ve bên cezakirin.
Em bang li kesên ku di vê lîstikê de ne dikin:
Vê lîstikê fêm bikin, dijmin tenê we bikar tîne. Dijmin bi xwe jî baş dizane ku kesê ku feydeya gelê xwe neke, wê tu feydeyê nede dijmin. Zû yan dereng ew ê we biqedînin an jî hewl bidin ku we bi guleyan me bidin kuştin. Hûn ji bo wan xetertir in û hûn bar in. Û ji ber ku hûn ketine xwîna rêhevalên me, ango xwîna zarokên xwe em ê we ceza bikin. Bizanin kesê ku bikeve xwîna her ciwanekî Kurd û bibe sedema şehadeta Gerîlayê Azadiyê ku hêviya gelê Kurd e, zû yan dereng wê were cezakirin. Wê demê ne mimkûn e ku dujmin we xilas bike. Nehêlin malbat, zarok û gelê kurd bêrûmetiya ku hûn dikin bibînin. Ji ber van tiştên ku we kirine nehêlin zarok û malbata we di nava gelê Kurd de serê xwe bitewînin û dîsa enerjiya xwe ya heyî xerc bikin ku hîleyên dewleta faşîst a Tirk pûç bibe. Enerjiya xwe ya heyî bi enerjiya Gerîlaya Azadiyê re bikin yek û em ê bi hev re dijminê Kurdistanê têk bibin.
Dijmin we li hember xwişk û birayên we li ser malbata we, tirsa we, qelsiyên we bikar tîne. Pêşeroj û azadiya gelê Kurd ji tirs û lawaziyên we yên ferdperest bi qîmettir e. Ger hûn nikaribin li hemberî zextên dijmin li ber xwe bidin û li hemberî zextên dijmin xwedî îrade nebin, dikarin ji gelê xwe û gerîla alîkariyê bixwazin. Em dikarin vê lîstikê bi hev re pûç bikin. Da ku hûn jî nekevin vê bêrûmetiyê. MÎT jî pereyan pêşkêşî we bike yan jî bi malbat û lawaziyên we tehdît bike jî, vê rêya bêrûmet ku hûn ê di pêşerojê de poşman bibin negirin, ji ber ku dawiya wê diyar e. Poşmanî ya ku vê xeta îxanetê ya Seyfettîn Savaş û gelek kesên din berê jiyaye û hê jî dijî hûn jî jiyan nekin. Bila Seyfettin Savaş û yên din ji we re bibin tecrube.
Seyfettin Savaş ji gund û malbateke welatparêz e. Gundê wî gundekî ku li herêmê bi welatparêzan tê naskirin e. Dijmin bi tehdît kirina zarokên wî li dijî Tevgera Azadiyê bi kar anî. Bû sedema şehadeta gelek hevalên me. Niha jî ji ber êşa vê rewşê hesabê sûcê xwe dide. Dijmin we dixapîne û di berdêla xwîna zarokên kurdan de soza dayîna quruşekê we dixapîne. Yan ew nade, her ku dide wê ji pozê we derdixe. Her gava ku hûn agahdarî didin mîna ku hûn binav dibin, ew bêtir dixwaze. Hûn her diçe binav dibin, dijmin rûniştiye û kêfa xwe dinêre. Yên ku dimirin û yên dixwazin bikujin jî Kurd in, dijmin bi destên we hewl dide me şehîd bike, lê di dawiyê de teqez we nade jîyandin. Serkeftin dîsa dibe ya dujmin.
Di esasê xwe de banga me ji bo hemû gelê me yê welatparêz û malbatên wan ev e. Li zarokên xwe xwedî derkevin û nehêlin ew bikevin lîstika dijmin, bikevin xwîna birayên xwe. Li cem gerîla, zarokên xwe bin û em bi hev re li dijî vê rêbaza dijmin a bêexlaq têbikoşin. Zarokên we ji we re ne qelsîye. Ev rêbazeke qirêj û bêexlaqî ye ku dijmin bi sedsalan li hemberî kurdan bi kar aniye. Bi heman awayî, ji bo we ne qelsiyek e ku hûn di warê aborî de kêm-dahat bin. Ev jî encama siyaseta dijmin e. Berevajî vê, ev rewş qelsiyên dijmin in û mîna ku yên we bin van qelsiyan bi kar tîne. Berpirsiyarê hemû felaket û qetlîamên ku hatine serê gelê Kurd, yekane dewleta Tirk e. Li Kurdistanê yê ne rewa dujmin bi xwe ye. Ji ber tirsa xwe serî li van rêbazên qirêj dide. Dema ku li hemberî Gerîlaya Azadiyê bi ser nekeve rêbazên wiha bikar tîne.
Di derbarê lawazbûna PKK’ê de divê kes xeflet jiyan neke. PKK ji her demê bihêztir û mezintir e. Kî li dijî Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd çi kiribe, li cem me hatiye nivîsandin û belgekirin. Dema cih û dem hat dê ew hesabê xwe bide. Em diyar dikin ku divê hemû gelê Kurd li hemberî van polîtîkayên qirêj ên dijmin bi hestiyar bin. Kesên lewaz ên xwe radestî xeta îxanetê dike bêceza namîne.
4ê Kanûna 2021
Kordînasyona YPSê