Ji bo bîranîna şehîdên qetlîama Konyayê çalakiyên tolhildanê hatin kirin
Endamên Tîma me ya Mîsîlemê ya Şehîd Senar Garzan ji bo bîranîna malbata Dedeoğlu ku li Konyayê di qetlîamêde şehîd ketibûn çalakiyên tolhildanê pêk anîn.
Çalakî wiha ne:
-Roja 31’ê Tirmehê li Maraşê depoya Îzomîrê hat şewitandin.
-Roja 1’ê Tebaxê di demjimêrên êvarêde li taxa Konak ya Amed Farqînê dijî Fermandariya Alay ya Jandarma Komandoyê bi bombeyan çalakî hat kirin. Piştî çalakiyê dijmin gelek leşker birine cihê çalakiyê û bi ambulansan kuştî û birîndarên xwe rakirine. Di çalakiya hatî kirinde kuştî û birîndarên dijmin ne hatine zelal kirin.
-Roja 1’ê Tebaxê li navçeya Amed Sûrê makîneyek ya kar ku ya Rêveberiya Parq û bexçeyê û Şaredariya Mezin ya ku hatiye gasp kirine hat şewitandin û îmha kirin.
Dema faşîzma AKP-MHP’ê hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê operasyonên dayî despêkirinde windahî jiyan dike, li metropolên Tirkiyê nijadperestiyê bilind dike, ew keriyên hov yên ku bi çek kirine li ser malbatên Kurd de dibin û qetliyaman pêk tînin. Li Konyayê qetliyama dijî malbata Dedeoğu hatî kirin, pîvandina refleksêbû. Bi van kiryarên hovane dixwazin gelê Kurd teslîm bigrin, bixin bin destê xwede , bi sîyaseta îmha û înkarê gelê Kurd bi qetliyamêre derbas bikin û windahîyên xwe veşêrin. Hemberî vê Gelê Kurdê welatparêz bi refleksa parastina cewherî danîşandan ku wê çok nadane û serî nadanin.
Perspektîfa “şer kirin jiyan kirine” ya Rêber Apo, bi ruhê 15’ê Tebaxê û şîara “Dawî çawa dibe bila bibe wê bi heybet be” em weke ciwanên Egîd yên gelê Kurdê welatparêz divê her cihê em lê dimînin bi hişmendiya parastina cewherî hemberî êrîşên dijmin amadebin, derfet nedin dijmin û xwîna şehîdên xwe li erdê ne hêlin.
Tîma Mîsîlemeyê ya Şehîd Senar Garzan ya YPS’ê
6’ê Tebax 2021