Ji Bo Gelê Kurd Yê Welatparêz

By on 2 December 2020 0 1024 Views

Tevgera me ya azadiyê û têkoşîna me ye azadiyê ku bi pêşengtiya Rêber APO tê meşandin bi pêvajoya şerê bajaran ya ku li bakûre Kurdistanê derbazî qonaxek nû bûye û nava diroke de cihê xwe girtiye. Çawa ku di dîrokê de berxwadana komîna parîsê heye, 1848’an de jî berxwedana hatiye jiyan kirin despêkêde Berlîn di bajarên Almanya û Fransayê de şoreşgerên berxwedidin heye û weke peyrewên mezin yên berxwedêrên 2014’an de li Kobanê Destan nivîsandîn, berxwedanên Sûr, Cizîr û Nisêbînê di dîrokêde çandek mezin ya berxwedanê çêkirin. Di hemû pêvajoya şerê Bakûrê Kurdistanê de di hemû bajarande 60-70 berxwedêran dijî tank, top, çekên giran û hezaran polîs û leşkeran mehan bajarên xwe paratin. Çeka herî mezin ya berxwedêran jî bawerî û fikrên Rêber APO yên pêşxistîbû.

      Berxwedana dîrokê ya herî dirêj ya bajaran ku li Sûrê di sala 02.12.2015’an de despêkirî di sala 6. deye. Di vê berxwedana mezin ya 105 roj dewam kirî rêhevalên me mehele bi mehele, kolan bi kolan û mal bi mal berxwedan û derbeyên giran li dijmin dan. Di daxuyaniya artêşa Tirk dayî de diyar kirin ku 4 tabûr leşkerên wan hatine kuştin. Dewleta Tirk ya faşîst û artêşa wê ku hemberî vê berxwedana dîrokî ne karîn tiştekê bikin bi teknîka destê xwede Sûra ku ne karîn bi leşkerî bikevinê bi tankan erdêre kirin yek û wisa karin bikevinê. Rexmê evqas tiştan jî dîsa li Sûrê yê serketî îradeya berxwedanê û azadiyê ye. Weke Ş.Çiyager gotî ‘kevneşopiyek bi heybet ya berxwedanê derket’.

    Di kesayeta fermandarên berxwedana dîrokî ya Sûrê Ş.Çiyager, Ş.Nûcan, Ş.Delîl, Ş.Berfîn, Ş.Mazlûm û Ş.Şilan de em hemû şehîdên rêveberiya xweser bi rêzdarî bîr tînin. Em weke şervanên YPS’ê heta xeyalên rêhevalên me yên şehîd pêkbînin di çiya de, bajar de, deştan de û li herderê emê li dijmin bidin, tola rêhevalên xwe bistînin û soza ji rêhevalên xwere layiq bibin nû dikin.

Kordînasyona YPS/YPS-JIN

02.12.2020

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *