• Home
  • Giştî
  • Ji bo Gelê me yê Welatparêz û Ciwanên Kurd ên Hezkiriyên Azadiyê ne;

Ji bo Gelê me yê Welatparêz û Ciwanên Kurd ên Hezkiriyên Azadiyê ne;

By on 30 July 2022 0 851 Views

Netew, zayend, ol, zanist bi awayekî sade rastiyên civakî ne. Lê ev têgînên me bi rêz kirin bi hişmendiyek faşîzane êrîşên fîzîkî û birdozî xwe weke netewperestî, olperestî, zayendperestî û zanistperestî bi rêxistin dike. Dewleta Tirk bi taybetî ji dema Îttihat-Terakî û vir ve weke polîtikayek bingehîn a dewletê ji bo gelan li hemberî hev bidin şer kirin, faşîzmê di gelê Tirk de enjekte dike û ev hewldanê wan heya astekê jî di hinek derdorên faşîzan de bi serkeftî bûye.

Ev êrîş ne bi tenê li dijî Kurdan, di heman demê de li dijî Ermen, Suryan, Asûr, Keldan, Rûm û gelên cihê, Elewî û Êzidiyan tê kirin, polîtîkaya dewleta TC’yê ye. Wê ev êrîşkarî zêdetir bibin. Dewleta Tirk li hemû sazî û dezgehên xwe li dibistan û medya, siyaset û hunera xwe de bi polîtîkaya yek dewlet, yek dîn û yek ziman ‘kesên dîtir’ ji xwe re dike hedef. Jixwe bi gotina ‘Çi bextewar e kesê dibêje ez Tirk im’ di dîroka xwe de diyar kiriye ku wê mafê jiyana azad nede kesên ne Tirk. Kesên ne Tirk dema ku ji ber zextan dibêjin em Tirk in jî wê ev tişt bi kêr neyê. Ji ber ku faşîzma TC’yê di feraseta xwîna saf de ye.

Herî dawîn li Sakaryayê karkerê demsalî yê Kurd Esat Atabay dema heqê keda xwe dixwaze, faşîstê bi anvê Selîm Çabûk êrîşî wî dike. Esat Atabay ji bo gilîkirinê jî dema diçe qereqolê ji bo ku ew û Selîm Çabûk li hev werin jî zext lê tê kirin. Muxtar jê re dibêje ‘Vê bûyerê nede çapemeniyê, yan na wê tu kes nehêle li vir bixebite’ û pê re jî êrîşkar berdide. Mirov ji ber vê rewşê ne mumkun e şaş nebe. Selîm Çabûk bi xelata ku stendiye sibê ji bo ku êrîşî Kurdekî din bike, hatiye amadekirin. Di du salên dawîn de me gelek mînakên vî tiştî dîtine. Li Merama Konyayê jî di 22’ê Tîrmeha 2021’an de Hakîm Dal ji ber ku Kurd bû hate kuştin. Faşîstekî din jî heft kesên Kurd kuşt. Li Sûltandagiya Afyonê 7 Kurd birîndar bûn. Li Elmadagiya Enqereyê êrîşî malbateke Kur  hate kirin. Li Çorûm, Elmaliya Enqereyê, Akçakocaya Duzceyê, li Bûrsa û Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê êrîşî malbat û ciwanên kurd hate kirin. Gelê me ji ber ku bi Kurdî diaxivî, li muzîka Kurdî guhdarî dikir û ji ber ku dibêje ez Kurd im, êrîşî gelê me tê kirin. Dewleta Tirk çawa ku li Sêwas, Maraş û Çorûmê rê li ber êrîşkaran xist îro jî bi destê karakterên faşîst Kurdistanê feqîr dikin û li bajarên Tirk sond xwarine ku Kurdan qir bikin.

Stûxwariya li ber faşîzmê wê bibe sedem ku êrîş zêdetir bibin. Divê gelê me li hemberî vê faşîzmê bêdeng nemîne û xwe biparêze. Dema ku mirov ji  dewletê hêviya heq, hiqûq û edaletê bike, ev tê wateya xwexapandinê. Em bang li ciwanên Kurd û gelê Kurd dikin ku ji bo ku ev mêtingerî ji holê were rakirin û faşîzma were şikandin, li ser esasê xwe parastinê bila li ber xwe bidin.

Bijî Şerê Gel ê Şoreşgerî!

Bimre Faşîzm

Bijî Serok APO

 

Koordînasyona YPS’ê

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *