
Ji bo hilweşandina pergala tecrîd û îşkencê ya Îmraliyê bangawazî!
Em 23’yemîn sala komploya navneteweyî ya dîrokî ya ku DYA’yê di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser navê pergala modernîteya kapîtalîst a kurewî dabû destpêkirin ya îmha û qirkirina Rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd dikir armanc temam dikin. Di şexsê rêheval M. Halît Oral û Aynur Artan de, şehîdên yekemîn ên berxwedana li dijî komployê, em hemû lehengên ku bi şiyara "Hûn nikarin roja me tarî bikin" 23 sal in li dijî komploya navneteweyî li ber xwe dane bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Rêveberiya DYA ya serdemê komploya 9ê Cotmehê, ku di dîrokê de sûcê herî bêedalet, zalimane û mirovî ye, li ser navê sermayeya cîhanî plan kir û pêk anî. Hêza sereke ya ku pergala îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê 22 salan domandiye û komploya navneteweyî dem bi dem bi nûjen kiriye, DYA û Konseya Ewropayê ye. Ji ber vê yekê, ew qirkirina Kurd îro di meriyetê de rê li ber verdike û hevkariya hemû êrîşên faşîst, qirker, komkujî yên dewleta Tirk dike. Bi vê mebestê 9ê Cotmeha 2019an de bi êrîşên li ser Serêkanîyê û Girê Sipî têk birina Şoreşa Rojava kir armanc. Bi êrîşa dewleta Tirk a bi şoreşa Rojava re, ku çavkaniya azadî û hêviya gelên Rojhilata Navîn e, bi belavbûna li tevahiya Kurdistanê re hate xwestin komplo were nûkirin. Her wiha di 9’ê Cotmeha 2020’an de hêzên komploger ên Tirkiye, Iraq û PDK’ê li dora peymanek hevpar kom bûn û êrîş birin ser Şengal û gelê Êzidî. Dewleta faşîst û qirker dixwest bi alîkariya PDKê ya xiyanetkar li Şengalê qirkirin pêk bîne.
Çawa ku Rêber APO seknekî bê hempa komplo, ya ku 73 dewleta tê de cih digirtin vegerand Zayîna sêyemîn, gelê Kurd jî bi berxwedaniya bê rawestan ji Ewropa heta Rojhilata Navîn û tevahî Cîhanê di şexsê van êrîşan de hewildanên qirkirin ê têk birin.
Dewleta Tirk a qirker bi erê kirina hêzên komploger dîsa Nîsana 2021an de êrîş birin li ser keleyên berxwedanê yên li çiyayên Kurdistanê. Li hember vê gerîla bi rol û mîsyona xwe ya dîrokî bi berxwedanîyek destanî û fedayî êrîşan vala derdixe. Plana “Çok danînê” têk dibe.
Bi hezaran ciwanên Kurdistanê bi mîrateya Çiyager, Zeryan, Mehmet Tûnç, Xebatkar, Sêvê, Çeko û Arjînan ya ku li pey xwe hiştine, îro li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê li dijî vê komplo û êrîşên qirkirinê li ber xwe didin, li ser faşîzmê de diçin. Gelê Kurd û şervanên wan ên ku ev hemû bi hêza xwe bi dest xistine, wê dîsa bi hêza xwe faşîzmê parçe bikin, Kurdistanê azad bikin û Rêberê xwe bigihînin azadiya fîzîkî. Bêguman dê ev hemû pêk bên. Em soz didin ku em ê xeyal û armancên şehîdên "Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin" û hemû lehengên 23 sal in bi vî ruhî, bi hêza xwe şehîd ketine pêk bînin. Faşîzm tenê bi xweparastin, hêza cewherî û berxwedanê wê were tinekirin. Di vê çarçoveyê de dîrok van erk û wezîfeyan tîne bîra me û rê û rêbazên pêşeroja azad a Kurdistana azad nîşanî me dide. Li ser vê bingehê, em bang li tevahiya gelê Kurdistanê, bi taybetî ciwan û jinên Kurd dikin, ku li her qadê li ber xwe bidin, tola xwe ji êrîşên îmha û qirkirinê yên faşîzmê hilînin û sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê hilweşînin. Kordînasyona YPS/YPS-Jin 9'ê Cotmeha 2021