
Ji Koletiyê Ber Bi Azadiyê
Binevş Gabara Nisêbînê hemberî koletiyê bû bê mirin.
Endamê YPS-JIN’ê (Binevş Gabar) li nisêbînê Şehîd Ketibû dayika wê Zubeyde Yagiz qala wê dike û dibêje Binevşê modela koletiyê ku sîstemê ser jina ferz dikir qebûl nekir û tevlî refên azadiyê bû.
Endamê YPS-JIN’ê Fîlîz Yagiz (Binevş Gabar) ku di berxwenada Nisêbînêde şehîd ketibû dayika wê Zubeyde Yagiz qala wê dike û dibêje “ Binevş hîn emrê zarokatîde hemberî polîtîqayên dewlet û mêr ku yên jinê tûne dibînin û zextê dike xwedî seknekê bû. Bi vê sekna xwe re tevlî refên azadiyê bû û nava tevgera azadiya jinê de cih girt. Ez ji bo keça xwe dûh jî îro jî serbilindim. Ezê xwedî tekoşîna wê dayî derkevim û berdewam bikim”.
‘Di temenê gelek biçûk de dil dabû tevgera Kurd’
Salên 90’ande malbata Binevşê ji ber zextên dewletê yên sîstema cerdevantiyê li gundê Kardeş (Cinata) ku girêdayî navçeya Mêrdîn Nisêbînê bû koçî Edeneyê kirin. Malbata Binevşê jî restî zehmetiyên metrepolan tê. Binevş zarokê 8. yê malbatê bû yê dawî bû, binevşa li Edeneyê di rojek ya Zivistanê hatî cîhanê navê Filiz lê hat kirin. Binevş dema diçû dibistana seretayî tevgera Kurd naskir, di têkoşînê de cihgirt û dest karkirinê kir.
Dayika Zubeyde “ Binevşa min di temenê gelek biçûk de weke mirovên mezin hemberî bê mafiyê berxweda û tevlî xebatan bû û hemû meheleyê kir heyranê xwe. Zexta li jinê qebûl nake û ji bo guhertina sîstemê tevlî xebatan dibû û fedekariyek mezin nîşa dida. Piştre jî li Navenda Çanda Mezoptamyayê (NÇM) perwerdeya çandî, mûzîk zimanê dayikê dît rexmê temenê xweyê biçûk jî xebatên mezin kir. Di NÇM’ê de nêzî 3 sal xebitî. Di pîrozbahî û Newrozan de cih girt û stan got. Em hemû heyranê deng û sekna wê dibûn û serfiraz dibûn.
‘Tişta ku lê wê dihat kir’
Zubeyde diyar kir ku di têkoşîna li Nisêbînê hatî dayîn de Binevşê îradeyek mezin nîşan kir, “ xebera Binevşa mina ku weke segvan kar dikin hat ji mere. Dema xebera şehadeta wê hatî weke her dayikekî ez jî pir xemgîn bûm, belav bûm. Ew kesên em kirin vê rewşê de bila şerm bikin ma kê dixwaze bikeve vê rewşê de? Ew kesên me layiqê mirina zarokên me dibînin bila kor bibin. Bila ev şerê bi nalet xilas bibe hûn çi jime dixwazin, mirin ne bes bûn, ne bes bû histirên dayikan rijandî”
‘Rexmê laşên zarokên me yên hatî parçe kirin jî me got aşitî’
Zubeyde dibêje: “Me her got aşitî, biratî, wan her kuşt. Rexmê laşê zarokên me yên hatî parçekirin jî em dibêjin aşitî. Bila tûkes ne mire ne dayikên leşkeran ne jî yê gêrîlayan” Zubeyde got ‘pêşniyara gelê Kurd aşitî bû lê wan bi kuştina zarokên me bersiv dan. Zubeyde got: “ li Sûrê, Nisêbînê, Şirnexê û Cizîrê di jêr zemînan de sedan can şewitandin. Ne gotin jin ne zarok ne jî pîr… herkes di çavê wande terorîst bû û gorî wan bi maf bû qetilkirina wan”
‘Evên he ji DAIŞ’ê xirab tirin, tiştek bi navê mirovatî nîne’
Zubeyde dibêje : “Heroj tavêtin ser mala me û hûzûra me xira dikirin û rojekê 4 zarokê min girtin û avêtin zindanê. Êdî ez şaş mabûm ku ezê herim serdana kîjanê, em perîşan kirin. Zarokê minê biçûk 12 salî bû ew avêtibûn hûcreyek yek kesî, fişkek jî avêtibûn gel. Wê çil ji pîskolojiya wî were, wê çawa were ser xwe û wê vê pîskolojiyê çawa ser xwe bavje. Ji kona taziyêre jî tehemûlê wan ne bû êrîşî konê kirin û li me xistin û çadir rakirin û birin. Zîhnîyet kû ji mirîyê mirovanre jî rêzdarî ne bû, hûnê çi jê hêvî bikin? Xaleta Binevşê birîndar kirin. Êrîşî jinan kirin. Me rexmê evqas êrîşan jî bersiv neda. Me bersîv daba wê gelek tişt serê ciwanan hatiba me got ji bo binçav kirin neçêbe me bersiz neda van hovan. Ev jî DAIŞ’ê jî xirabtirin nizanin mirovatî çiye. Lê bila vê ji bîr nekin çi bibe bila bibe em tûcarî ji vê têkoşîna em rast dizanin qut nabin, tûcarî nikarin me bitirsînin, herî dawî emê aşitiyê bînin vî welatî û ew histirê dayikan rijandîn zûha bikin.