Jı Şehit Berfin Cizre Ra Namêyek

By on 30 May 2020 0 1688 Views

Rojeke payîzê bû. Lê disa jî Amed germ bû. Di wê demsala payiz ê de germahîyekê cuda hebû. Him li Amedê û him jî li tevahî Kurdistanê. Hemû kurdistan bı agirê tekoşîne germ bubu. We roje giraniyeki wisa bi ser min de hatıbu ku min ne dixwest ez tisteki bikm. Dane evare xebera te hat. Le ne diyar bu ki tu yi. Nizanim çima le min çawa ew xeber bihist tu hati biramin. Herkes bi aliye min de dihat u tiştek digot le min nedibihist. Ez derketim derva u min li düre nehirt u surete te ye ruken hate berçave min. Ez çiqas wisa mam naye je biramin. Piştra ez ketim nav kolanen kevnar u meşiyam. Min dıxwest ku ez biqirim le min tene karıbu bigota ax berfin ax.

    Li ser axa me jiyan çiqas zor ê. Jiyana heyi hatiye jehr kirin u mirov di nav de nikare nefese bistine. Desthilatdara wisa kiriye ku em di cenete de cehenneme dijin. Mejiye me welate me u her tiste me parce parce kirine. Jiyana ji me re mayi ne jiyan bu. Di nav de wate, hevalti, azadi u evin tunebu. Mirov u civaka me ji habuna xwe hatibu durxistin. Ji xwe ev ji mirine.te got ez ve jiyane najim.hey di emre xwe ye ciwane de tu keyibuyi legerina jiyane ke nu, azad u hevpar. Ev legerin ji bere te da çiyayen Kurdistane. Ji xwe ji bo kurdan azadi bi çiya ve te penase kirin. Evindariya azad u watedar li çiye te jiyin.hebuna kurda bi çiyayen xwe re giredayî yê.  Tu lı bajare Cızıre hatıye dınyaye lı ber çiyaye Cudiye bı heybet mezın buyi. Cih u ware Mem u Zin da geriyaye. U te çiroka wan guhdar kırıye. Jı bo ve ji te pır zu fem kir wateya çiya evin u  azadiye.

Hevala delal; li welate me çuyinen be dem gelek çebibin. Mirov her çıqas kabul neke ji ev buye rastiya jiyana me. Her çuyinen be dem dile min dışewitine. Le tu çuyina be dem weki a te li ser min bandor nekir. Belki ne demeki dırej bu naskırına me ya hevdu. Le hevaltiya demen zor u zahmet u parvekırınen watedar hevaltiyeke xurt çekırıbu dı nava me da. Disa tu her dem ruken b moral u coş buyi. Eviya ji her tim enerjiyeke ereni havirdora te belav dikir. Te herkes difikiri u disa  te her kesi parast ji. Te tene xwe ne parast.

     Bele heval, iro li Kurdistane dirok çawa te nivisandın. Belki zede naye zanin. Yen we diroke dinivisinin weki kahramanen benav derbasi diroke dibin. A rast ne benavin le wısa derbas dibe. Ev jî dile min pir diêşîne. Ez jê bawerim ku rojêk  bê u ev kahramaniyen ê destanê jî ben nivîsandin. U herkes bizanibe ku tê mirin çawa bi rukenî hembez kiriye, tu çawa bi kahramani tevli karwana azadiye buyî u te xwe çawa gihandiye Zilan u Beritanan.

    Pisti tevli karwana azadiye buyi u li şunda tu vegeriyaye bajare evina mezin a Cizira Botan. Mem u Zin hatin bi xeyr hatina te. Le bırca belek bekes ma. Ava Dicle disa xwe gihan te le edi bedeng diherike. Li pey te qirina Cudi gihişt ezmana. 

Cihan Deniz

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *