
Ji Vejîna 15’ê Tebaxê Ber Bi Serkeftina Rêveberiya Xweser Ya Demokratîk
Em weke gel dikevin salvegerên 36. Berxwedana vejînê, 5. berxwedana demekrotîk ya rêveberiya xweser û di despêkêde fermandarê mezin yê pêngava şoreşgerî yê 15’ê Tebaxê Mahsum Korkmaz, hemû şehîdên gihane fermandarên mezin yên berxwadanên demokratîk yên rêveberiya xweser Çiyager û Zeryanan, Gerîla û Fermandarên xwe bi minet û rêzdariyek mezin bi bîr tînin. Îro dijî metîngeriya dagirkeriya Tirk di serî de li Heftanînê û herçar parçeyên Kurdistanê rêhevalên me yên gihane şehadetê bi bîrtinin û soza serxistina armancên wan nû dikin.
Rêber Apo ku ev xeta serkeftinê bê navber bi kedek mezin û xêretek ava kirî û em anîne van rojan. Rexmê hemû êrîşên qirkirinê û her şêweyên zilmê yê metîngerîyê, bê yî ku ji xeta berxwedanê ya Rêber Apo ava kirî derkevin gelê me yê ku li her gund, bajar, meterepol, her welatê ku lê dimînin û herêma lê ne berxwedidin, gerîla yê li Çiya bi fedayî berxwedidin, milîsên YPS û YPS-JIN ku li bajar û metrepolan ji metînger û nokerên wan yên îxanetkar herap di pirsin, cejna berxwedana 15’ê Tebaxê li gelê xwe û dostên tevgera pîroz dikin, di pêvajoyek wisa ku em fînala azadiyê jiyan dikin azad kirina Rêberê me, ji herdemê zêdetir ji metîngerî û îxanetê hesap pirsîn, li ser vê bingehî em banga mezinkirina Têkoşîn û Berxwedanê gelê xwe dikin.
15’ê Tebaxê ku di meşa gelê me û meşa azadiya gelan de weke mîlat tê pejirandin; gelên ku tên perçiqandin û mijandin, civakên ku cîhanek azad û wekhev dixwazin, jin û ciwanên ku dijî modernîteya kapîtalîst û dîktatortiya di nokertiya wan de mezin dibe û tekoşîna ku dijî zilimkara didin ne tenê qêrînek ya îsyaniye, di heman demê de di doza wan ya mafdar de bûne navê hêviyê. Di demek ku gelê me ji bo azadî, hêvî û rûmeta xwe ketibû nava bê baweriyê de, faşîzma 12’ê Îlonê ku bi hemû şîdeta xwe dijî gelên Kurdistanê û Tirkiyê zemîna tarî ya teslîmiyetê ava kirî pêngava 15’ê Tebaxê ku li Dihê hatî despê kirin, ne tenê derbe li metîngeriyê daye derbe li nokerên li gel metîngeriyê tev digerin jî daye. Bi vê pêngavê riya ji bo gelê me diçe azadiyê ronî bûye û riya jiyana nû heta dawî vebûye. Kefena mirinê ku faşîzma 12’ê Îlonê li gelê me ferz kirî hat qetandin û avêtin çopa dîrokê.
Dijî zilm û îşkenceyên 12’ê îlonê li zindana Amedê Kemel Pîrê ku bi çalakiyên xwe rûmeta mirovatiyê mezin kirî û bi gotina “ dûh 6, îro 16, sibe bibin hezaran” tegera gerîla ku îfadeya xwe dîtî, îro sedhezaran derbaz kirye û li 4 parçên Kurdistanê bûye temînata azadiya gelê me û gelan. Bûye qibleya milyonan kesên ku bi evîna azadiyê rabune ser piyan. Di dergûşa avekerê vê azadiyê Rêber Apo de hezaran Egîd mezin kirin û artêşek gerîla ya bin nekeve û fermandartî derxist holê.
Çiyager û Zeryanên ku ser şopa Fermandar Egîd dimeşin dawiya bi heybet ya gelê me û gelan dît û pêşengtî ji berxwedanên demokratîk yê rêveberiya xweser ku 15’ê Tebaxa dûyemîne kirye şiyara Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk birye lûtkeya herî jor. Îro fînala dawî ya bi heybet di serîde li Heftanînê li her çar parçeyên Kurdistanê, li bajar û metrepolên metîngeriyê de tekoşînek bê hempa berdewam dike.
Çawa eşqa ji çiyayan dirêjî bajaran bûye, di berxwedanên rêveberiya xweserde di fermandartiya Çiyager û Zeryanan de bi Şiyara Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk gihaye lûtkeya herî jor, gêrîlayên li Heftanînê dijî metîngeriya Tirk a dagirker berxwedidin bibin RojhilataNavîn, bi azadiya Rêber Apo re rastiya bûyîna berxwedanek mezin ya mirovahiyê ku bê navber pêşve diçe nayê şûpe kirin.
Îro ev agirê ku li çiya hatî berdan mezin bûye û qeleyên dîktatorên metînger û rejîma qesrê girtiye.
Çawa ev agirê di bajarande ku di bingehê şerê şoreşgerî yê gelande bilind bûyî dawiya faşîzma 12’ê Îlonê aniye wê şopdarên faşîzma 12’ê Îlonê faşîzma AKP-MHP’ê û kesên di nokertiya vê faşîzmêde îxanetê li nirxên gelê me gelan dike wê ji dawiya ku heq kirine wê xilas nabin.
Li ser vê bingehî di serî de Rêber Apo ku em bi kedek mezin anîne van rojan, li Heftanîn û çar parçeyên Kurdistanê gerîlayên bi tilîliyan na hêlin dagirkerî mezin bibe, bi coş û qehremantiyek mezin têdikoşin, li bajar û metrepolan de milîsên YPS û YPS-JIN ku dijî metîngerî û îxanetê bi çalakiyên tolhildanê agirê azadiyê mezin dike. Bi sebir û xêretek mezin gelê me û gelên ser xeta berxwedana 15’ê dimeşin, jin û ciwanên ji vê têkoşînê re pêşengtî dikin carek din cejna vejînê pîroj dikin.
Di kesayeta fermandar Egîd de hemû şehîdên pêngava 15’ê Tebaxê, di kesayeta Çiyager û Zeryanande jî hemû şehîdên rêveberiya xweser ya demekratîk, li Kurdistan û RojhilaNavîn hemû şehîdên ku dijî dîktatortî û rejîma qesrê têkoşane û gihane şehadetê bi rêzdarî û minetî bi bîrtînin. Dîyar dikin ku wê teqez armancan wan cih.
Bijî Berxwedana 15’ê Tebaxê
Bijî Berxwedana Rêveberiya Xweser
Bimre metîngerî û cûrê nokertî û îxanet
Kordînasyona YPS û YPS-JIN