• Home
  • NIVÎS
  • Jiyanê Mezin Jiyan Kirin û Bi Mirina Xwe Jiyanê Pîroz Kirin

Jiyanê Mezin Jiyan Kirin û Bi Mirina Xwe Jiyanê Pîroz Kirin

By on 1 January 2018 0 687 Views

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD RÊBER Û ŞEHÎD ÇEKDAR

Her dû heval jî hevalên pir ciwanin. Her dû jî di payîza 2015’ê de tevlî refên têkoşînê bûn. Heval Çekdar di xebatên ciwanan yên Wan’ê de cih girtiye, hevalek pir çalak bû. Heval Rêber ji Şax’a Wan’ê bû. Ji êla Xelîlan bû. Ji Îstanbul’ê tevlî refên têkoşînê bibû. Heval Çekdar pir çalak û hêza wî ya rêxistinkirina ciwanan bilind bû. Hem şer dikir, hem jî moralê şerkirinê dida ciwanan. Dujmin Heval Çekdar berê jî nas dikir. Piştî hatina xwe demekî kurt deşîfre bibû. Ji ber kû di zanîn ew li Wan’ê ye, li ser dîwarên taxa Şehîd Firat nivîsîbûn “Çeko gulleyekî li serê xwe bide”. Heval Amed jî weke peyamekî ji dujmin re “cihên kû tû pêlê dikî wekî ax nezane, nasbike. Bi hizire kû dibinde bi hezaran mayîn hene” li ser dîwaran nivîsî bû. Dujmin bi nivîsên li ser dîwaran bi hevalan re danûstandina peyaman dikir. Dema kû Heval Çekdar û Heval Rêber bi hev re bûn, dujmin li taxa Şehîd Firat bi ser malekî de digre. Heval Çekdar xwe bi şêweyekî birîndar ji malê rizgar dike lê belê ji ber kû dujmin tevahiya taxê dorpêç kiribû, dema kû dixwaze derbazî taxek din bibe bi segvanî ji aliyê dujmin ve tê şehîd kirin. Heval Rêber jî di hundirê malê de dimîne. Betaniyên di malê de di avêje ser xwe û bombeya xwe bi xwe de di teqîne û şehîd dikeve. Hezkirina ji jiyanê ya Heval Çekdar û Rêber, evîna azadiyê û rûhê ciwantî her tim emê bijîn û tekoşîna jiyankirina wê bidin.

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD ŞOREŞ MAMXURÎ

Heval Şoreş li Wan’ê ji dayîk bibû û mezin bibû. Ji êla Mamxurîyan bû. Heskirina wî ya ji bo têkoşîna azadiya Kurd hîna di temenê zarokatiyê de destpêkiribû. Di temenê xwe yê ciwan de tevlî refên azadiyê bibû. Heval Şoreş li gel Heval Ciger di ma. Bi hev re hatibûn Wan’ê. 10 xulekan ji beriya serdegirtina mala kû Heval Ciger lê di ma derketi bû. Bi derketina ji malê ji serdegirtinê rizgar bibû û dema kû Heval Şoreş li taxa Xaçort’ê di mîne, dujmin bi ser malê de digire. Piştî kû Heval Şoreş 4 demjimêran şer dike şehîd dibe.

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD WELAT Û ŞEHÎD ANDOK

Heval Welat û Heval Andok şehîdên destpêkê yên Wan’ê ne. Her dûwan jî di xebatên ciwanan de cih girtibûn. Her dû heval jî ji Ruha’yê bûn. Heval Andok, di dema berxwedanên rêveberiya xweser pêşketî de bi şêweyek çalak rolê xwe lîsti bû. Heval Welat ji bejahiyê derbasî Wan’ê bibû. Heval Andok û Heval Welat ji bo têbiniyek kû hevalan şandî werbigrin diçin cihekî, dema kû ji wir derdikevin fam dikin kû tên şopandin. Ji bo kû şopa xwe bidin winda kirin ber bi qelebalixiya sûkê ve diçin. Dujmin şopandinê berdewam dike. Dujmin nêzîkî wan dibe û pirsa nasnameyê dike. Di wî demî de heval Andok bi demanceya xwe gulle berdide dujmin. Ew polîs li wir dimire.  Dujmin gullebaranek dijwar dike û Heval Andok li wir şehîd dikeve, Heval Welat birîndar dibe. Piştî demekî li nexweşxanê dimîne, dişînin girtîgehê. Heval Welat li girtîgehê şehîd dibe.

Belkû jî  li şûna kû em binivîsin ka çawa heval şehîd ketine, divê em binivîsin ka çawa jiyan kirine. Lê belê jiyana van hevalên kû wiha bi lehengî şehîd ketîn jî wisan bi fedayî û lehengî bû. Jiyanê mezin jiyan kirin û bi mirina xwe jiyanê pîroz kirin.

 

************************ BEŞÊ NEHEM ************************

  NIVÎS