• Home
  • Çalakî
  • Li Amedê Dijî Polîsên Îstîxbaratê Çalakiyek Bi Bandor

Li Amedê Dijî Polîsên Îstîxbaratê Çalakiyek Bi Bandor

By on 7 October 2020 0 535 Views

Tîmên Mîsîlemê yên Şehîd Rozerîn Cûdî ya YPS-JIN’ê di çerçoveya ‘Pêngava Tolhildana Li Dijî Metîngerî, Sîxûr-Nokeran’ de dijî polîsên îstîxbaratê çalakî kirin.

  • Tîmên mîsîlemê roja 4’ê Cotmehê êvarê demjimêr 20:30’an de li Amedê ser riya Seyrantepe-Farqînê bombe avêtin wesayîta polîsan. Di encama çalakiyê de wesayita ku bombe lê dayîn de zerer derket û di derbarê polîsan de jî zanînên zelal ne hat girtin. Rê bi demjimêran ji trafîqêre hat girtin.
  • Roja 28’ê Îlonê dijî kepçeya qayimê ku li ser riya Hazro-Farqînê kar dikir çalakiya sabotajê hat kirin. Di encama çalakiyê de kepçe hat îmha kirin.

Em weke YPS-JIN di çerçoveya ‘Pêngava Tolhildana Li Dijî Metîngerî, Sîxûr-Nokeran’ û bi şîara ‘Xwebûn û Xweparastin’ê berxwedanê mezin bikin. Emê rêxistinkirina xwe hîn mezintir bikin û dijî şerê ku li ser Kurdistanê tê kirin bi bingehê rêgeza parastina ceherî de em soza xwe nû dikin ku emê li her gund, bajar û her dem û her cihî li dijmin bidin. Em bang li hemû jinan dikin ku di refên YPS-JIN’ê de cih bigrin. Dijmin li Kurdistanê despêkê li jinan di de. Hemberî vê rêxistinkirina me parastina me ya herî mezine.

Tîmên Mîsîlemê Yên Şehîd Rozerîn Cûdî

6.10.2020

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *