Li Cizîrê li dijî kontrayan çalakî

By on 6 December 2021 0 698 Views

Tê zanîn ku rastiya faşîzma AKP-MHP’ê gihiştiye lûtkeyê niha ne tenê gelê Kurdistanê û pêkhateyên şoreşger-demokratîk ên li Tirkiyeyê dijîn, hemû gelên cîhanê dibînin. Ev faşîzm e; Armanca wê tunekirina civak, dîrok, mirovahiyê, nirxên bingehîn, çand, ked, hêvî û her cure azadiyê ye. Ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire, mîna kabûsekê daketiye ser gelan.

Bi taybet gelê Kurd bi salan rastî êrîşên herî dijwar ên vê faşîzmê tê û weke ku bêrûmetî ji aliyê dijmin ve hatiye ferzkirin. Ev êrîş rastî berxwedana gel hatiye û vê berxwedanê faşîzma Tirk dîn kiriye, tekane çareserî bi êrîşên hovane de hatiye dîtin. Dubendî li ser gelê Kurd tê ferzkirin: yan hûn ê bibin koleyê faşîzma Tirk û hûn ê bi hemû hêza xwe xwe bidin parastina vê faşîzmê yan jî hûn ê nejîn. Ji bo ku ev polîtîkaya kevneperest di meriyetê de bimîne, her cure rêbazên dijwar tên bikaranîn. Terbîye kirina bi birçîbûn, kesên dengê xwe derdixin di zindanan de mehkûm kirin, xistina bin lepên tirsê, kuştin û hwd. rêûresmên li dijî gelê Kurd in.

Di bingeh de dijmin ev e; Wek mînaka Seyfettîn Savaş gefan li malbatê dixwe, soza pereyan dide, ditirsîne û hewl dide li dijî nirxên wî bi kar bîne. Dema ku bi tecawizê vê yekê li ser keçên kurd ferz dike, bi tiryakê re jî hewl dide heman encamê bidest bixe. Êrîşên li dijî gelê Kurd evqas bêperwa bûn; Yên ku bêrûmetî, îxanet û sîxuriyê qebûl nakin rastî îşkenceyê tên û ji helîkopteran tên avêtin, zarokên kurdan wek li Êlih û Sêrtê tên tecawizkirin, zarokên wan bi postayê teslîmî destên dayîkên kurd tên kirin, heta hestiyên kurdên mirî jî tên winda kirin. Dîsa di berxwedanên xwerêveberiyê de jî weke mînaka Dayika Taybet, cenaze bi rojan li kolanan li ber çavên gel weke mînak hatin hiştin. Di vê faşîzmê de tişta ku diguhere tenê navê faşîzmê û rêbaza faşîzmê ye.

Li aliyê din, ji ber ku ji aliyê milîtanên Tevgera Azadiyê artêşa Tirk a faşîst mehkûmê têk birinê hat kirin, bi hêza xwe ya dawî her cure teknîkê bikaranî û herî dawî çekên kîmyewî  bikaranî. Rastiya zelal; Artêşa Tirk li hemberî berxwedana Şervanên Azadiyê têkçûyîne jiyan dike. Bi rastiya Rêbertî û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re ruhê berxwedanê û îradeya di gelê Kurd de zayineke nû jiya. Ev zayîna nû ne tenê serhildanek e, di rewşa heyî de ji bo gelan yekane rêya rizgariyê ye jî. Bi taybetî gelê Kurd fêm kiriye ku yekane rêya rizgariyê berxwedan, teslîmnebûn û şerê gel ê Şoreşger e. Divê gelê me mafê jiyanê nede faşîzmê û alîgirên wê. Kî û çi dibe bila bibe li pêşiya azadiyê dibe asteng, divê ev astengî bi awayekî tund bê rakirin. Em dizanin ku gelê me xwedî vê hişmendî, vîn û baweriyê ye.

Çalakiyên ku hatine li darxistin:

-Di 4’ê Kanûnê de Tahîr Guven ji aliyê Tîma Mîsîlemê ya Şehîd Demhat Spêrtî ve hate cezakirin. Ev kes ji demên berê ve bi her awayî li dijî gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê bi dewlet û dijmin re hevkarî kiriye, weke Kurdekî xayîn bi her awayî destek daye faşîzma Tirk û bi awayekî vekirî êrîşî destkeftiyên gelê Kurd kiriye. Dîsa bi awayekî vekirî van çalakiyan li dar xist û li ser platformên dîjîtal ên cuda êrîşên vekirî li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û nirxên wê kir.

-Di 17’ê Mijdarê de kontrayekî din ê bi navê Emîn Negîs jî bû hedefa Tîma Mîsîlemê ya Şehîd Adil Gite. Ev teknîka çalakiyê ji ber xeletiyek nekarî bigihîje encamê. Emîn Negîs ku cerdevan e, bi salan li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û gelê wê her cure êrîşên bêexlaqî pêk anî, di şahadetên gelek hevalên me de cih girt, di gelek kuştinên kiryarên wê nediyar de (faili meçhul) cih girt.

Ev kesayetên dostê faşîzmê û dijminê Kurdê Azad û yên mîna wan, hatin cezakirin û di pêşerojê de jî teqez dê bên cezakirin.

Ev û kesên wekî wan di bin çavdêriya me ne zû yan dereng dê bên cezakirin. Ev her du çalakî jî bi taktîkên cuda yên tîmên me yên bersivdayîne ve hatin lidarxistin.

Em weke YPS û YPS JIN, em diyar dikin ku pêkhateyên rejîma faşîst û hemû xiyanetkarên ku di xwîna gelê Kurd û gerîla de cih digirin, li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tevdigerin, li her derê û her demê hedefa me ne. Soz didin ku dê bên cezakirin. Bêhna ciwanên Kurd li pişta we ye. Tiştên ku we anîne serê gelê me em ê teqez hesab ji we bipirsin. Li ser vê bingehê em weke milîtanên Rêber APO bi dirûşmeya “Azadiya te azadiya me ye!” hemû gelê xwe vedixwînin têkoşîna hevpar.

Bijî Şerê Gelê Şoreşgerî

Bijî Serok APO

6ê Kanûna 2021

Kordînasyona YPSê

Leave a comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *